Li İraqê Çi dibe?

İraq bingeha dewletbûnê wenda kirîye. Di destê sîyasetmedar û destê biçek de talan dibe. Ji bona hemahengêya avakirina dewletekê re serwerîyek bihêz, garantîkirina ewlehîyê û aramîyê re, aborîyek bihêz lazim e. İraq bingeha van hersê hîman jî wenda kirîye. Kurd nikarin pişta xwe bi vê girêbidin.

Şeyhmus Ozzengîn

13.08.2022, Cts | 10:24

Li İraqê Çi dibe?
Nêrîn Belav bike

İraq, di sala 2005 an de bi destûrek demokratîk û piralî, wek dewletek federal ji herêman hat damezirandin û ev destûr, bi referandûmê hat pejirandin. Herêma Kurdistanê jî wek herêmek federe pê ve hat girêdan. Ji roja ev destûr hatîye pejirandin û heta niha, ev destûr bi piranî bicîh nebûye. Her ku İraq bihêz bûye, dijminatîya vê destûrê û di dijminatîya vê destûrê de dijminatîya Kurd û Kurdistanê jî derketîye pêş.

Li İraq, di 10.10.2021 an de hilbijartin çêbûn. Hilbijartin ji hêla çavdêrîya navnetewî de bi kontrolek bihêz, di aramîyê de pêk hat. Beşdarîya gel a hilbijartinan jı sedî 41 derbas nekir. Ev jî pejirandina şikestina hêvîya gel a li ser hebûna dewleta İraq dide nîşan, ne a destûr û dewleta Federal! Beşa ku beşdarî hilbijartinan nebûye ji sedî 59 e. Ev nerazîbûna gelê İraqê, rewşa dewletê eşkere dike.

Çima li İraqê ev destûr bicîh nebû û hikûmet nehat avakirin?

Berî hertiştî divê em li qodên avakirina van dewletên ku dagirkarên Kurdistanê ne binêrin. Di virde emê bibînin ku tirkîye, Îran jî, Sûrîye û İraq jî li ser esasê dijminatîya miletê Kurd hatine avakirin. Naskirina mafên Kurd û Kurdistanê, wek dawîya dewletên xwe dibînin. Ji ber wê jî çanda yekalî, mejîyekî nîjadperest û hemahengîya li ser dijminatîya kurdan wek maf dibînin. Hebûna xwe û dewleta xwe, pêşveketina xwe di neyartîya Kurdan de, di pêşî lêgirtina mafê kurdan de dibînin. Dema ku mejî û helwest ev be, „demokratîk“ kirina van dewletan xeyaleke ku bingeh jê re tine ye.

Di dirêjaya 10 mehan de piştî hilbijartinan hukûmet nehat avakirin. Şer û pevçûnên desthilatdarîyê destpê kir. Grûbên xwedî hêzên çekdar devê çekan û tehdîda bi çekan derxistin pêş. Hevûdû tehdît kirin. Alozî gihîşt astek ku „parlemento hilweşe, destûr bêt guhertin û sîstema serokatîyê“ were bicîh kirin. Tam di virde îşaretek tehdîtkar ji kurdan re wek mesaj têt şandin. Yanî vekirî dibêjin „em vê destûrê naxwaz in“!

Ji hêla Aborî ve îraq jikestinek mezin xwarîye. Van hêzên li Bexda desthilatdar, bi projeyên xeyalî, aborîya İraq talan dikin. Dewletê li pir herêmên İraq a Federal jikestin xwerîye. Ne Dewleta Federal, hebûna dewletê bi xwe jikestin xwarîye. Bawerîya piştgirî a gel wenda kirîye. Ew şîe û nîjadperestên ku aborîya dewletê bi gendelîyan talan dikin, gelê İraq radestî xêzanîyek mezin kirine. Ji dêlva ku li sebebên van malxerabîyan û talankarî rawestin, destûrê û sîstemê sebeb dibînin. Di virde divê Kurd hişyar bin.

EV tê çi wateyê?

Berjewendîperestîya hizbî û şexsî, malbatî, bingeha rantek mezin ji sîyasetmedarên İraqê re çêkirîye. Naxwazin ku bingeha vê rantê bêt guhertin. Di nava vê hemahengîyê de beşek ji sîyasetmedarên Kurd jî hene û hemahengîya Kurd û kurdistanî dikin qurbana vê rantê. Li hevlêr şirîkê hikûmeta Kurdistanê, li Bexda hevalbendên baskê rantxur û talankarin!

Di bin baskê nîjadperestî û dijminatîya Kurd û Kurdistanê de talankarî û dijdestûrî dimeşe. Beşek ji kurdan jî bi hesabên peçûk di nav vê hemahengîyê de cîh girtine. Li Bexda ne nûnerên miletê Kurd, lê wek nûnerên berjewendîyên malbatî û hizbî, şexsî kar dikin. Nîjadperest û talankarên Bexda, her xwestine ku Kurdistan a federe jî bi birçîbûn û xîzanîyê teslîm bigirin. Ji ber wê jî butçe ya herêma Kurdistanê di vî warî de her wek tehdît li henber Kurdistanê bikar anîne. Mafê Kurd û Kurdistanê yên destûrî binpê kirine. Di vir de hêza aborî û serwerîya dewleta Federal her derxistine giftûgoyê. Lê a şerm ewe ku di nav vê helwesta dijminane de beşek ji kurdan jî her cîh girtîne.

İraq bingeha dewletbûnê wenda kirîye. Di destê sîyasetmedar û destê biçek de talan dibe. Ji bona hemahengêya avakirina dewletekê re serwerîyek bihêz, garantîkirina ewlehîyê û aramîyê re, aborîyek bihêz lazim e. İraq bingeha van hersê hîman jî wenda kirîye. Kurd nikarin pişta xwe bi vê girêbidin.

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin, çeka destê hêza sîyasî a li pişt wan in. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter. Sebeb ne destûr e, nebicîhnekirina destûrê ye. Divê hedef rast bêt şîrovekirin ku encam jê bêt girtin.

Pir caran ev rewş derketîye ber me ku îktîdar û serokwezîr, portê serokkomarî bêtaqet hiştîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Nehiştîye ku, serokwezir li gor destûr û yasayan tevbigere. Ev jî eşkere derdixe ber me ku, Haşdî Şabî, hêza xwe ji Îran digire û li İraq bûye artêşa dewleta kûr a mezhebî û ne yasayî. Haşdî Şabî û hêza sîyasî a li pişt, xwe tenê ne alternatîfa îktîdarê, xwe xwedîyê dewletê dibîne û li gor vê xwestinên xwe dîzaîn dike. Ev rewş jî serwerîya İraq xistîye bin metirsîyek mezin, ku dikare bibe bingeha şerekî tayfî, mezhebî.

Di virde eger Kurdên başûrê Kurdistanê li ser navê miletê Kurd û Kurdistanê, li Bexda hemahengêyekê ava nekin, wê bingeha niha ku heye jî wenda bikin. Agirê teyfî, mezhebî û desthilatdarî wê Herêma Kurdistanê bêtaqet bike. Roj berî rojê divê hêzên sîyasî vegerin ser xetek netewî û li Bexda bi dengekî hevpar, niştimanî tevbigerin. Divê Kurd jibîr nekin ku berjewendîyên miletê Kurd di zeîfkirina dagirkaran deye. Xurtbûna dagirkaran têkçûna Kurdistanê bi xwe ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1853 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:12

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x