Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)

Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir”

Şeyhmus Ozzengîn

18.07.2019, Per | 20:05

Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)
Nêrîn Belav bike

Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir

Hunermend Mîrê Hêkan (Cemal Evdo) di sala 1961ê de li Başûrê Rojavayê Kurdistan, bajarokê Dirbêsîyê hatîye dinê. Dirbêsîyê, dikeve jêra Qoser a Mêrdîn û bajarokekî piçûk yê ber sînorê serxet û binxeta ku, bi erdên mayînkirî û têlên bistirî hatîye dorpêç kirî ye.

Jîyana birêz, heta dawîya dibistana navendî li ser sînor derbas bûye. Êşa erdê mayînkirî, têlên malxerab û perçekirina bandora sînorê serxet û binxetê, têsîrek mezin li jîyana hunermend kirîye û bûye çavkanîyek herî dewlemend ji pêşeroja wî û hunerê wî re.

Hunermend Mîrê Hêka (Cemal Ebdo), bi têna ewîna Mem û Zîn, bi bandora helbestên Melayê cizîrî, Feqîyê Teyran, Nemir Osman Sebrî, nemir Seydayê Tîrêj, destanên Kurdî û şahê helbesta Kurdî a Modern nemir Cîgerxwîn, li ser van têlên bixwîn derbas bûye. Bandora vê jîyana perçe perçe, hunermendê me yê hêja kirîye ziman û qêrîna Kurd û Kurdistan a ser van têlan.

Hunermend Mîrê Hêka, xwedî ramanek azad, xwedî hestên ji kûrahîya axa Kurdistan tê ye.

Mîrê Hêka, piştî qedandina perwerdeya dibistana navîn, di destpêka sala 1981ê de, di nozdehsalîya xwe de Koçber dibe. Li Elmanya dibe penaber.

Li Elmanyayê, di Zanîngeha bajarê Aachen de beşa Endazyariyê xwendiye. Di ber re jî beşa şanogerî û derhêneriyê kuta kirîye. Di heman demê de bi hinek derhêneran re dixebite û herweha di şanoyan de berhemên xwe jî pêşkêş kirîye.

Mîrê Hêkan, di berhemên xwe de qaşilkê hêkan rengûreng bikar tîne û mijara hunerê wî jîyan e. Mijar, jîyana perçekirî û dabeşkirina axa Kurdistan, sînorên kujerên jîyana Kurd, li ser erdên mayînkirî, êşa laşên bêxwedî, jiyana perçe perçe ye. Hesreta Kurdistan, raperîna li henber vê zilma kambax a li ser û ber wan sînorên têlkirî, mayînkirî, bandora xwe daye ser berhemên wî jî.

Dema ku em hêkê tînin bîra xwe, ewil xwarin tê bîra mirov, lê ji xeynî xwarinê hêk bi xêra Mîrê Hêkan daxilî nav hunerê jî bûye. Ew qalikên ku em piştî hêkê dişikînin diavêjin çopê, di tabloyên Mîrê Hêkan de, ji nû ve bi ruh dibe. Carinan dibe çav, carinan dibe çar parçeyên Kurdistanê, carinan dibe lehî, carinan dibe ala Kurdistan û carinan jî di nav sînoran de asê dimîne.

Mîrê Hêka, fikra kişifkirina bikaranîna qaşilkên hêkan bi van gotinan tîne ziman:

“Dema li pînika mirîşkan hêk ji destê min ket û şikest rêwitiya min a bi hêkan li wir dest pê kir”

Şêwaz, gewde, xweşikbûn û bedewbûna hêkê bû sedem ku berê xwe bi vê hunerê ve bikim. Ji kadîna zaroktiya min, dema ku diçûm pînika mirîşkan da ku hêkan bidim hev, min rahişt hêkê, ji destê min ket û şikest. Li wir rêwîtîya min û hêkan dest pê kir.”

Mîrê Hêka, di hunerê xwe de hêkê dike sembola jîyanê û awa dinirxîne; “Çima ne hêk? Ji ber ku hêk ez im, tu yî, ew in, hûn in, ma em hemû ne ji hêkan in ? Hêk nişana jiyanê ye, hêk di tabloyên min de şanogerek e û tablo bi xwe dika şanoyê ye.”

Mîrê Hêka li ser kar û hunerê xwe dibêje; “Hemû xebatên min taybet in, tu xebatên min an jî tabloyên min nabin wekhev, her tabloyek cuda ye bi naveroka xwe, bi afirandina xwe û bi reng û bergên xwe, ji ber ku hêk bi gelek wateyên xwe tîbûna afirandinê li ba min têr dike.”

Di virde dîsa peyvê digire û dibêje;

„Ji xwe Çavên neçîrvanan bi meraq li benda ditîna tiştên veşartine û bi hêvîne ku ew, xezîna xwe veke heta ku rastiyên tazî, yên daliqandi, yan jî ên sekinîn werin xuyakirin.“

Mîrê Hêkan li ser hunerê xwe û bazara firotina keda hunermendan jî taybetîyek xwe tîne ziman û dibêje;

“Ma evîna dilan tê firotin? Ma hezkirin tê pîvan? Ji ber ku min xwest hunera min azad be, ji bin destê bazara kirîn û firotinê û ji partî û rêxistinan derkeve min aboriya xwe ji hunerê veqetand.”

13.07.2019

-------------------------------------------

Çavkanî;

1-Le Monde Diplomatique Kurdî, Gulan 2011

Bas News, Nûjîn Onen

Mîrê Hêkan 01Mîrê Hêkan 07Mirê Hêkan 03Mîrê Hêkan 04Mîrê Hêkan 08Mîrê Hêkan 09Mîrê Hêkan 10Mîrê Hêkan 11Mîrê Hêkan 13Mîrê Hêkan 12

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3724 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:23:22

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x