Jenosîd, li ser esasê ji holê rakirina civatê, an jî miletekî têt meşandin. Sê armancên sereke yên Jenosîdê hene. Fizîkî, bîyolojî û çandî. Di van hersê waran de jî sucên tên holê hemû di asta jenosîdê de ne û ji holê rakirina miletekî an jî civatekê dide ber xwe. Dijminên Kurd û Kurdistanê bi dehan caran ev sûc li henber kurdan pêkanîne.
Tevgera Terorîst a DAÎŞê, tevgerek piralî bû. Li pişt vê tevgerê dewletên dagirkarên Kurdistanê hebûn. Van dewletan hin ji hêla aborî de, hin ji hêla Stratejîyê de û hin ji hêla lojîstîkê de pişgirî dan vê tevgera ku sûce jenosîdê pêkanî. Çi bû ev sûc?
Di 05ê Hezîran a 2014an de DAÎŞ êrîş anî ser Şingalê. Li Şingalê Nêzî 500 hezar kurdên Êzdî ji cîh û warên xwe bûn. Ji van 10 hezar kujtî, 7 hezar jin û zarok, mêr revandî û wenda bûn. Herêmek bi carekê de di nava xwînê de, hat valakirin û bi hezaran goristanên komkujîyê li pişt xwe hişt.
Operasyona azadkirina Şingalê di 12ê Mijdara 2015an bi serpereştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, beşdariya zêdetir ji 7 hezar û 500 Pêşmergeyan û piştgiriya hêzên hevpeymanan hatibû destpêkirin û roja 13ê Mijdarê jî Şingal bi temamî ket destê Pêşmergeyên qehreman. Ev rojek dîrokî bû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja rizgarkirina Şingalê; di roja 13ê Mijdar a 2015an, li ser çiyayê Şingalê bi mizgîniya rizgarkirina Şingalê ragîhand û bi vê hevokê tanî ziman:
“Ev rojek dîrokî ye û dastanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehremanan hat tomarkirin.”
Hêvîya duyem jî vegera Kurdên Êzdî, ji bona ser cîh û warên xwe bû. Nêzî 400 hezarî li herêma Kurdistanê di kampên koçberan de jîyana xwe dimeşandin.
Lê pirsgirêkên Şingal bi azadîya Şingal re nehatin çareserkirin. Ji ber ku parêzgeha Şingalê, fermî ne li ser statûya Herêma Kurndistanê bû. Vê rewşê jî destê hikumeta herêma Kurdistanê girêdida.
Şingal ji hêla leşkerî de herêmak stratejîk bû û Îranê dixwest vê herêmê di destê xwe de, ji bona „Hîlala Şîe“ bikar bîne. Bi dagirkarîya DAÎŞ re fersendek ket destê Îranê. Îranê, hêzên Haşdî Şaabî û PKK anî, bi hemahengîyekê li Şingal bicîh kir. İraqê jî, hin ji hêla lojîstîk de û hin jî ji hêla leşkerî de piştgirî û nûçe dan van hêzan. DAÎŞ, li Şingalê têk çû, lê du hêzên di xizmeta Îranê de li Şingal bicîh bûn. Pîlanên avakirina Şingal û vegera koçberên Şingalê sabote bû. Koçberên Şingalê, bê ku PKK û Haşdî Şaabî ji Şingalê derkeve, vegera Şingalê redkirin. Tenê nêzî 10 hezaran vegerîyan Şingalê û ketin nav destê PKK.
Sazîyek bi destê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi navê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hat damezirandin. Bi destê vê dezgehê xebatên rizgarkirina qurbanîyên Kurdên Êzdî hat meşandin. Hat tesbîtkirin ku 6417 kes hatine revandin. Bi xebatek dûr û dirêj heta niha 3554 qûrbanî hatine rizgarkirin. Ji hejmara qurbanîyan, hîn qedera 2863 kesan ne dîyare.
Li Şingalê ger û lêkolîn li ser gorên komkujîyên Şingalê hat meşandin. Bi dehan gorên komkujîyê hatin dîtin û beşek mezin ji wan hatin vekirin, nav hatin tesbîtkirin.
Hukumeta Herêma Kurdistanê û dezgehên civakî û rûhanî yên Kurdên Êzdî, bi hev re xebatek hêja û dûr û dirêj meşandin. Hin rizgarkirina qûrbanîyên revandî, hin tomarkirina belgeyên komkujîyê û amadekirina dosyayên komkujîyê ji bona pejirandina jenosîdê hatin meşandin. Heta niha parlementoyên 13 welatan ev tawanbarîya DAÎŞ û piştgir û hevalbendên wê wek jenosîdê pejirandine.
Gava herî dawî Parlementoya Elmanya di 19.01.2023an de bi civînek taybet, bi yek dengî Komkujîya kurdên Êzdî li Şingalê wek JENOSÎDÊ binav kir.
Di nav xalên pejirandina jenosîda kurdên Êzdî de hat pesendkirin ku:
„Armanca DAIŞê tunekirina civaka Êzidî bû. Bi taybetî di sala 2014an de zêdetirî 5 hezar Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin îşkencekirin û bi awayekî hovane hatin kuştin.”
Di xalek din de hat pejirandin ku:
„Parlamentoya Almanyayê nirxandina Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ya derbarê naskirina sûcên li dijî Kurdên Êzidî ji bona weke jenosîd binirxîne û bipejirêne“ wê bar bigire ser xwe.
Ev gava parlementoya Elmanya a pejirandina jenosîda Kurdên Êzdî, ji bona qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo qurbanîyan, gavek girîng û dîrokî ye. Ji bona ku carek din ev sûcên jenosîdê neyên dûbarekirin, sezakirina tewanbarên jenosîdan pir girînge. Divê ti sûcên komkujîyan bê biryar û seza nemînin.
Mixabin gavek duyem derdikeve ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dezgehên kurdên Êzdî û rewşenbîr û hiqûqnasên Kurd e. Ew jî daxwaza dadgehek navnetewî ye û di vê dadgehê de mahkemekirina Tewanbarên Jenosîdê û dewletên piştgir e. EV gav, ji bona pêşeroja Kurdistanê gavek girîng e. Ji ber ku DAÎŞ ne bi tena serê xwe ev jenosîd pêkanîye. Li pişt vî sûcê Jenosîdê dewletên dagirkarên Kurdistanê, wek Tirkîyê, Îran, İraq û Sûrîyê jî hene.
Wezîra Derve ya Almayayê Annalena Baerbock di gotara xwe de bal kişand ser hinek xalên din û got:
“Em weke Almanya dikarin tenê piştgiriyê bikin. Berpirsyarî li ser milê hikûmeta Iraqê û bakurê Iraqê Kurdistanê ye. Em dikarin piştgiriya jinûve avakirinê bikin, ji ber ku Şingal ji bo wan girîng e û dixwazin vegerin cihûwarê xwe. Em ji bo vê yekê li gelek aliyan kar dikin û weke Almanya tiştê ji me bê xwestin emê bikin.”
Sipas ji Parlementoya Elmanya re ku ev gav avêt û ev berpirsîyarî girt ser milê xwe.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.