Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!

Di miletperwerîya her miletî de pîvanên taybet hene.

Şeyhmus Ozzengîn

06.07.2021, Sal | 18:57

Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!
Nêrîn Belav bike

Di miletperwerîya miletên serdest de, hezkirinek „hukumdarî“ ya ku zilm û zordarîyê li miletên bindest bike heye. Ev „hukumdarî“ di asta nijadperestîyê de ye.

Kurd, vê „miletperwerîyê“ bi nîjadperestî binav dikin û red dikin. Ji ber ku ji zordaran û nîjadperestan pir kişandîye, Kurdperwerîya xwe bi hezkirina çand, ziman, tayên dîroka xwe û axa xwe ve girê dide. Ev jî li ser du esasan kom dibe..

Kurdperwerî

Welatperwerî

Kurdperwerî; li ser esasên çand-ziman, felsefeya hevpar ya jîyanê-dîrok û tayên hevpar yên pêvajoka medenîyetê têt watedar kirin.

Di vî warî de qîmetê bide çi hêjayên xwe, ji çi hêjayên xwe hez bike, ewqes jî qîmetê dide pîrozbahîyên milet û kêmhateyên ku bi wan re têkildar e. Yanî ji astek nîjadperestîyê dûr, bi hest û ramanên ku ji miletê Kurd re çi qîmetîyek wê he be, dizane ku ew ji her miletî re bi qîmete. Qut û gilover, hurmetê ji çanda henber xwe re bike ku, ew jî bejna xwe ji te re bitewîne!

Welatperwerî; ax û dîrok e. Yani li ser axek (Kurdistan) ê parvekirina jîyanek dûr û dirêj e. Ev jî dîrok û wargehê wê dîrokê biwate dike. Milet li ser wê axê welat û dîrokê diafirîne. Dibe tayek ji serbilindîyên wî miletî li ser wê axê û dibe parvekirinek netewî di hestê milet de.

Ew milet li ser wê axê suriştîya ku derdixe holê, bi reng û sembolan jî temsîl dike. Ev jî Al e. Al jî, sembolek hevpar a hêjayên ax û dîrokê ya milet e.

Miletperwerî û welatperwerîya kurdan, ji nîjadperestîyê dûr, li ser asta hurmet, hezkirin, sebir û rizayê hatîye avakirin. Di vê de li henber dijminan dijmin, li henber dostan dost û li henber kêmquwetan jî hurmetkar e.

Di hestên mirovî de; nabe, ku dijminên te çi bîne serê te, dema tu bibe desthilatdar, tu jî li kêm quwetan, li kes û hêzên dijberê xwe, an jî li kes û civakên ne ji xwe bike. Ev tê maneya ku, di têkoşîna li dij zordarîyê de, te bingehek li ser asta felsefeyek civaknasî mirovî, li henber zordaran ava nekirîye. Ji pîvanên mirovî pirtir, pîvanên zordaran bandor li ser felsefeya jîyanê kirîye.

Dijmin digire, îşkence dike, zîndan dike, dikuje! Ji bona ku desthilatdarîya xwe bidomîne her pergal jê re meşrû ye. Neteweperwerî û welathezîya kurdan, edalet û mirovhezîya kurdan, di bin baskê desthilatdarî û serwerîya xwe de rê nade li ser axa xwe, ev kiryar pêk werin. Eger pêk werin, seqetîyek di desthilatdarîyê de heye.

Divê di avakirina huqûqê de bingehek hevpar, wekhevî û mafparêzî hebe. Ev pîvan, ji her kesên ku di bin desthilatê de bijîn re derbas bibe. Ji tu kes û hêzan re ji bona ku rûbirû bûna dadwerîyê de tolerans tine be. Ku her kesên xwedî hest û bawerî, bawerîya xwe bi biryarên dadgehê ve bîne.

Li Başûrê Roavayê Kurdistanê hêzek bi navê PKK, bi zora çekan, li wir dest danîye ser îradeya miletê Kurd. Bi helwestek totalîter, yek partî, yek xet û yekserokatî xistîye pêsîra kurdên vî beşê Kurdistanê.

Yên ku beşdarî vê xetê nebin, girtin, îşkence kirin, zîndan kirin, kujtin û welatterk kirin kirîye para wan. Yanî bi şîveyek vekirî „ya hûnê wek me bin, yan jî hûn nikarin li vir bijîn“(!)

Di vî warî de, li ser kiryarên PKK, li vî beşê Kurdistanê, bi îstatîstîkan lîste li ber dest heye bê çi anîye serê hêz û kesên ne ji wan.

PKK, li Roavayê Kurdistanê, bi destpêka avakirina hêza xwe a çekdarî re, ji 07.10.2011 an, heta 2014 an 58 Kurd, nav û adresên wan dîyar, di bin desthilatdarîya wan de hatine kujtin li Roavayê Kurdistanê. Di êrîşên anîye ser rîh spî, zana, aqilmend, şêx û sîyasetmedarên kurdan de, ji bona ku rê ji xwe re veke, sîstemek dijminane bikar anîye. Pêşî, her şexsîyetên ku di nava civakê de xwedî hêz bûn, ji xwe re kirîye hedef, kujtîye û metirsîyek xistîye nava civatê û civat terorîze bûye. Bi van metodan, bi hawayekî bilez îradeya kurdên vî beşî binpê kirîye û desthilatdarî girtîye destê xwe.

Her ku gavên desthilatdarîya xwe xurt kirîye, gavên êrîşan jî berfireh kirîye. Revandin, wenda kirin, zîndankirin û kujtin meşrû kirîye. metirsîyek wilo derxîstîye holê, ku kes nikaribe li kesekî bipirse û xwedî li kesekî derkeve. Ev totalîterîzma BAAS, ku li Sûrîyê û İraq, Li Îran sîstema Îslamî û li Tirkîyê metodên senteza Tirk û Îslamê ne. Ev sîstem, ji terefê PKK ve li henber miletê Kurd hatîye avakirin.

Êrîş birine ser ofîsên hêz û partîyan. Ofîsên wan şewitandine û sembolên wan binpê kirine. Serkirdeyên wan, ya kujtine, ya zîndan kirine, yan jî bi darê zorê avêtine dervê sînoran. Êrîş anîne ser medya azad. Xwestîye ku civatek kor, ker û lal û jê re îteatkar ava bibe.

Di 22ê Gulan a 2021 an de ji alîyê asayîşê ve, bi navê Emîn Îsa Emîn xortek têt binçav kirin. Di 23.06.2021 an de, piştî 27 rojan termî Emîn Îsa Emîn, li nexweşxanê radestî malbata wî dibe, bê roporên bijîjkî. Dema ku malbata nemir daxwaza rapora mirina Emîn îsa dike, hemû bijîjkên nexweşxanê ji tirsan, vê daxwaza malbata nemir red dikin. Tenê yek bijîjk bi sozê ku navê wî veşartî bimîne, li termê Emîn Îsa dinêre û raporekê dide malbata wî.

Emîn Îsa Emîn, bi rojan îşkence dîtîye. Çena wî şikenandine. Rûnê qijandî berdane ser laşê wî. Ava kelandî berdane bin çehgên wî. Qoqê serê wî, lingên wî, gûwîzekên wî tije dewsa derban! Ev wahşet, ev barbarî di zîndana PKK a ku li Roavayê Kurdistanê de ji bona kurdên ne ji xwe re ava kirîye, hatîye serê Emîn Îsa Emîn.

Ew PKK, ya ku di her gotina xwe de gotina „demokratîk, wekhevî, biratîya gelan“ bikar tîne, çima ji bona kurdan, kurdkujî kirîye kar ji xwe re?

06.07.2021

Şeyhmus Ozzengin

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1855 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:27

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x