Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!

Ramdan Tuati dibêje: ''Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî yek tişt e!''

Şeyhmus Ozzengîn

08.02.2024, Per | 10:27

Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!
Nêrîn Belav bike

Zimanzan Ramdan Tuati û jenosîda ziman!

Zimanzan Ramdan Tuati, ji bona kujtina zimanekî ‘‘Linguicide“, yanî jenosîda ziman dibêjin.

Ramdan Tuati; şagirdê Salem Chaker ê ku di zanîngeha La Provence de mamostê zimanê Berberî ye.

Ramdan Tuati 33 salîye û ji Cezayîrê ye. Pisporê zimanê Kabil (Amazir) e. Li Fransa, di Zanîngeha La Provence de li ser beşa ziman mastira xwe çêkirî ye.

Li ser navê ‘‘zimanek çawa dikare carek din zindî bibe“(!) têza xwe avêtîye holê û di vî warî de xebatek hêja meşandîye. Mijara xwe jî li ser zimanê Kurdî û Berberî fireh kirîye. û di vî warî de bal kişandîye ser zimanên di bin asîmîlasyonê de.

Ramdan Tuati dibêje: ‘‘Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî yek tişt e!“

Balê dikişîne ser zimanê Kurdî û eşkere dike: ‘‘Zimanekî ku bi milîyonan mirov bikar tînin, ewqes jî hindik li ser xebat hatîye kirin! Ev rewş ji bona zimanzanan eybek mezine.“(!)

‘‘Karên ku li ser qabîleyên daristanên Amazon hatine kirin jî ji xebatên ser kurdî zêdetirin! Li ser zimanê Milletekî 40 milîyon ewqes kêmxebat, eybek mezine ji bona zimanzanan. Ez dikarim bêjim ku ji bona zimanê Kurdî kêmxebata zanistî, îhmalkarîyek mezin e.“

Sebeba neqandina zimanê Kurdî û Berberî ji bona xebata xwe jî wilo dinirxîne:

‘‘Di vî warî de Kurd û berber pir dişibin hev. Vê jî min pir nêzîkî Kurdî kir. Fransa 130 salî welatê me dagirkir û me wek Ereb hesiband. Li ser zimanê me yek xebata zanistî nemeşandin.”

Mixabin di dîroka nijadperestîyê de karesat pir dişibin hev. Netewên serdest, bi rewşek hovane tên ser netewên bindest û çand, ziman û hêjayîyên wan qedexe dikin. Ji zanistîyê dûr dixin, hebûna wan înkar dikin û dixin bin bandora wendakirinê. Hebûn û serdestîya xwe dimeşînin û bi rewşekî prîmîtîf (nîjadpersetî) hebûna çandên din red dikin, înkar dikin û piçûk dikin.

Ev bandor li ser netewên ku nebûne dewlet û di warê zanistî de kêm îmkanin bêtir derdikeve pêşberî me. Ji ber ku netewek dema ji îmkan û parastinên dewletê mahrûm bin, ji zanistîyê dûrketî bin, şensê wanî ku çand û zimanê xwe biparêzin û bipêş de bibin tineye.

Di vî warî de Ramdan Tuati dibêje:

“Ji bona kujtin û ji hole rakirina zimanekî xeynî ji armanca nîjadperestîyê pêve, ti bandorek erênî di vê armancê de tineye.”

Di vî warî de hinek mînakan dide û dibêje:

“pir welat hene ku bi pirzimanan diaxivin û bi hev re di aşitîyê de dijîn (İsweç), hinek welat jî hene aynî zimanî dipeyivin û di nav şerê navxweyî de ne (Somali)”

Tekez dike ku; “hinik hene dixwazin barbarîya xwe bi navê ‘yekitîya netewî’, van hestên xwe yên nijadperestî li ser me meşrû bikin.”(!)

Di ware dagirkerî û qedexekirina ziman de jî dibêje:

‘‘Dagirkirina axa netew ne bese, zimanê wî jî qedexe dike û zilmdarîya xwe duqat dimeşîne!“

Di warê têza xwe de jî dibêje:

‘‘Min xwes ku pergal û metodên kolonyalîst (mêtînker)an yên li ser van herdû zimanan (Kurdî û Berberî) bidim berhev. Diva bû min ev herdû welatên cûda, Tirkîye û Cezayîr bidana berhev!“

Hêla hevpar a van herdû dewletan eşkere dike ku:

“Pir hêlên wan yên hevpar hene. Di warê jenosîda ziman de her dû dewlet jî kirinên xwe, yasayên çêkirî kirine qanûn. Di bingeha makezagonê de jenosîda zimanên din kirine hedef û bi yasayên bingehîn ji bona ku bigihêjin yekzimanî ev nijadperestî kirine armanc. Di makezagon, yasa û qanûnên xwe de, bê ku wan zimanan bi nav bike, wan zimanên qedexe dike.“

Di warê asîmîlasyonê de balê dikişîne ser bandora medya serdest jî û dibêje:

‘‘Piştî yasayan pergala din a mezin jî medya netewa serdest e. Di medya serdest de ji xeynî zimanê fermî (serdest), ti zimanên din cîh nagirin. Tenê zimanê serdest bi bandorek mezin belav dikin. Ji bona her zanistîyek piçûk jî divê herkes serî li zimanê serdest (fermî) xîne.“

Hêjaye ku em bêjin, di vir de jî armanc eşkereye. Hin qedexekirina zimanê bindest û teşwîkkirina hînbûna zimanê serdest; di warê çapemenîyê û di warê perwerdê de ku tên meşandin, xizmetê ji yek meramî re dikin. Ew jî jenosîda ziman bi xwe ye.

Dema em van kirinên dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, emê bibînin ku çi bandorek mezin li ser zarok û civanên kurdan çêkirîye. Di dibistanê dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşandîye û dimeşe.

Ya din jî di warê çapemenîyê, rojnamegerî, medya û karê çandî de ye. Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan, medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî û bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Bi her haweyî xizmet ji vê jenosîda li ser zimanê Kurdî re kirîye. Di roman û sînema Tirkan de Kurd her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîstî (mêtingehkarî) bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin û têd meşandin.

Ramdan Tuati, cîhên asîmilekirinê jî dihejmêre û dibêje; „dibistan û bi zimanê serdest belavkirina zanistîyê, Çapemenî, Karmendîya dewletê, Leşkerîya dewletê, guhertina navên cîh û waran, qedexekirina navên bi zimanê bindest“ Hemû yek bi yek di warê jenosîda zimanê bindest de xizmetê dikin.

Ji bona ku zimanek wenda nebe jî Ramdan Tuati dibêje:

‘‘Ji bona ku zimanek wenda nebe divê di navbera nesîlên kevin û yên nû de dan û stendina ziman hebe. Divê ev stûna navbera wan neyê şikenandin!“

Li henber jenosîda ziman jî zimanzan Ramdan Tuatî dibêje:

‘‘Berî hertiştî divê netew li henber wendakirina zimanê wî bêt hişyarkirin. Divê li henber vê tehlûkê hişyarî bêt çêkirin. Divê di her warî de dewleta serdest çi bixwaze, tersê wê bêt kirin. Carnan em xwe jibîr dikin ku em aîdî grûbekê ne. Kurd ek, ne Tirke, ne Erebe, ne jî Farise. Divê bi helwestek erênî bizanibe ku ew Kurd e. Divê dinavbera nivşên kevin û yên nû de ew zincîra dan û stendina zimanê Kurdî bêt çêkirin û parastin.“

Ramdan Tuatî, balê dikişîne ser girîngîya zimanê zikmakî û dibêje:

‘‘Hînbûna zimanê zikmakî ji hînbûna dîrok, matematîk û teorîyên Eînstein girîngtir e!“

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:46:35

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x