Pirsgirêkên YNK û Kongre!

Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistan de jî YNK, li henber Tevgera Goran, şidet bikar anî û di hilbijartinan de bêusûlîyek gewre pêkanî. Bû sebebê ku têkilîyên Tevgera Goran û YNK têkeve astek pir xerab. Di vî warî de jî, ev hersê giregirên YNK bê helwest man.

Şeyhmus Ozzengîn

29.11.2019, Cum | 08:24

Pirsgirêkên YNK û Kongre!
Nêrîn Belav bike

Di demek pir girîng û pêvajokek ku herêm ketîye bin alozîyan de, YNK, xwe amadeyî kongrê dike. Heger ti pirsgirêk rûnedin û kongre neyê bipaşdexistin, wê YNK di 07.12.2019 an de kongre ya xwe lidar bixe.

Pir pirsgirêk li pêşîya YNK ne. Pir bask di nav YNK de cûda cûda tevdigerin û berjewendîyên wan tên henber hev. Baskek jê, malbata Îbrahîm Ahmet û malbata Celal Talabanî ye. Ev bask ji bona berjewendîyên xwe, hin bihev re tevdigerin û hin li henber hevin. Ji bona li henber baskên din, yên di nav YNK de bi hev re, ji bona bandora malbatî jî li henber hevin. Ev herdû malbat jî hin berpirsîyarê bandora sîyaseta Îran li ser Başûrê Kurdistan in, hin berpirsîyarên xîyaneta 16 ê Cotmeha 2017 an e û hin jî berpirsîyarê alozîyên navbera Tevgera Goran û YNK ne.

Baskê din rêveberên YNK yên leşkerî û sîyasî ne. Serê vî baskî jî Kosret Resûl, Şêx Cafer, Mele Bahtîyar dikişîne. Ev hersê giregirên rêveberîya YNK jî di nav xwe de ne yekgirtî ne. Yeko yeko bandora malbata Îbrahîm Ahmed û Celal Talabanî li ser wan heye û ev bandor têsîrê li ser wan û rêveberîya wan dike. Di sîyasetek kurdewarî û serkevtî de tevdegerîna wan dikeve bin tehlûkê. Di pêvajoka Referandûma Serxwebûna Kurdistan de, di bûyerên 16ê Cotmeha 2017 an de û bûyerên nav YNK de, di hilbijartina serokkomarê İrak Behrem Salîh de karên rêveberî bi serkevtî nemeşandin û bûn sebeb ku YNK di dîroka xwe de îmze bavêje bin pir karesatên xerab, ku yek ji wan karesatan teslîmkirina Kerkûk û herêmên din yên Kurdistan bû.

Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistan de jî YNK, li henber Tevgera Goran, şidet bikar anî û di hilbijartinan de bêusûlîyek gewre pêkanî. Bû sebebê ku têkilîyên Tevgera Goran û YNK têkeve astek pir xerab. Di vî warî de jî, ev hersê giregirên YNK bê helwest man.

Niha di navbera PDK û YNK de, di warê sîyasetek hevpar de, hemahengîyek heye. Lê ev hemahengî, di navbera Tevgera Goran û YNK de tineye. Ev jî ji bona sîyasetek netewî û Kurdistanî, cîhê metirsîdarîyê ye. Herdû alî jî bi xêra helwesta PDK di parlementoyê de helwestek hevpar derdixin ber me, ku ev jî li ser berjewendîyan rêxistinî dimeşin.

Karesata 16.10.2017 di dîroka Kurdistan a netewî de, wek xîyanetek mezin di mejûyê miletê Kurd de ma û van serkêşên YNK nikarîbûn hesabê vê xîyanetê ji wan kirêkaran bipirsin. Ne di nav sazîyên YNK de û ne jî ji bona dadgehê ev xîyanet neket warê lêpirsînê.

Şêx Cafer di 27.12.2017 an de ev digot. Di derheqa 16.10.2017 an de, eynî nerîn pir caran Kosret Resûl jî anîbû ziman:

„Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Herwaha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’

„Heta ew gruba xayîn a YNKê hebe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye. Ji ber berdewam hemahengiya wan li gel Iraqê heye û dixwazin artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bînin hemû Kurdistanê û radestî wan bikin, ku Kurdistan û ev destkevtane nemînin.“(!) (Şêx Cehfer, Radyoya Dengê Emerîka,27.12.2017)

Di eynî sengerên şer de, endamê serokatîya YNK Kosret Resul jî hebû. Kosret Resul, di vê xîyanetê de beşek ji pêşmergên xwe wenda kir. Ew bi xwe jî hindik mabû ku, bi destê hinek ji hêzên xîyanetkar yên bi ser YNK ve bihata kujtin!

Mele Bahtîyar jî cîgirê serokatîya YNK ye.

Çima van hersê giregirên rêveberîya YNK, di derheqa 16 ê Cotmeha 2017 an de, di nav YNK de lêpirsîn destpê nekirin?

Çima berpirsîyarên xîyanetê radestî dadgehê nekirin?

Niha, çaresernekirina van bûyeran li ser konrgre ya YNK, dikare bibe sebeba alozîyên mezin û Başûrê Kurdistan têxe bin bandorek metirsîdar.

Şêx Cafer, Kosret Resul û Mele Bahtîyar, ku sê giregirên YNK ne, ev erkên xwe bicîh nanîn, an nikarîbûn bicîh bînin.(!) „Ew grûba nav YNK“ ku bi xiyanetê didan nasîn, ji YNK dûr nexistin û rê ji dadgehê re venekirin. Radestî lêpirsînê nekirin. Ya ew xîyanetkar, bizanistî, dinav YNK de hatin parastin, an jî quweta wan negîhîşt ku di derheqa wan de lêkolînê bikin. Dema ku em van herdû îhtîmalan jî bidin berçavê xwe, emê bibînin ku helwesta van hersê giregirên YNK jî bêçareyek teslîmbûnê tê. Yanî, per û baskên van hersê qedroyên YNK, bi destê wê grûba xîyanetê hatîye qutkirin. Wê YNK bi vî barê giran derbasî salona kongrê bibe!

Nivşek nû jî di nav YNK de serî hildaye. Ev nivşê nû, hin ji rêveberîya YNK nerazîne û hin jî ji sîyaseta Malbata Îbrahîm Ahmed û Talabanî nerazî ne. Lê helwesta vî nifşê nû û stratejîya wan ne dîyare. Ev jî di kongrê de ne dîyare, bê wê çi derxîne ber me.

Herêma Rojhilata Naverest, herçar dorên Raşûrê Kurdistan di nav alozîyên mezin de ye. Divêtîya sîyaseta Başûrê Kurdistan, bi sîyasetek hevpar û yekrêzî heye. Ji ber wê jî hemahengîya YNK, ku bi yekrêzî û serkevtî ji kongrê derkeve pir girînge.

Bi hêvîya ku YNK di kongrê de van pirsgirêkan serkevtî derbas bike, di derheqa xîyaneta 16 Cotmeha 2017 an de biryaran bistîne û lêborîna xwe ji Tevgera Goran a di warê hilbijartinan de bike, ku yekrêzîya sîyaseta Başûrê Kurdistan bêt pejirandin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2677 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:23

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x