Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?

Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, tenê hebûna xwe û têkilîyên xwe, bi Başûrê Roavayê Kurdistanê û hêzên HSD-YPG re; li ser esasên şerê li henber DAÎŞê dimeşînin.

Şeyhmus Ozzengîn

03.11.2021, Çar | 17:34

Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?
Nêrîn Belav bike

Ev çend heftene, hêzên ku li ser axa Sûrîyê û Başûrê Roavayê Kurdistanê hene û aktor in, li ser hewlên nû daxûyanîyan didin. Cîhên xwe eşkere dikin û xwe amadeyî hewlên nû dikin. Wek lîska kişikê kesekî li Sûrîyê „şah mat“ nekir.

Çima?

Ji ber ku, Tirkîyê, Îranê, İraqê, Sûrîyê û Rûsîya, li ser esasên parastina yekitîya xaka Dewleta Sûrîyê lihev kirine û bi hemahengîyek hevpar, li ser wê axê hewl dan xwe. İran 70 hezar çekdar li Sûrî bicîh kir, bû beşek ji artêşa Sûrîyê û li henber opozîsyona Sûrîyê, dewleta Sûrîyê û rejîma Esad parast. Tirkîyê, bi dehan hêzên tundrew yên opozîsyonê biçek kir û ji bona berjewendîyên xwe bikar anî û beşek mezin ji axa Başûrê Roavayê Kurdistanê dagirkir. Rusîya hin bi YPG re û hin bi artêşa Sûrîyê re, di hemahengîyekê de, xwest ku her bandora xwe li ser PKK bihêle. Ji ber ku pir baş dizane bê têkilîyên dewleta Sûrîyê û malbata Esad bi PKK re çine û li ser çi esasî ne. Dema ku berdevkê PKK Cemil Bayik dije; „Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin“, ev armancên PKK li ser axa Başûrê Roavayê Kurdistanê eşkere dike.

Tirkîye, carek din herêmên ku neketîye destê wan tehdît dike. Qamîşlo û derdorê wê îşaret dike, lê armanca wê tiştek dine. Armanca wê ewe ku; ew hêzên li Til Rifat bicîh bûne, wan ji wir derxîne. Derdorê Kobanê bicarekê de dorpêç bike ku Kobanê muhtacî wan bibe. Ji ber ku bi dagirkirina Kobanê, tepkîya navnetewî nade ber çavê xwe, wê pîlanek dorpêçê bikar bîne, ku Kobanê bi xwe, xwe vala bike. Ev pîlan di destê Tirkîyê de ye û bi Rûsîya re di hemahengîyekê pîlanê xwe dimeşîne.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê de û heta niha, tirkîye wek „dijberê rejîma Esad“ xwe daye naskirin. Lê di eslê xwe de Tirkîyê, her ji bona parastina yekitîya axa dewleta Sûrîyê, bi îstîhbarata dewleta Sûrîyê re, di têkilîyê de ev hewl avêtine. Ji bona berjewendîyên Sûrîyê, Opozîsyona Sûrîyê kontrol kirîye û ji bona armanc û berjewendîyên xwe bikar anîye. Ji ber ku têkilîyên îstîhbarata Sûrîyê û malbata Esad jî baş dizane. Tirkîye, di ser îstîhbarata Sûrîyê re PKK jî kontrol dike û bi destê PKK ji xwe re li Başûrê Roavayê Sûrîyê sebeban çêdike, ku wê axê dagir bike, demografîya herêmê biguhere û axê di destê kurdan de nehêle; ku Kurd bingeha doza statûyekê li ser axa xwe wenda bikin. Hewldanên PKK, ku her mijara êrîşkirina Tirkîyê tê rojevê, pankartên PKK û Abdullah Ocalan dide destê girsê û li Başûrê Roavayê Kurdistanê çalakîyan lidar dixine eve. Ev çalakî, hewlên tirkîyê di herêmê de hêsan dike. Ji bona ku Kurd, doza statûyekê li ser wê axê nekin. Xetên vê stratejîyê îro hîn zelaltir derketine ber me.

Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, tenê hebûna xwe û têkilîyên xwe, bi Başûrê Roavayê Kurdistanê û hêzên HSD-YPG re; li ser esasên şerê li henber DAÎŞê dimeşînin. Ticarî Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, li Başûrê Roavayê Kurdistanê, PKK, Rêveberîya Xweser, hêzek wek xwedî statû û yasayî qebûl nekirine. Tenê di asta eskerî de alîkarî meşandine û bi hev re li henber DAÎŞ şer kirine. PKK/PYD-HSD/YPG jî ticarî li Başûrê Roavayê Kurdistanê doza statûyek sîyasî nekirine. XWe her beşek ji axa Sûrî (ne beşek ji axa Kurdistanê) dîtine. Ev jî rewşa Başûrê Roavayê Kurdistanê dixe xeterîyê.

Di 29.10.2021an de, makaleyek Sean D Carberry di Rojnameya The Hill de derket. Di pir waran de bersîva rewşê dide û vekirî dibêje; „Ji bona ku em DAÎŞ têxin bin kontrolê, hilbijêra herî baş Kurdistanek serbixwe ye:“

Di analîza xwe de Sean D Carberry dîyar dike ku; di şerê li henber DAÎŞ de Kurd hêzek girîng bû. Lê ev tenê ne bese. Ji bona ewleyî û rewşek îstîkrarî a herêmê, divê em Kurdan wek aktorek girîng a herêmê bibînin û vî rolî bidin wan. Bê dewlet Kurd, nikarin vî rolî bigirin ser xwe. Di vî warî de jî dibêje: „Di herêmê de ji dervê kurdan wê herkes li henber hewla avakirina dewleta kurdan derkevin“(!)

Piştî wekişîna Emerîka û Hêzên NATO ji Efganîstanê îhtîmala ku li herêmê sirrek terorê a nû lêxe heye. Bi hezaran çekdarên DAÎŞ di herêmê de di xew dene. Îhtîmala van, ku bi destê aktorên herêmê carek din têkevin tevgerê û êrîş bikin heye. Ji bona ku ev tehdît bêt ji holê rakirin û DAÎŞ bêt kontrol kirin, divêtî bi hemahengîyek bilind a navnetewî heye. Di vir de NATO û NY, di asta herî bilind de, lazime hemahengîyekê derxin holê. Di derheqa vê hilbijêrê de jî Sean D Carberry tilîya xwe datîne ser pirsgirêkê û dibêje ev hemahengî, „avakirina Kurdistanek serbixwe ye“.

Heger em, li gor tecrûbên berê û bi mejûyê dagirkeran li mesela Kurdistanê binêrin, helbet wê pir kes bêjin; „ev ne mumkûn e, ji ber ku Tirkîye, Îran, İraq, Sûrîye û Rûsîya wê li henber derkevin û PKK jî hêzek di destê wan deye, ku li henber avakirina dewleta Kurd bêt bikar anîn!“(!)

Analîst Sean D Carberry, dibêje; „Ku Kurdistanek serbixwe bêt avakirin, wê li herêmê hemû pirsgirêk bên çareserkirin“.

Wê di herêmê de ev pirsgirêk çawa bên çareser kirin?

Di navbera Deweta Federal a İraq û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingal bigire heta Xanekîn, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divabû berî bi 13 salan, bî referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareser kirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta İraq jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê. Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a İraq û Kurdistan a Federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re pirsgirêkên destûrê tên çareser kirin.

Li herêmên Başûrê Roavayê Kurdistanê DAÎŞ, bi rêka hêzên Îslamî yên tundrew û Tirkîyê, DAÎŞ heye û birêk û pêk e. Her tim li benda fersendê ye û amade ye. Bi çalakîyên xwe, her mesajek zînde dide endamên xwe. Li Efxanîstanê jî bi hezaran çekdarê endamên DAÎŞ hene, ku bi hêsanî bikaribin bînin herêmê.

Di vir de Sean D Carberry dibêje; „bi avakirina Kurdistanek serbixwe re, wê sînorek fermî ji Kurdistanê re bêt avakirin. Hêzên parastina Kurdistanê, wê di van herêman de bicîh bibe. Wek di şerê li henber DAÎŞ de ku çawa Kurdan rolekî erênî û giranbûha lîst, wê di parastina axa dewleta xwe de jî wî rolî hîn xurtur bilîzin. Ev jî çareserîya hilbijare ya herî başe. Di asta ewletîya herêmê de girîngîya dewletek serbixwe a Kurdistanê wê derkeve ber me û emê vê rastîyê bibînin.“

Di herêmê de Îran û Tirkîye, du aktorên dij dewleta Kurdistanê ne. Wê ev dewlet, hêzên xwe yên navdewletî jî li henber avakirina dewleta Kurdistanê bikar bînin û li dij dekkevin. Lê ku NATO û NY piştgirîyê bidin çareserkirina pirsgirêkên herêmê, rîya herî rast, ku di herêmê de dawî li terorê bîne, avakirina Kurdistanek serbixwe ye. Di vî warî de ez jî wek Sean D Carberry difikirim.

Kurd divê li ser axa xwe, di asta avakirina Kurdistanek serbixwe de, xwedî hişmendîyek milî û niştimanî bin.

02.11.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1773 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:52

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x