Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!

Şeyhmus Ozzengîn

27.01.2021, Çar | 19:07

Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!
Nêrîn Belav bike

Joe Biden bû serokê Emerîka. Bi ekîba xwe re hat ser karê xwe. Di çar sal xebatên Donald Trump û ekîba wî de pir dosya nîvco mane. Ji van dosyayan yek jê dosîya Îsraîl û Dewletên Ereba ne. Dosîya Îran û piştgirîya Îran ya hêzên terorê li seranserê Rojhilata Naverast e. Ya din, dosîya Tirkîye û S-400 e. Dosya din, dosîya Sûrîye, têkilîyên Tirkîye-Rûsîya û Îran e. Têkilîyên Tirkîyê-Emerîka û têkilîyên Emerîka û HSD û YPG ne.

Ev dosîyayên ku li ser maseya Joe Biden û ekîba wî, li hêvîya çareserîyê ne. Yek bi yek, qedera kurdan jî tayîn dikin. Gelo wê Joe Biden ji ku û çawa destpê bike? Ev hîn ne zelale. Lê em baş dizanin ku pirsgirêkên mezin li pêşîya Joe Biden û ekiba wî ne.

Ji ekîba joe Biden, Antony Blinken, ku wezîrê Kar û Barên Derve yê nû ye; di kar û barên derve yê komisyona Senato de, li ser têkilîyên tirkîye pirsek ji Antony Blinken re tê. Di bersîva vê pirsê de Antony Blinken dibêje; „tirkîye mîna hêzek hevpeymanan tevnagere û hevalbendîya Tirkîye di gotinê de maye“(!) Ev gotina Wezîrê Kar û barê Derve yê Emerîka Antony Blinken ne zelale ku dixwaze çi bêje. Lê bi raya min têt wateya ku, „emê bi Tirkîye re rewşê nerm bikin û bi hev re bixebitin“(!)

Ekîba D. Trump pir hewl dan xwe, ku Tirkîye ji hinbêza Rûsîya û Îran derkeve û vegere gel Emerîka û hêzên Hevpeymanan. D. Trump ew nameya meşhûr, ku tê de ji Erdogan re digot; „eptal nebe, bi General Mazlûm re têkeve têkilîyê“(!) û nameya Mazlûm Ebdî, ku ji D. Trump re şandibû jî, ji Tayîp Erdogan re şandibû. Tirkîye di vî warî de tawîz neda Emerîka. Bersîva Daxwaza Serokê Emerîka D. Trump jî neda!

Tirkîye, di warê S-400 an de gav bipaşde neavêt. Di warê sîyaseta ser saha Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê de jî bipaş de gav neavêt. Di Tebax a 2019an de, di navbera tirkîye û Emerîka de lihevhatinek hebû. Lê tirkîye ev lihevhatin yek teref binpêkir û bi hêzên Tundrev yên Sûrîye re ket nav Axa Rojavayê Kurdistanê. Emerîka li henber Tirk3iyê helwest dananî. Bi 100 hezaran Kurd koçber bûn û di kampan de, per perîşan dijîn. Bi hêzên tundrev re 80 ji % axa Rojavayê Kurdistanê ket bin bandora Tirkîye û van hêzên Tundrev. Ev tê wateya ku, di pirsa Kurd û Kurdistanê de Tirkîye bi qasî misqalekê bipaş de gavê navêje. Ekîba Joe Biden ev dosya dewr girtîye. Wê bi Tirkîye re çawa çareser bike? Emê di van rojên pêş de bibînin.

Rewşa îran hîn ji ya Tirkîyê bêtir tevliheve:

Di dema Obama de, Emerîka û pênc welatên Ewrûpa bi Îran re, li ser sînorkirina projeya Atomê hevpeymanek îmze kiribûn. Bi hatina D. Trump re; ev peyman yek teref bi destê Emerîka hat hilweşandin û Emerîka Ambargoyek piralî anî ser Îran. Îran xist bin qeyranên Aborîyê.

Aktorên stratejîya Şîe ya Rohilata Naverast yên Îranê li henber Emerîka dest bi çalakîyan kirin. Emerîka çar kes ji van stratejîstên Îran bi êrîşan kujt. Lê Îran dev ji tehdîd û çalakîyên xwe yên li dij emerîka berneda. Îsraîl jî, li ser axa Sûrîye û Libnanê, hebûna hêzên leşkerî yên Îran qabûl nekir û dem dem li henber van hêzan Operasyonên leşkerî pêkanî. Îran jî, li İraq û seranserê Rojhilata naverast, hin dijîtîya projeya Emerîka ya di navbera dewletên Ereban û Îsraîl de kir û hin jî bi gefan êrîşên ser kolsolxaneyên Emerîka meşand. Ev dosya jî niha ji Joe Biden û ekîba wî re maye. Wê bi Îran re rewşê nerm bike, an wê projeya ekibê D. Trump bimeşîne? Ev jî ne dîyare.

Ji bona ji nûve avakirina Rojhilata Naverast du pirsgirêkên serete yên herêmê hene. Yek pirsa pejirandina dewleta Îsrail, ya bi dewletên Ereban re ye. Ev pirsgirêk xwînê dide rejîmên dîktator û Îslamîst yên herêmê. „Pirsa Filistîn“, çekek mezine di destê van rejîman de. Ji bona ku ev çek ji destê van dewletên misilman û Ereban derkeve, divê dewletên ereban damezirandina dewleta Îsraîl bipejirînin û bi Îsraîl re li herêmê hevkarîyek stratejîk ava bikin. D. Trump di navbera Dewletên Kendavê yên Ereban û Îsraîl de hinek gav avêtine, lê berfireh nebûye. Bê ku ev bêt avakirin, wê „pirsa Filistîn“ her wek çek li henber Îsraîl, ji bona liserling hiştina rejîmên Ereban bêt bikaranîn. Ev jî tê wateya ku, ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Naverast û avakirina aşitîyek bingehîn û emir dirêj ne mumkûne.

Pirsa din ya Kurd û Kurdistanê ye:

Ji bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê, li herêmê astengên herî mezin yek jê Îran û ya din jî Tirkîye ye. Ev herdû dewletên dijminên Kurd û Kurdistanê, ti carî bi rêyên aşitî û demokratîk nêzî çareserkirina vê pirsgirêkê nabin û tehemûl nakin, ku dewletek Kurd û Kurdistanî li herêmê bêt avakirin! Ji bona çareserkirina vê pirsê û hatina jîyanek aşitîxwaz li herêmê; divê Emerîka dev ji wê sîyaseta xwe a statûkoparêz berde û sîyaseta xwe a bi Tirkîuye re biguhere. Helwesta ku li henber Îran hatîye danîn bidome û hîn jî serttir bibe. Eynî helwest were ser Tîrkîye jî.

İraq wek dewlet balans belawela kirîye, şîraza wê êdî nagire. Ne mukûne ku Îran bihêle, İraq wek dewletek demokratîk, li gor zagonê tevbigere. Emerîka û dewletên Hêzên Hevpeymanan ev 8 sale qedera Herêma Başûrê Kurdistanê bi vê dewletê ve girê dane! Ev heqsizîyek mezine ku Emerîka û hevalbendên wê li henber Kurd û Kurdistanê dikin. Divê Emerîka vê rastîyê bipejirîne û bibe piştgirê avakirina Dewletek Kurd û Kurdistanî. Heta ku ev nebe, herêm ne mumkûne ku, ji nûve bêt dîzayn kirin û aşitî jî nayê pherêmê.

27.01.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:28:39

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x