Aqilekî dewleta tirkan heye û ew aqil li ser dijminatîya Kurd û Kurdistanê ava bûye. Ev aqile ku, di ser şexsîyeta Nemir Şêx Seîd re, dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike. Komunîstên tirkan, Bîlûmûm çepgirên tirkan, îslamîstên tirkan, demokrat, rojnameger û lîberal, lîbojên tirkan bi vî aqilê dewletê perwerde bûne û mîsyon girtine ser xwe. Yên ku di civînên Komunternê de rapor didan û ji serhildanên milî yên miletê Kurd re digotin; ‘’ev serhildan li henber M. Kemal in û paşverû ne“ dîsa ew bûn.
Îro jî Komunîstên tirkan û lîboşên tirkan, ku ne ji wan kurdên ku bi wî aqilê dewleta tirk tevdigerin nebe, nikarin li Kurdistanê konê xwe yên paramilîterî vekin. Yên ku ev tirkên paramilîter anîn Kurdistanê û li ser serê kurdan kirin wekîl û şandin parlementoya tirkan ew aqilê dewletê yê, ku di nav me de bicîh bûye. Ew tirkên ku êrîşan tînin ser hêjayîyên me, êrîşan tînin ser doza Kurd û Kurdistanê, hêza xwe ji wan kurdan digirin.
Nemir Şêx Seîd kîye?
Ji bona nifşên nû bi kurtî ez malbata Nemir bidim naskirin.
Şêx Seîd ne xelkê Pîranê ye. Di 1914/15an de dema Şerê Ûris (Rûs) çêbû, malbata Şêx Seîd li Xinisê bûn. Ew ji Xinisê mihacir bûn, yanî xwe avêtine dûrî sengerên şer. Malbata min jî wisa bû. Dema Ûris hat ji ber wan vekişiyan. Mala Şêx Seîd jî, wê demê birayê wî, Şêx Seîd, mirovên wî vekişiyan. Hinek hatin Pîranê, birayê Şêx Evdirehîm li Pîranê zewicî. Dema Şerê Ûris xilas bû, Şerê Cîhanî yê Yekem bû, piştî wê Şêx Seîd tevî birayên xwe çû û hinek ji wan jî li Pîranê man. Di wê demê de nêzî 800 hezar Kurd telef bûne. Malbata nemir jî yek ji wan malbatên ku ji vê qetlîamê rizgar bûye.
Tevgera Azadî, di 1923an de ava dibe. Civîna xwe a yekemîn bi navê ‘’Komîteya Serxwebûna Kurdistanê-AZADΓ li Erzeromê lidar dixin. Nemir Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Yusuf Zîya Beg jî endamên vê komîteyê ne. Nemir Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî û Yusuf Zîya Beg di nav de, li seranserê Kurdistanê dest bi xebatê dikin. Di nav gel de germayîyek xurt derdikeve holê.
Tevgera Azadî, tevgerek Kurd ya Netewî bû û yek armanca vê tevgerê hebû; ew jî rizgarkirina miletê Kurd û Kurdistanê bû. Ev tevger, ne di bin kontrola tu dewletekê de bû. Tu dewletan jî alîkariya vê tevgerê nekirirîye. Lê aqilê dewleta tirk û ew rêxistin, kes û mîsyonerên vî aqilî her tevgera Azadî, di şexsayetîya Nemir Şêx Seîd de dikin ‘’ajan û hevalbend“ ên Îngîlîzan. A. Ocalan jî û tevgera wî jî bi vî aqilî tevgera Azadîya Kurdistanê di şexsê Şêx Seîd e wek; ‘’tevgerek paşverû û Provakasyonek emperyalîstan li henber M. Kemal û Cumhûrîyetê“ nîşan dide. Helbet ev aqil, aqilê dewleta tirk bi xwe ye. Lê di eslê xwe de rastîyê vedişêrin; Îngîlîz, Fransiz û Îtalîyan bi alîkarîya sîleh û cebilxaneyên giran û vekirina şiva trênê alîkariya komara mêtinkar ya Kemalîst kirine!
Ez dîsa vegerim danasîna Şêx Seîdê nemir û Tevgera Azadîyê. Tevgera Azadîyê yekem belavoka Komîteya Serxwebûna Kurdistanê-AZADÎ, bi îmzeya Nemir Şêx Seîd di 1924an de belav dike.
Di belavokê de armancên Komîteya Serxwebûna Kurdistanê-Azadî bi van xetan anîne ziman:
“Tirk û Osmanî, li ser navê Îslamê û Xelîfetîyê, ji 400 salî û virde mixabin gav bi gav me ji xwe re kirine xulam. Wan me berbe cehalet û tarîyê de dafdan e. Tirk, pêşî wek koçer hatin ba me, piştre bi dek û dolaban li vir bi cîhwar bûn, welatê me dagîr û wêran kirin. Kurdistan, tu demê mîna niha wêran nebû. Tu kurd û tu momin li hember vê rewşê xwe ranagire. Ji vê rewşa bi kul û bi jan rizgarbûn wezîfa me teva ye. Loma divê em ji rêya heq û rastîyê danegerin. Divê em ji mirinê netirsin. Ji bo ku em cardin mafê xwe bi destbixin, destûrê nedin têkçûnê.“
Le ser tevger û xebatên Komîteya Serxwebûna Kurdistanê-Azadî, îstîhbarata tirkan, tevgerê dişopîne û rapor dike. Li gor van raporan; di sala 1925an de Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg tên girtin. bangî Şêx Seîd jî dikin ji bo girtina îfadeyê. Qaymeqamê Xinisê Kurd e, ji nemir re dibêje; „bêje ez pîr im nikarim werim Bedlîsê îfadeyê bidim, îfadeya min bi daxwazekê li Xinisê bigirin.“ Dema li Xinisê îfadeya nemir Şêx Seîd digirin, Nemir Şêx Seîd gelekî aciz dibe, ji ber ku dizane Xalid Beg û Yûsif Ziya hatine girtin.
Li ser destpêkirina serhildanê jî Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî van xetan şîrove dike:
‘’Şêx Seîd endamê Tevgera Azadîyê ye di eslê xwe de. Lê dema Xalid Beg wan hatin girtin, Şêx Seîd bêhêvî ma, îrşada xwe berdewam kir, dema hate Pîranê, li wir tiştek rû da. Cendirme hatin, 3 fîrar xwestin, li ser wan fîraran hinek alozî çêbûn. Şêx Evdirehîm, birayê wî yê biçûk ciwan bû, bê tehemul bû, ji ber germiya wî meseleyek derket. Dema mesele derket, murîdên wî, Şêx Seîd ji Pîran derxistin, birine Hênê û ji wir jî çûne Liceyê. Dema çû xelkê got, Şêx Seîd Efendî qiyam (serhildan) kiriye. Dema gotin qiyam kiriye, herkes bi das û tifing û her çiyên wan hebûn, digirtin û dihatin, qelebalixiyek geş bû. Li ser wê serhildan durist bû. Şêx Seîd Efendî jî di mehkemeyê de dibêje, jê dipirsin tu di kuyê vî îşî de yî? Ew jî dibêje ez wek her kesî me.“ (03.01.2023,Rûdaw)
Armancên Tevgera Azadî di dîroka Kurdistanê de pir zelale. Hin A. Ocalan û tevgera wî, hin çepgir-komunist û îslamîstên tirkan bi aqilê dewletê, li ser Şexsîyeta Şêx Seîd; dijminatîya Tevgera Azadî û Kurd û Kurdistanê dikin. Ev stratejîya dewleta tirk e, akilê dewleta tirk e, ku 99 sale li ser miletê Kurd û Kurdistanê dimeşe. Divê ciwanên Kurd vê rastîyê bizanibin û li henber vî aqilê dijminên me hişîyar bin.
Ez di şexsîyeta Nemir Şêx Seîd de hemû şehîdên serhildana azadîyê a 1925 an bibîr tînim.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.