Emerîka û Rûsîya du dewletên zirpoş yên navnetewî ne. Ev herdû dewlet, li ser xaka Sûrîyê û Başûrê Rojhilatê Kurdistanê xwedî biryar û bandorin. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyeyê û heta niha ev herdû zirpoşên dewletan li sahê ne.
Rusîya bi Sûrîye, Îran û Tirkîyeyê re hevalbend, sîyaseta xwe li gor berjewendîyên xwe yên li Sûrîyeyê û herêmê dimeşîne. Yekem armanca Rûsîya û hevalbendên wê ewe ku, “rejîm hilneweşe û Sûrîye perçe nebe”. Di virde, pirsa Kurd û Kurdistanê li Başûrê Rojhilatê Kurdistanê, li gor daxwaza Sûrîyeyê, Îranê û Tirkîyeyê têt dîzaîn kirin. Ev jî têt wateya ku, “Rûsîya li Sûrîyeyê bi ser bikeve û rejîm li ser ling bimîne, Wê Kurd wenda bikin”(!) Ev ênî, ênîyek dijberî Kurd û Kurdistanê ye.
Hêla din Emerîka û Hêzên hevpeymanan e. Bi dorpêç û dagirkirina DAÎŞ a Kobanê re, raser daketin saha Sûrîyeyê. HSD avakirin û bi HSD re li henber DAÎŞ dest bi şer kirin. Sebeba ku, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan, HSD avakirin û bi kurdan re li henber DAÎŞ dest bi şer kirin, ne hezkirina kurdan bû. Van hêzan raser û rû bi rû nexwestin leşkerên xwe daxin sahê û di qada reşayî de li henber DAÎŞ şer bikin û qurbanîyan bidin! Çi kirin? Kurd ji xwe re kirin leşker û hin bi çekan, madî, manewî li sahê Kurd perwerde kirin û bi hêza ezmanan jî piştgirî dan YPG û PYDê. Di virde berjewendîyên Kurdan û van hêzan dihat cem hev. Li henber dijminekî hevpar, di ênîyek hevpar de dikir yek. Daxwazên Emerîka û hêzên hevpeymanan zelal bûn; ji kurdan dixwestin ku li ser erdê bibin peyayê me, emê bi hêzên ezmanî we biparêzin, lê tenê li henber DAÎŞê!
Ne Hêzên Hevpeymanan û ne jî Emerîka di warê sîyasî de Kurd wek mütefîq nedîtine. Her dem gotine, “peyman û têkilîyên me li bakurê sûrîyeyê ne sîyasîne, leşkerî ne. Me sozek sîyasî nedaye kurdan.”(!) Ev jî tê wateya ku wê rojekê sebeba “şerê li henber DAÎŞ” jî biqede û Kurd dibin parîyê dijminên xwe carek din.
Ji serî de têkilîyên PYD, YPG û HSD bi Sûrîyeyê re hebûn. Hêzên Hevpeymkanan û Emerîka jî hayedarê van têkilîyan bû. Ticarî ji wan re negotine; “bi Sûrîyeyê re nekevin têkilîyê. Pere, çek û alîkarîyê negirin. Bi rejîma Sûrîyeyê re nexebin û bila rejîm ji Hesekê û Qamîşlo derkeve.”(!)
Guhertinên sîyasî yên sîyaseta PYD û YPG a li ser Başûrê Rojhilatê kurdistanê, wek “Kantonan, federasyon û Herêma xwe Ser, bakurê Sûrîye” ev têkilîyên bi rejîma Sûrîye re bûn. PKK ticarî nehiştîye ku ji vî perçeyê Kurdistanê re bêjin Kurdistan. Ev daxwaza Sûrîyeyê. Daxwaza axê û redkirina dewletê jî li ser van daxwazan dimeşe.
Tirkîyeyê jî di serî de li gor daxwazên yekitîya Ewrûpa û Emerîka, di saha Sûrîyeyê de cîh girt. Bi şiklekî taşeronîya van hêzan li ser sahê dikir. Organîze kirina Opozîsyona Sûrîyeyê girtibû ser xwe û çek pere û alîkarî, piştgirî jî ji Emerîka û Hêzên Hevpeymanan digirt. Lê Tirkîyeyê, opozîsyona Sûrîyeyê ne li gor daxwazên Emerîka û Ewrûpa, lê li gor daxwazên xwe û armancên xwe bikar anî. Xwest ku li Sûrîyeyê kurdan jî di vê ênîyê de ji xwe re bikar bîne. Sebeba hatina serokê PYD Salih Muslum û hinek hevalbendên wî ku hatin Tirkîyeyê, bi MİTa tirkan re rûniştin û piştî çendîn civînan vegerîyan, lê ênîya ENKS ma di vê kualîsyonê de, yek ji hesabên tirkan bû.
Dema ku ez vegerim serî û ji we re zelal bikim ku, di herêmê de du aktor hene. Yek ji van aktoran Tirkîye ye û a din jî Îran e. Ev herdû aktor jî dijminê Kurd û Kurdistanê ne. Li ser pirsa Kurd, ev ênî fireh dibe û Sûrîyeyê û İraqê jî digire nav xwe.
Emerîka û hêzên Hevpeynanan, ji bona ku li herêmê berjewendîyên xwe biparêzin û armancên xwe bînin cîh, divêtîya wan bi hêzek xurt, ku amadeyî parastina van berjewendîyan be, heye. Gelo Kurd ji vê re amade ne? Ji bona ku Kurd mîsyonek bi vî rengî bigirin ser xwe, divê Kurd di herêmê de bibin dewlet. Ji bona ku Kurd li herêmê bibin dewlet, divê Emerîka û Hêzên hevpeymanan li henber Îran û tirkîyeyê xwedî helwest bin û bê şik kurdan ji êrîşên Îranê û tirkîyeyê biparêzin.
Gelo Emerîka û Hêzên hevpeymanan ji vê re amade ne?
Ez di vir de ne bawerim ku, Emerîka dev ji sîyaseta xwe ya statûkoparêz berde an jî berdaye. Tirkîye jê re wek dewletek hevalbendê NATO, mutefîkekî stratejîk e. Di ji nûve dîzaîn kirina Rojhilata Naverast de, Emerîka ji kurdan bêtir, balê dikişîne ser tirkan. Ji ber wê ye ku, ji kujtin, talan, barbarî û dagerkarîya tirkîyeyê re çavên xwe digirin. Tenê bi zimanekî dîplomatîk, tilîyek hingivî davêjin lêvên kurdan! Lê di bînî de cesaretê didin tirkan. Bi raya min ev tê wateya ku Emerîka Tirkîyeyê ji hesabên xwe dernexistîye û îhtimalek mezin e, ev bêdengîya li henber Tirkîyeyê jî li gor van hesaban dimeşe. De herêmê de Îsraîl ticarî wek hêzek taşeron ji Emerîka û YE re naxebite. Wê wextê dimîne Tirkîye!
Ji bona Rojhilata Naverast a nû, wê dîsa Tirkîyeyê bikin mutefîkê xwe yê stratejîk. Eger ev ne rast be, çima Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ewqes zêde tawîza didin Tirkîyeyê û çavên xwe ji kirinên wê re digirin? Îran rewşa wê guhertîye û îranê, bê ku rejîm lê bêt guhertin, ji dervê vî hesabî dihêlin.
Tirkîye, her roj gund û navçeyên kurdan bombe dike. Kurdan dikuje. Efrîn û derdorê wê talan dike. Bi dehan hêzên îslamîst, ku piranîyên wan wek hêza terorê tên qebûlkirin, di bin baskê Tirkîyeyê de, ketine ser pêsîra kurdan, kurdan dikujin, direvînin. Malên wan talan dikin û dar û berên wan diqelînin. Lê Ew hêzên ku li henber DAÎŞê ji me re mutefîk bûn çev û guhên xwe ji Tirkîyê û van hêzên terorê re digirin!
Heger ev nayê wateya ku, ji bêdengîya van dewletan, “tirkîye li ser sînga kurdan wêrek dibe”, têt çi wateyê?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.