Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!

Gelî û newalên çîyayên Heftenîn, bingehek aborî ya herêma Kurdistanê ye jî. Ji dewlemendîya kelûpelên erdê bigire heta xwedîkirina pez û ajalan, xwedî dewlemendîyek girîng e.

Şeyhmus Ozzengîn

15.07.2020, Çar | 15:16

Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!
Nêrîn Belav bike

Di dîrokê de gelî, berqef, newal, şikeft û zinar û neqebên çîyayên Hetenîn her bûne hinbêza parastina şervanên Kurdistanê. Ev çîyayên qedîm di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava û Başûrê Kurdistanê de rolekî polîtîk, jeostratejîk û jeoekonomîk lîstîye. Ji Îskerder bigire heta Osmanîyan, Îngilîz-İraq û komara Tirkîye, heta niha ti hêzan ev çîyayên qedîm kontrol nekirîye. Bazên Çîyayên Heftenîn her du eşîrên qedîm û bingehên yên Kurdistanê bûne. Eşîra Gûlî û Sindî ne. Ji dîrokek qedîm heta niha ev herêm di destê van herdû eşîran de ye.

Gelî û newalên çîyayên Heftenîn, bingehek aborî ya herêma Kurdistanê ye jî. Ji dewlemendîya kelûpelên erdê bigire heta xwedîkirina pez û ajalan, xwedî dewlemendîyek girîng e.

Her çiqa bi fermî mîna textê eşîra Gûlî û Sîndîyan dîyar be jî, mîna têkilîyek federatîf ya nav eşîrî, her ji eşîra Jîrkî, Goyî û Elkî yan re jî bûye cîhê bicîhbûnê û tevgerê. Bi şîveyek aşitî û lihevhatî, ev dever di navbera van eşîran de hatîye parvekirin.

Ji dervê van eşîrên Kurdistanê, nêzîkî 9 gund û mezrayên Keldanîyan, Aşûrîyan û Sûryanîyan jî hene li herêma Heftenîn. Di nav van eşîrên Kurdistanê de bi ewlekarîyek bêpa û lihevhatî ev Têkhateyên Kurdistanê jî dijîn.

Çîyayên Heftenîn mîna sirtê pilingekî devera Botan û Behdînan bi hev ve girê dide. Noqteyek stratejîk a serwerîya Başûrê Kurdistanê bi xwe ye. Yên ku Çîyayên Heftenîn têxe bin kontrola xwe, dikare serwerîya xwe heta Kerkûkê bibe. Ji ber ku herêma Heftenîn, damarek bingehîn a stratejîk ya herêmê ye. Çîyayên Heftenîn di destê kê de be, bandorek stratejîk a mezin û xwedî awantaj dikeve destê wan. Her eşîrek ku raserî zor û zulma dagirkeran bûye û serî hilda ye, Çîyayên Heftenîn pêsîra xwe ji wan re vekirîye. Bûye qada berxwedanê ji wan re.

Di mejîyê eşîrên heftenîn de Bakur, Başûr tineye. Ew sînorên ku dagirkeran danîne nasnekirine û nasnakin. Rûniştînerên Heftenîn, her bi kurdên Qilaban, Şırnex û Beytûşebabê re têkilî û dan û stendin meşandine. Dan û stendin û çûn û hatina wan bi şîvek sînor nenaskirirî her meşîya ye. Mejîyê sînorî di hest û ramanên Gûlî, Sindîyan, Jîrkî, Goyî û Elkîyan de cîh negirtîye.

Dewleta Tirkan, ji 1983an de dixwaze têkeve Heftenîn û herêmê kontrol bike. Lê bi dehan caran ev hewl daye xwe û heta 2018 an biserneketî bû. Dewleta Tirkan, cara yekem, di sala 2018 an de hêzên leşkerî derbasî serê çîya û gelîyên Heftenîn kir. Ji sala 2018an û heta niha, artêşa Tirkîyê program û stratejîya xwe a dagirkirina Heftenîn meşand. Agahî kom kir û nexşe û pîlanên xwe amade kir. Her çiqa PKK bahsa destan û qahremanîyên berxwedanên Heftenîn bike jî, mixabin îro heftenîn gav bi gav dikeve destê dagirkerên tirkan û pişta pilingê Kurdistanê têk şikenandin.

Dagirkerîya Heftenîn gavek dewleta Tirk a jeostratejîk, jeopolîtîk û jeoekonomîk e. Di vê operasyonê de hebûna PKK sebebek dagirkerî ji dewleta tirk re çêdike, lê armanca dewleta tirk ne têkbirina PKK, dagirkirina Beşek mezin, stratejîk ji çîyayên Başûrê Kurdistanê û kontrolkirina herêmê bi xwe ye. Avakirina bingehek leşkerî, bibandor li ser axa azad û tehdîdek leşkerî, dagirkerî a tevayê axa Başûrê Kurdistanê ye. Hebûna PKK li vê herêmê tenê bingehê ji dagirkirina dewleta tirk re çêdike. PKK ne li Bakurê Kurdistanê, ne li Başûrê Kurdistanê û ne jî li Rojavayê Kurdistanê herêmek neparastîye û bi tena serê xwe azad nekirîye.

Li Rojavayê Kurdistanê ji Efrîn bigire heta Girê Spî û Serê Kanîyê, 70 ji % axa Rojavayê Kurdistanê radestî dewleta tirk û hêzên tûndrev bû. 800 hezar Kurd malên wan, axa wan radestî dijminan bû, di kampan de birçî, tazî û bêav dijîn. Niha bi eynî qahremanîyek sexte, herêma Heftenîn jî radestî tirkan dibe.

Ev 30 sale beşek ji axa azad, ku bi xwîna bi dehhezaran pêşmergan hatîye avdan û rizgar bûye, dagir kirîye, nehiştîye ku hêzên pêşmergan li van herêman bicîh bibe û biparêze. Bi zorê girtîye destê xwe û piştî 30 salî, gav bi gav teslîmî dewleta tirk dike. Bê ku di 30 salî de strtejîyek parastinê, bingeha parastinê ava bike! Ev jî eşkere dibe ku, ti nîyeta PKK li henber dagirkirina Tirkîyê ku van deveran biparêze tine ye.

Di 15ê meha 06 a 2020 an de van êrîşan destpê kir. Ji hêlekê de Îran, ji hêla din de Tirkîye seranserê deverên sînorî yên çîyayên Başûrê Kurdistanê bombe û topbaran dikin. Heta niha li van deveran 620 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne û bidehan sivîl hatine qetil kirin.

Wek „şer û pevçûnên li ser axa Kurdistan“ ê binavkirina van êrîşên Tirkîyê û Îran, xeterîyek mezin a stratejîk e. Ev raser êrîşên dagirkerî yên ser axa azad a Başûrê Kurdistanê bi xwe ne. Ev êrîş, gav bi gavên bibandor yên dagirkerî ne. Dorpêçkirin û têkbirina serwerîya Herêma Kurdistanê bi xwe ye.

Li henber van êrîşên dagirkerî partî û sazîyên Kurdistanê bi gelemperî ji helwestek netewî û stratejîk dûr û bêbandorin. Ev jî dagirkerî û êrîşên Tirkîye û Îranê li ser deverê hêsan dike.

15.07.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:08

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x