Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên

Hunermendên Kurd, hêjayên me ne û her yek bi hunerê xwe, bi beşên xwe, bi hestên xwe, beşek ji jîyana kurdewarî, xwedî hestên milî yên Kurdistan in. Beşek ji berhemên çanda kurdewarî ne.

Şeyhmus Ozzengîn

27.07.2019, Cts | 18:09

Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên
Nêrîn Belav bike

Min heta niha, çar hunermend, pêkersaz û grafîker, wênekerên (Serhad Bapîr, Zoro Metînî, Fewzî Bîlge û Mîrê Hêka-Cemal Evdo) Kurd, bi hest û hunerê wan danasîn.

Hunermendên Kurd, hêjayên me ne û her yek bi hunerê xwe, bi beşên xwe, bi hestên xwe, beşek ji jîyana kurdewarî, xwedî hestên milî yên Kurdistan in. Beşek ji berhemên çanda kurdewarî ne.

Ev nivîsa min li ser hunermenda hêja, ku Kurd pir kêm wê û keda wê nasdikin e.

Hunermenda hêja Îman Hisên, hunerê mozayîkê ye û wek hêsrên çava, bi xwîna kezeba xwe hunerê xwe dinexşîne û dîyarî me dike. Dibe beşek ji hunerê mozayîkê yê Kurdistan. Di xetê mozayîkê de dibe tayên dîroka çand û hunerê Kurdistan.

Îman Hisên, bi delalîya xwe, bi wan tilîyên nazdar, bi hestên kurdewarî, nûra çavên xwe dixe nav hunerê mozayîkê, dihone û hunerê xwe pêşkêşî me dike.

Jinek Kurd, hunermenda hêja, wan perçên hûrik hûrik yên mozayîkê, bi wan tilîyên mîna findên şimê, bisebir, reng bi reng di hunerê xwe de bi ruh dike û bi hestên xwe re dihone.

Mîna lêkolînerekî dîrokî, şexsîyetên Kurd dişopîne. Motîfên dîrokê di hunerê xwe de bi rengan di hunerê mozayîkê de bi ruh dike û bi hunerê xwe mesajên xetên dîroka Kurdistan, di mozayîka van şexsîyetên Kurd de, her yek qermîcokek, her yek xet, wek keserên dîrokî derdixe ber me û dike tayên dîrokê.

Hunerê mozayîkê hunerekî xwedî dîrokek dûr û dirêje. Pîspor, hunerê mozayîkê, yek ji hunerê herî kevnar qebûl dikin. Di dîrokê de, ji Yewnana Qufar (Antîk) û Medenîyeta Roma pir mînakên berhemên hêja yên hunera mozayîkê mane. Cihek ji warê vî hunerê mozayîkê jî Kurdistan e. Bajarê kêleka çemê Firat, Zeugma ye.

Li Kurdistan, dijminên kurdan li henber huner û hêjayên Kurdistan jî bêtehamul hareket kirine û dikin.

Di warê hunerê mozayîkê de, em qatlîama herî mezin li Kurdistan dibînin. Li bajarokekî Entab, ku li kêleka çemê Firatê ye, muzeya herî mezin a mozayîka cîhanê heye. Navê vî bajarokî di dîroka hunerê mozayîkê de Zeugma ye. Muzexaneya mozayîkê a Zeugma, di mezinaya 1700 metre çarkoşe de ye.

Ev hunerê hêja ya mozayîka Zeugma bi destê serleşkererekî Roma hatîye avakirin. Ji ber avakirina bendavek ku li ser ava Firatê têt avakirin, ev muzexaneya Zeugma heta bi heta wê beşek jê jî di bin avê de bimîne. Dewleta tirkan bi her haweyî dijminatîya xwe eşkere dimeşîne.

Dîroka hunerê mozayîkê diçe heta Berî Zayînê 3 hezar salan. Di dema me de jî ev huner bi du teknîkan tên meşandin. 1-Klasîk, 2-Metodên Modern.

Werin em bi hev re hunermenda hêja, ku bi qasî hunerê mozayîkê xwedî dilekî mezin û ji dilê Kurdistan qetîyaye, wenda û carek din bi hunerê mozayîka xwe li me vedigere, nas bikin…

Hunermenda Hêja Îman Hisên kîye?

Malbata Îman Hisên ji Kobanê, koçberî Şamê bûye. Îman Hisên, di sala 1966 an de li Şamê, ji malbatek Kurd hatîye dinê.

Îman Hisên, di bin çavdêrîya hunermend Neîm Şeleş û peykersaz Mihemed Ebû xalid de, di sala 2001 ê ji peymangeha Şêwekarî ya Qunetr ya Şamê, hunerê xwe kuta kirîye.

Piştî kutakirina dibistanê, beşdarî pir pêşengehên hevbeş, yên herêmî û navdewletî bûye.

Di sala 2001 ê de li Îtalya, bajarê Vîrona, beşdarî pêşengeha ku ji bo hunerê Mozayîkê li dar dikeve bûye.

Di sala 2002 an de beşdarî pêşengeha hunerê mozayîkê a Brîtanya, ya li bajarê London bûye.

Di sala 2004 an de li Mixribê beşdarî pêşengeha mozayîkê bûye.

Di sala 2007 an de beşdarî Mihrîcana Mesqet bûye.

Di sala 2017 an de beşdarî pêşengeha hevbeş ya hunermendên Şêwekarên Nemsa/Wîyana bûye.

Di sala 2018 an de beşdarî pêşengeha hunermendên Sûrîye a ku li Swêdê, bajarê Sanfîkîn bûye.

Kar û hunerê Îman Hisên li van welatan hatîye hilbijartin; Îtaliya, Birîtanya, Sûrîye, Rusya, Seltenata Omman, Swêd û Başûrê Kurdistan.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3710 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:19:11

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x