DAÎŞ, di Hezîrana 2014an de dest danî ser Mûsilê. Artêşa İraqê şer nekir û li gor daxwaza Serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî, hemû çek, pereyên bankên Musilê û teqemenîyên xwe ji DAÎŞ re hişt û bipaş de kişîya.
Berî ku DAÎŞ Musilê dagir bike, bi dehan caran Başûrê Kurdistanê hişyarî daye hikûmeta İraqê û taybet Serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî. Lê wan ev hişyarî cîdî negirtine. Piştî ku DAÎŞ dikeve Musilê jî bipaşde kişandina artêşa İraqê û radestkirina çekên didest de, belgeye ku Hikûmeta demê a İraqê û Serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî jî ji serî de agahdarê pîlan û armancên DAÎŞ bû.
Berê DAÎŞê ber bi Bexda de bû. Piştî Musilê ku Konsolxaneya Tirkîyê bi hemû xebatkarên xwe re ket bin konkrola DAÎŞ bi demek kurt, DAÎŞ dev ji çûna Bexda berda û berê xwe da Herêma Kurdistanê!
Hin vê û hin helwesta Serokwezîrê İraqê Nûrî El Malikî, bi şîveyek zelal dîyare ku tilîya wan di êrîşên DAÎŞ yên ser Şingalê û Herêma Kurdistanê de hebû. Hemû karmendên konsolxaneya Musil a dewleta tirkan, hêzên paramilîter yên dewleta tirkan bûn û du mehan ji hêla stratejîk de van kadroyên dewleta tirkan ji DAÎŞ re xizmet kir. Paşê bê problem li balafirê sûwarbûn û hatin Tirkîyê.
Di vir de Kek Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû. Di pirtûka xwe a “Bo Dîrokê” de pirsekê dike. Dipirse ku:
“Ev mesele yek ji nihênîyên mezin yên şerê DAÎŞê ye û ji bo çi DAÎŞê êrîşî Kurdistanê kir?” Piştî ku pirsa xwe dike bi zimanekî dîplomatîk bersîva xwe jî dide, bê ku tewanbaran binav bike; “Dibe ku ev êrîş bi dilê gelek alîyên şovenîst yên deverê jî be.”(!)
Di pêvajoka avakirin û geşkirina êrîşên DAÎŞ de pir eşkere rolê Tirkîyê, Îran, İraq û Sûrîyê dîyare. Avakirin û geşkirina DAÎŞ, ajenda opozîsyona Sûrîyê û hêzên Hevpeymanan guhert. Rejîma Sûrîyê ji bona demekê be jî ji hilweşandinê parast. Hemû enerjîya demê ji bona şerê DAÎŞê hat xerc kirin. Rojeva Sûrîyê ji bîne hat guhertin.
Di şerê DAÎŞ de armancên Îran û Tirkîyê li ser Kurdistanê û piranî jî armanca îranê a li ser Şingalê pir zelal derket ber me, ku “herêma Şingal ji wan re cîhekî stratejîk, yê şerê deverê ye”(!) Jinek ji televîzyona PKK, bi kameremanekî re li ser rêya Şingal û Musilê, ji bona moralê miletê Kurd bişkîne û Kurd bêşer radestî DAÎŞê bibin, dest bi propagandayê kir. Di eynî demê de hemû sazî, kesayetî û medya PKK, ji bona dewletên yekitîya Ewrûpa alîkarîyê nedin Pêşmergeyan bi çalakî û hewlên pêşî lêgirtinê de bû. Bi cil û bergên Kurdî beşek jinên bi ser PKK ve li Parlementoya Elmanya; rûniştina protesto kirina biryara hikûmeta Elmanya, a alîkarîyê ji bona pêşmergan kirin! Li ber çavê cîhanê, di televîzyona elmanan de derket ku; “çekan nedin pêşmergan, nedin kurdan, nedin mala Barzanî, wê çekê xwe bidin DAÎŞ ê.”(!) Ev jî pir zelal dîyar dike ku bi destê hinek dewletan rolekî taşeronî dabûn PKK û ew nûçegera televîzyona PKK bi armancekê ji berê de li wir amade bû. Ev jî pir eşkere di êrîşên DAÎŞê yên ser Başûrê Kurdistanê de PKK karekî taşeronî ji Îran girtibû ser xwe û bi dezînformasyonan moralê miletê Kurd xera bike û hêvîya miletê Kurd bişkîne!
Wek ku pir kesan, hêzan û dijminan hesibandibû ku; “Kurd nikarin liber xwe bidin û dê zû ji hev bikevin û xwe teslîm bikin.” Bi vê qanaatê re DAÎŞ jî hatibû agahdar kirin ku; “pêşmergeyan sîlahên baş nînin û ablûkaya Bexdayê û cîhanê li ser e.” Ji hêla aborî de jî hikûmeta İraqê risqê miletê Kurd qutkiribû û başûrê Kurdistanê di bin qeyranek aborîyê de bû. Pîlana qutkirina mûçeyên karmendên Kurdistanê û butçeya Kurdistanê, ambargoya çekan ya liser Kurdistanê û êrîşên DAÎŞ yên ser herêma Kurdistanê, bi hev re girêdayî bû û pir eşkere dîyar dikir ku hikûmeta İraqê jî di nav vê stratejîya DAÎŞ de xwedî rol bû.
Di vir de Kek Mesûd Barzanî şahidîya dîroka demê dike û eşkere dike ku ;
”Ew li hêvîyê bûn ko pêşmerge têkbiçe da ew bi hêsanî deverên madeya 140-ê vegerin û cîhan jî xwe lê bêdeng bike. Em nemaze bi referandûmê û rûdanên şazdehê Oktoberê (16ê Cotmeha 2017 roja xîyaneta navxweyî) gihîştin wê netîceyê ewên ko alîkarîya DAÎŞê kirin da xurt bibe û pêş de biçe, ewên ku terbîyeya eskerî didan endamên DAÎŞê û ew têrsîleh dikirin, ewên ku rêberîya wan dikirin û lojîstîka pêwîst bo wan berdest dikir, her ew bûn yên ku DAÎŞ dahf didan da meha Adara 2014e êrîşî Kurdistanê bikin. DAÎŞ sîlehek bû di destê hêzên şovenîst yên deverê de ji bo rawestandina refah û serxwebûna Kurdistanê.”
Di şerê DAÎŞ de miletê Kurd û Kurdistanê bacek pir mezin ya însanî û aborî da. Ev şer di demek wisa de bû ku İraq, rizqê miletê Kurdistanê (butçeya Kurdistanê) qut kiribû. Buhaya varîla neftê ji 104 dolaran, daketibû asta 25 dolarî. Herêma Kurdistanê di rû bi Rûyî qeyranek aborî a mezin de, xwe di nav vî şerî de dît. Ji xeynî vê qeyrana aborî, bi şerê DAÎŞ re, milîyonek û heftsed hazar koçber jî hatin Kurdistanê.
Kek Mesûd Barzanî, di vî şerî de eşkere dike ku Kurdistanê;
“1921 cangorî da. 10 757 pêşmerge birîndar bûn. Ji vana 63 êxsîr û bêserûşîn bûn.” û dom dike ku, di dîroka Kurdistanê de bi sedan destanên qehremanîyê hatin tomar kirin.
“Her bosteka axa dagirkirî ya Kurdistanê bi xwîna ezîz û qehremanêkî ji destê terorîstan hatibû azad kirin. Lê belê mixabin me dît di nêv kurdan bi xwe de jî hinek kes hebûn ko dixwest qîmetê qehremanî û qurbandanê ya pêşmergeyan kêm bikin û li gor wan balafirên şerî yên hevpeymanan şerê DAÎŞê kir û roleka pêşmergeyan nebû. Rest e ko piştgirîya asîmanî ya hevpeymanan alîkarîyeka gelek baş bû û em hertim spasîya rola hêzên hevpeymanan û alîkarîya wan ya ji bo pêşmergeyan dikin, lê belê ewên ko di meydanê de xwîna xwe dan û dijmin şikênandin pêşmerge bûn û ev heqîqet divêt wekî xwe bêt veguhestin bo neslên bên.” Bo Dîrokê.shf.49
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.