Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!

Îro (10.09.2020) Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî, bi serokatîya şandekê, Paytextê Herêma Kurdistanê Hevlêr zîyaret kir. Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî yekem danûstendin bi Serokê PDKê birêz Mesud Barzanî re kir. Tê îdîa kirin ku di vê hevdîtina bi Serok Mesud Barzanî re; „li ser pêşhat û guherînên Îraqê û navçeyê danustendin hatin kirin.“ Mixabin li ser vê hevdîtinê bi firehî naverok nehat eşkere kirin!

Şeyhmus Ozzengîn

10.09.2020, Per | 14:19

Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!
Nêrîn Belav bike

Piştî hevdîtina bi Serokê PDKê, birêz Serok Mesud Barzanî re; Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî Bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin lidar xist. Di vê civînê de jî têt gotin ku; derbarê mijarên hevbeş û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê hate gotûbêj kirin.“ Mixabin di vê civînê de jî li ser derxistina encaman ti agahî nehat dan!

Şanda İraq ji wezareta Derve, Wezareta Karên Bergirî, Neft, koçberan û ji hejmarek berpirsîyaran pêk tê. Ev jî dide nîşan ku, ji derîyên sînorî, kar û dahatên gumrikê bigire, heta rewşa berhemên Cotkarên Kurdistanê, Nefta Kurdistanê, rewşa asayîş û kampên koçberan yên Kurdistanê wê bên şîrove kirin.

Programa Serokwezîr û şanda pê re berfirehe. Piştî Hevlêr wê hinek derîyên gumrikê wek yê Îbrahîm Xelîl û yên din, Duhok û kampên koçberan jî zîyaret bike. Piştî van hevdîtinan wê derbasî Parêzgeha Silêmanîyê jî bibe.

Ev demek dûdirêje ku, şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Bexda zîyaret dikin û li ser Pirsgirêkên di navbera Bexda û Hevlêr de giftûgo didome. Lê heta niha Herêma Kurdistanê encamek dewamî û erênî bidest nexistîye.

Ev pirsgirêk çi ne ku ji 2007an de her mezin dibin û nayên çareserkirin?

ji roja dewleta İraq, wek dewletek federal ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta İraq, “Iraq dewleteke Ereb”(!) dîtine û piştî çûna dîktator Sadam Huseyîn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. Mejîyekî kevneşopî û nîjadperestî her pêşî li Kurdan girtîye. İraq; Ti carî Kurd wek welatiyên pile yek ên Iraqê nedîtine û Ji ber wê jî, dema ku, buhaya neftê dikeve û mercên butçeya İraq xerab dibe, tenê qutkirina butçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku, ji ber ketina dahatên neftê, ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî butçe û mûçeyên temamê İraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşan ku sîyaseta Erebkirinê her bi çavekî xerab û dijminane li Kurd û Kurdistanê dinêre û heye, dimeşe.

Heta niha ji Nûrî Malikî bigire heta Mistefa Kazimî, çar serokwezîr li İraq hatine guhertin. Bê îstîsna van serokwezîran yek bi yek bi heyetan re Herêma Kurdistanê zîyaret kirine; sozên çareserkirina pirsgirêkan dane. Lê yekî ji wan sozê xwe nanîye cîh. Ji ber ku li Bexda rewş guhertîye û navendek ereban a kevneşopîyek nîjadperestî û mezhebî heye, ku hemû rê û rêbazên sîyaseta Bexda didestê wan de ye. Ev navenda nîjad perest, bi çavê „axa Ereban“(!) li Herêma Kurdistanê dinêre û her dixwaze ku, vê herêmê û rêveberîya herêmê têk bibe. Kurd divê di vî warî de dev ji berjewendîyên hizbî, grûbî, şexsî berdin û vê rastîyê bibînin.

Pirstgirêkên mezin li Bexda, di navbera desthilatdarên Ereb de heye. Di nav têkçûn û gengeşîyên li Bexda de Mistefa Kazimî, şexsîyetek herî zeîf û bêpişt e. Divêtîya wî bi piştgirîya vê navenda Ereb a nîjadperest û gendelîkar heye. Serdana Serokwezîrê İraq Mistefa Kazimî a ser sînorên Kurdistanê, derîyên gumrikên Kurdistanê, kampên koçberan û parêzgeha Silêmanîyê, mesajek hevgirtî dide navenda wan erebên nîjadperest û gendelîkar, yên ku li Bexda desthilatdarin; ku „serwerîya Kurdistanê jî didestê me deye“(!) Ev jî daxwazek Mistefa Kazimîye ji bona vekirina derîyek kirêdîyê ji piştgirîya xwe re. Lê di vî warî de jî sîyasetmedarên Kurdistanê bikar tîne!

Derîyên Erdî û Ezmanî!

Sîyasetmedarên Herêma Kurdistanê, divê rewşê baş bixwînin û xwe nexapînin. Ev 12 sale İraq, nîjadperestên Ereb, bi helwestek nîjadperestî û dijminane nêzî serwerîya Herêma Kurdistanê dibin. Hatina DAÎŞ bînin bîra xwe; artêşa İraq Herêma Kurdistanê neparast. Hemû çek û teqemenîyên xwe radestî DAÎŞ kirin. Tam di wê demê de qutkirina mûçeyên karmend û pêşmergên Kurdistanê, para butçe ya Herêma Kurdistanê, qutkirina para çekan a pêşmergên Kurdistanê; ev yek bi yek helwestên dijminane bûn. DAÎŞ berê xwe daye Kurdistanê û karesatên jenosîdî daye ber xwe. Hikûmeta Bexda, Kurdistanê bi qutkirina mûçe dahatan, bi birçîbûnê tehdît dikir! Ev di wê demê de îro têt çi wateyê? Çawa emê bi nîyetek „İraqek xurt“ nêzî İraqê bibin, bingeha vê heye?

Artêşa Pêşmergan, artêşa Herêma Kurdistanê ye û hemû divêtîyên vê artêşê li ser wezareta parastinê ya İraqê ye. Li gor zagonê İraq mecbûre artêşa Pêşmergan fînanse bike. Lê İraq ticarî ev berpirsîyarî negirtîye ser xwe. Ji pereyên Herêma Kurdistanê pêşmerge tên fînanse kirin, ev nabe. İraq çawa mecbûre perê artêşa ereban dide, divê a kurdan jî bide.

Ofîsên dîplomatîk yên Kurdistanê li dervê welat hene, nabe ji butçeya Kurdistanê ev mesrefên van Ofîsan bên dan. İraq mecbûre ji bona van ofîsan butçeyan terxan bike.

Hebûna serwerîya Kurdistanê wateyek girîng e. Herêma Kurdistanê, divê bi ti mercî kontrolkirina sînorê erdî û ezmanî radestî İraq neke. Ev wendakirina serwerîya herêma Kurdistanê bi xwe re tîne. Eger Kurdistan dest ji sînorê erdî û ezmanî berde, wê derîyê navdewletî di rûyê Kurdistanê de bêt girtin. Bi nerîna min divê Herêma Kurdistanê ticarî bi radestkirina derîyên erdî û ezmanî razî nebe.

Pirsgirêka Milîkirina Nefta Kurdistanê!

Taybetmendîyek „Destûra İraqê“ ew e ku; mafê kontrola berhemanîna neftê dide Kurdistanê.(!) Mijara çawaniya hinardekirinê ne zêde giring e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bêt hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema milîkirina nefta Kurdistanê ewe. Divê herêma Kurdistanê ticarî mafê kontrola berhemanîna nefta Kurdistanê nede destê İraq. Eger Herêma Kurdistanê xeteyek wilo bike, ti wateya federasyona Herêma Kurdistanê namîne.

Eger Herêma Kurdistanê bi xwe nefta Kurdistanê berhem bîne, nefta Kurdistanê dibe çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê. Ev noqte pir girîng e. Firotina çawaniya neftê mijareke kêmtir giring e.

Divê Kurd, çekên girîng wek kontrola sînorên erdî û ezmanî, kontrola berhemanîna neftê her didestê xwe de bihêlin. Ev derîyên dîplomasîyê û kontrola dahhatên Kurdistanê dide destê kurdan, ku qezencên sîyasî ne û raser bi statûya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

10.09.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1813 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:04:27

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x