Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!

Rojhilatê Kurdistanê û hêzên sîyasî yên kurdan çiqa amadene ku li Rojhilatê Kurdistanê statûyek sîyasî bidest bixin?

Şeyhmus Ozzengîn

30.09.2022, Cum | 12:23

Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!
Nêrîn Belav bike

Ji 17.09.2022an û virde, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bê rawest, xwepêşandanên li dij Dîktatorîya Îslamî a Îranê berdewam in . Bi qetilkirina Jîna Emînî re, Partîyên Rojhilatê Kurdistanê daxûyanîyek derxistin û gazî gelê Kurd û gelên Îranê kirin ku „dakevin kolanan û van kirinên rejîma Îran şermezar bikin“(!) Li gor vê bangê, pêşî li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakîyan destpê kir û bi rojên dahatî re li hemû Îranê belav bû.

Çalakîyên Îran berbi ku ve diçe?

Şensê ku Rejîma Îranê hilweşînin çi ye?

Rojhilatê Kurdistanê û hêzên sîyasî yên kurdan çiqa amadene ku li Rojhilatê Kurdistanê statûyek sîyasî bidest bixin?

Daxwazên xwepêşanderan di vî warî de ne zelalin. Di derheka mafê jinê û gavên reforman de hinek dirûşme tên avêtin, lê ev ji bona guhertina rejîmê ne besin. Stratejîyek zelal û berbiçav xuya nake. Pêşengîyek honandî, ku xwepêşanderan organîze bike, xuya nake. Kesek, partîyek, an jî komîteyek xwedî vîzyon ku van çalakîyan bigihîne qada serkevtinan xuya nake.

Di qada navnetewî de dengekî bêdil derdikeve. Bi zimanekî dîplomatîk tenê kirinên Rejîma Îranê şermezar dikin. Ev bi tena serê xwe hêvîyê nade xwepêşanderan.

Ji ber van neerênîyên Muhalefeta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewş ne zelale. Dikare reformîstên Îran rewşa heyî ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin. Ew ne zelalîya daxwazên xwepêşanderan, vê fersendê dide reformîstan, ku bi hinek reforman, pêşî li guhertina rejî bigirin.

Di destê rejîmê de hêzên çekdar wek Sipahê Pasdarên, Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî- Basic û teşkîlatên Polîsan hene. Bi şîveyek dijwar tên ser xwepêşanderan, dikujin, birînhdar dikin û girsê ditirsînin. Li henber vê li pişt xwepêşanderan hêzek parastinê, ku xwepêşanderan ji êrîşên çekên hêzên çakdar yên rejîmê biparêze, tineye. An jî xuya nake.

Hêzên Rojhilatê Kurdistanê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ava kirine. Ev navend çiqa amade ye ku çalakîyê Rojhilatê Kurdistanê organîze bikin û Rojhilatê Kurdistanê biparêzin, ev jî ne rûnd e.

Hêza çalakîyên Îran, ku li ser girsê bandora rêberên olî yên rejîma Îslamîst a Îranê bişkînin pir qels e. Ji bona stratejîyek guhertina rejîmê û bidestxistina destkevtinên Kurd û Kurdistanê neorganîzekirîn e. Çep û reformîstên Îran li henber doza Kurd û Kurdistanê di astek şovenîst de ne. Ev di çalakîyên hevpar yên Ewrûpa de derdikevin ber me. Naxwazin ku doza rewa ya Rojhilatê Kurdistanê derkeve pêş. Pêşî li dozê digirin û dikin dengê reformîstan. Di vî warî de helwesta partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî zeîf xuya dike.

Li îranê rewşa jinan elbet pir girînge. Divî warî de ji bona azadîya jinê zelalîyek daxwazan jî heye. Lê pirsa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji van reforman pir pir mezintir e. Rejîm dîktatore û hemû hêz, tebaqe, cîns, hebûna olî, bawermendî, etnîkî xistîye bin zilmek mezin. Li seranserê Rojhilata navîn bingehek terorâ îslamî û metirsîdar ava kirîye. Heta ji rejîmê tê şer ji nav Îran derdixe û dixe dervê sînorê Îran. Êrîşên Dîktatorên Îslamîst yên Îran, ku êrîşî Başûrê Kurdistanê û binkeyên sivîl dike, bombebaran dike eve. Kurd bi tena serê xwe nikarin pêşî li van êrîşan bigirin û aktorên cîhanê jî di vî warî de bêdengin.

Di destê rejîma Îslamîst û dîktator a Îran de Hêzên Basîc hene. Basic hêzek fanatîk û holîgan e. Ji bona wan kujtin, revandin û wunda kirin qet ne pirsgirêke. Ev hêz di nava girsê de belavkirî hatine organîze kirin. Hejmara wan ne dîyare. Hinek bahsa heta milyonan dikin. Çek û dar di destê van hêzan de, ku dakevin kuçan wê qetlîamên mezin pêkwerin. Jiber ku girseya çalakvan bê parastine. Ev jî metirsîyek mezine ji bona çalakvanan.

Her çiqa ev rewşa neyênî ji bona şoreşek dij dîktatorîya rejîma îslamîst a Îran zeîf xuya bike jî, pir derfet hene ku ev rewş xwe bihone. Em di sala 2022 an de dijîn. Dema înternetê û medya civakî ye. Ev herdû derfet jî bi zanistî li henber dîktarîyê û deşîfre kirina zaliman dikare serkevtinên mezin bidest bixe. Dîktar jî vê derfetê baş dizanin. Ji ber wê jî di her lebata girsê de, hemen gava yekem Înternet û medya civakî asteng dikin.

Hêzên kurdên rojhilatê Kurdistanê ji hêzên hersê beşên Kurdistanê direvin. Nakevin nav hêzên Kurdistanê û ji kurdan pirtir bi opozîsyona Îran re têkildarin. Ev ji beşên din tecrît zerarê dide têkoşîna azadîya rojhilatê Kurdistanê. Divê hêzên Rojhilatê Kurdistanê bi hestên Kurd û Kurdistanî, hin li welat û hin li Dîyaspora bi hêzên kurdistanî re tev bigerin.

Her civat, bi piştgirîya civata xwe heye û tenê bi civata xwe re dikare bijî. Bapîrên me belasebeb negotine „her teyrik bi refên xwe re difire“!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1697 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:40:28

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x