Bingeha Mirovatîyê Xîret e!

Li henber malbata Barzanîyan û kadroyên ser kar, êrîşên neyaran û dilnexwazên Kurdistanê berdewam in. Bi salane PKK, vî karî dike û ji bona bandora destkevtin û pêşketinên Başûrê Kurdistanê nebe mînak ji miletê Kurd re; her êrîşan tîne ser Malbata Barzanîyan û herêma Kurdistanê. Bandorek milî a van destkevtinan ku miletê Kurd bipêş de bibe, dişkîne û bizrê dijminatîyê diçîne.

Şeyhmus Ozzengîn

16.02.2024, Cum | 09:54

Bingeha Mirovatîyê Xîret e!
Nêrîn Belav bike

Kesayetîyên têr û tişe, xwedî xîret, zû bi zî nabin nesîbê miletan. Ew kesayetîyên taybetin û taybet tên perwerdekirin. Di Kurdistanê de yek ji van kesayetîyan Mesrûr Barzanîye.

Mesrûr Barzanî; hin di mala xwe de, hin di nav refê kurdperweran de û hin li dervê welat, perwerdeyek baş dîtîye. Ji malbatek xwedî hest û ramanên kurdewarî, Kurdistanî tê. Di warê îstîhbarat û asayîşê de, di warê pîlan û programkirina pêşketina miletê xwe de, xwedî hestên hêja, ku miletê Kurd sûdê jê bigire ye.

Di avakirin û pîlankirina Îstîhbarat û asayîşa Kurdistanê de rolekî girîng lîstîye. Dema êrîşên ji terefê dijminan de bi pîlansazkirina DAÎŞ re hat ser Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî berpirsîyarê sazîya Îstîhbarat û Asayîşa Herêma Kurdistanê bû.

Li henber pîlansazî û êrîşên DAÎŞê Hewlêr, kir bircek ji pola û asayîşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê parast. Dema konsolosên cîhanî ji ber êrîşên DAÎŞê, ji Bexda direvîyan, hemûyan xwe dispart asayîşa Hewlêr, Mesrûr Barzanî pîlansazê wê asayîşê bû.

Ji dewletên dinê re Hewlêr, herêmek herî ewle a Rojhilata Navîn bû. Wê demê di vî warî de bi sedan serokkomar û serokwezîr û wezîrên derve yên dewletan hatin Hewlêr û di derheqê asayîşa Hewlêr de daxuyanîyên erênî dan. Mesrûr Barzanî li perwerdeya xwe di astê postê xwe de jî serkevtî bû.

Mesrûr barzanî bû serokwezîrê Kurdistanê. Ji serî de di serê Mesrûr Barzanî de ew pîlan hebû ku; “divê Kurdistan ji bin tehdît û nîrê Bexda rizgar bibe. Miletê Kurd ji tehdîda birçîbûnê a Bexda rizgar bibe û çavkanîya jîyanê a herêma Kurdistanê û miletê Kurd, ji destê Bexda derkeve. Kurdistan, xwe bi xwe têra xwe bike”.

Mesrûr Barzanî, di destpêka girtina Postê Serokwezîrtîyê de, ev daxûyanî û pîlansazîya xwe eşkere kir.

Mercên başûrê Kurdistanê ku endustrîyek mezin ava bike tinebû. Lê dikarîbû di astek hêja de hinek divêtîyên bilez bihatana kirin ku pêşî li enerjîya Kurdistanê, ku bi kel û pelên derve ve neyê xerc kirin. Di warê çandinî û pîlankirina berhemên erdî de gavên xwe avêt. Bi karsaz û hevalbendên xwe re, bi Holanda û gelek welatên din re ketin têkilîyê, ew anîn Kurdistanê û ji ceribandin û zanistîyên wan fêde girt. Kir ku Kurdistan, ji astek ku her tiştî ji Îran û Tirkîye bistîne, rizgar kir û xist astek ku ew berheman bifroşe İraq û welatên kendava ereban û Birîtanya û Ewrûpa. Îro ji hinar, sêv û heta genim û kartolan, Kurdistan difroşe derve.

Bi pêşketina afirandina kel û pelan re; endustrîya pakêtkirinê jî derket holê. Îro Herêma Kurdistanê hin ji bo xwe û hin ji bona Bexda û gelek welatên herêmê re endustrîya pakêtkirina kel û pelan diafirîne.

Endustrîya Hesin, çîmento, paqijkirina zibalê û gelek kel û pelên xwerinê; Wek goştê mirîşkan, hêk û wek tirşê, Cips, Şîr, mast, kel û pelên paqijîyê, ava hinara, Teîn, simaq û konserwe, hin ji bo xwe û hin ji bona derve diafirîne û difroşe. Berê kel û pelên gundîyên Kurdistanê di destê wan de dima, niha bingeh hatîye avakirin ku dakeve bazarê û keda wan gundîyan jî berbihewa nebe.

Di asta rêveberîya sîyasî û di nav kar û barên hikûmetên cîhanê de jî di her fersendê de cîh girt. Têkilîyek mezin meşand û di her warî de astengên Bexda û zilma ku li ser miletê Kurd dimeşîne anî ziman û eşkere kir. Ji pir dewletan jî, alîkarî û piştgirî girt.

Li henber êrîşên Îranê yên terorî, ku Kurdistanê dixe bin bandorek xerab û dînamîkên netewî yên miletê Kurd dike hedef; dan û stendinên dîplomatîk û hêja meşand. Li helwesta İraq û karesatên Bexda, ku berpirsîyarîya xwe a ji bona parastina xakê Kurdistanê jî gavên dîplomatîk avêt û di astek bilind de piştgirî ji bona herêma Kurdistanê tomar kir.

Herî dawî, di Lutkeya Cîhanî ya Hikûmetên Cîhanê de, ku li Dûbaî meşîya, axivtinek hêja kir û îlan kir ku; “Me îsal şirîkên xwe xurt kir û me pirên nû ava kir. Me vîzyonek Kurdistanê a nû û Herî xurt derxist holê. Mixabin astengên ku hikûmeta Bexda tîne ser me û me Mûçe û maaşên karmendan tehdît dike berdewam e. Evc jî dibê sebebê alozîyan li Herêma Kurdistanê. Hûn ji Îsraîl û Felestînê re “du dewlet” dibêjin. Dema me û İraq jî hatîye. Ev bist sale em diceribînin, helwesta İraqê a li henber Kurdistanê nayê guhertin, em jî doza du dewletan dikin. Divê dinya û hikûmetên dinyayê me fêhm bikin û di vî warî de piştgirîyê bidin me.”

Piştî van serkevtinan:

Li henber malbata Barzanîyan û kadroyên ser kar, êrîşên neyaran û dilnexwazên Kurdistanê berdewam in. Bi salane PKK, vî karî dike û ji bona bandora destkevtin û pêşketinên Başûrê Kurdistanê nebe mînak ji miletê Kurd re; her êrîşan tîne ser Malbata Barzanîyan û herêma Kurdistanê. Bandorek milî a van destkevtinan ku miletê Kurd bipêş de bibe, dişkîne û bizrê dijminatîyê diçîne.

Niha jî carek din bi destê kesekî ku li ber kurtêlên başûrê Kurdistanê mezin bûye û di asta medya de demek bûye xwedî post, di medya dijminê miletê Kurd e ev malbat kirîye hedefa xwe û bizrê nîfaqê, bizrê dijminane diçîne di nav Kurdan de.

Divê ev hêz, dewlet û kesên ku dijminatîya miletê Kurd dikin, bizanibin ku malbata Barzanîyan xetek Kurd û kurdistanî a ku hêza xwe ji dîroka 200 salî a miletê Kurd û Kurdistanê digire. Zû bi zû bi hewlên gur, wawîk û kevtaran ev malbat derbê naxwe. Ji ber ku hêza xwe ji kurdperwerên seranserê Kurdistanê digire.

Dijmin, her hinek ji Kurd, ji xwe re bikaranî ye. Lê ew Kurd, bûne rûreşê miletê xwe û bi rûreşî di dîroka Kurd û Kurdistanê de cîhê xwe girtine.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:06:13

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x