Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?

Yê ku di nav kurdan de ev versîyona çepgirîya kemalîstên tirkan bicîh kir jî rêberên PKK bi xwe ne. S. Demirtaş jî yek ji kesayetîyên vê mîsyonê ye. Eger S. Demirtaş lîstika ser kurdan a bi hêza legal a PKK ku li ser kurdan dimeşe ferq kiribe, divê derkeve û vê lîstikê deşîfre bike.

Şeyhmus Ozzengîn

12.01.2024, Cum | 07:01

Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?
Nêrîn Belav bike

Çima li ser Salahttin Demirtaş, di nav kurdan de ev firtone radibe?

Ali Kemal Ozcan, çima xwe davêje pişt Apo, Cemîl Bayık û S. Demirtaş û kurdperweran dike sepetekê û êrîş dike?

Çi li pişt vê girr a pîs heye, Devleta tirk dixwaze di vê pêvajokê de li ser kurdan çi pîlanî, bi rêya kê bimeşîne û li pişt perdê kî bi kê re çi dimeşînin?

Emê li bersîva van pirsan bigerin.

Berî her tiştî ti eleqeya S. Demirtaş û Kurdperweran bi hev re tineye û çênebûye. S. Demirtaş, her di nav wê tevgera ku dijminatîya Kurdperwerên Kurdistanê kirîye û her gotîye “milliyetçilik tehlikeli bir şeydir, biz Türkiyelileşmeyi savunuyoruz! Kurdlere devlet düşüncesine karşiyiz” (Kurdperwerî rêyek bi tehlûkeye, em rêya tirkîyeyî bûne diparêzin, dij dewleta Kurd in!) de cîh girtîye. Di ser S. Demirtaş re êrîşa ku Ali Kemal Ozcan tîne ser Kurdperweran, tirsa PKK-DEM Partî û Abdullah Ocalan bi xwe ye. Ji ber ku di nav kurdan de bi zeîfbûna PKK re pêlek Kurdperwerî di nav ciwanên Kurdistanê de, di portalên medya civakî de derdikeve pêş. Di mîsyona wî de yek jê jikenandina vê pêlê ye. Dîqata dewleta tirkan dikişîne ser vê noqtê ku wek tehlîke dide nîşan. PKK û DEM Partî jî. S. Demirtaş jî heta îro di vê mîsyonê de cîh girtine, ev ne tiştekî veşartîye jî.

Hêlek xweyî din jî derdixe pêş:

Ew jî rewşa PKK ye; xuyaye ji xeynî DEM Partî û Îmralî û Ewrûpa, Dewleta tirk, bandora wê li ser PKK zeîf bûye. PKK, bi carekê de radestî Îran û Sûrîyeyê bûye. Ev ji xwe, ji me re eşkere bû. Me ji zûde girêdanên PKK û Sûrîyê û Îranê dişopand û dizanî. Di şerê wekaletê yê xeta şîe de cîhê xwe girtibû û têkilîyên wan bi Haşdî Şabî, Hizbullaha Libnanê re dîyar bûn. Lê nerehetîya dewleta tirk li ser rewşa heyî a PKK, ku bi hinek hewlan re derdikeve holê, tiştê ku nû ye; xuya dike ku Tirkîye van çend salên dawî însîyatîfa ser PKK û ji xwe re bikaranînê de lawaz bûye. PKK bi carekê de bûye hêzek wekaletê yê Îranê. Ev jî dibe sebebê cûre cûre derxistina dengan di nav girseya ku bi PKK re têkildar e.

A.K.Ozcan di axivtina xwe a oda Xê de, ku 650 kesî lê guhdarî dikir de mesajên beşek ji kûraya dewleta tirkan dida û xwe davêt pişt Abdullah Ocalan û êrîşî S. Demirtaş dikir. Li ser pirsa “S. Demirtaş merivê kê ye?” sê teref derdixis pêş û dixist hedefa xwe. Wek ku ev hersê teref li ser S. Demirtaş hevpar in. Çi digot:

“1-S.Demirtaş zilamê gladîyo ya tirkîyeyê ye.

2-S. Demırtaş zilamê kemalîstên dewleta tirkîyeyê ye.

3-Li pişt S. Demirtaş faşistên kurdan hene.” (Di vir de qezda wî Kurdperwerin.)

Piştî ku ev mesajên aqlê beşek ji dewleta tirkan rêz kir, xwe îca davêt pişt A. Ocalan û digot; “Ji bona ku A. Oclan nemre, ez xwe wek dendikê atomê perçe perçe dikim!” Yanî dibêje; ez peyayê A. Ocalan im û hinek dixwazin bandora wî li ser kurdan kêm bikin, lê ez ji bona ku ev armanca wan neyê cîh, di qadê de di nav hewldanê de me!

Demek dirêje A. K. Ozcan, bi PKK û A. Ocalan re di têkilîyê de ye. Li ser A. Ocalan têz jî nivîsîye. Fermî cara yekem di 20ê Hezîran a 2019 an de, yanî berî pênc salan derket ber medyayê. Têkilîyên wî û A. Ocalan derketin ber me. Wê wextê di 29ê Hezîran a 2019 an de di “Rûpela nû” beşa Tirkî de, bi ser nivîset “stratejîya A.K. Ozcan û A. Ocalan” nivîsek min derket. Min wê wextê jî mîsyona A.K. Ozcan deşîfre kiribû.

Tevgera PKK a legal DEM partî, hefsarê wê bicarekê de ketîye destê Çepgirên tirkan yên beşek ji kûraya dewletê. Ev beş di stratejîya şîe a Îranê de, li gel Sûrîyê û Îranê cîh digirin. Mitînga Stenbolê a ji bona “Hamas û Felestînê” a DEM Partî, belgeya ku ev baskê bi navê çepgirîya tirkan, di nav DEM Partî de ku çawa ji xeta Şîe re dixebitin bi xwe ye.

Hêla din Kurdperwerên Kurdistanê ne:

Yên ku ji kurdperwerîya kurdan acizin û kurdperwerîya kurdan, niştimanperwerîya kurdan wek tehlûkeyek roja tûfanê didin nîşan, aqlê pişt PKK ye. A. K. Ozcan jî xwe dawêje pişt vî aqilî û mesajê dide dewletê;

“Ji bona ku bi dewletê re rêyek têkilîyê vekim, ez xwe diçirîn im!”(!) A.K.Ozcan

Yani vekirî mesajê dide dewleta tirk ku ez, ji bona bicîhanîna stratejîya we, a ser kurdan dixebitim û ji wezîfeyên nû re amade me. Ji ber wê jî bi mejîyê çepgirên kemalîst û aqlê kuraya dewletê kurdperweran bi zimanekî çetel, bi “faşistên kurdan” tometbar dike.

Yê ku di nav kurdan de ev versîyona çepgirîya kemalîstên tirkan bicîh kir jî rêberên PKK bi xwe ne. S. Demirtaş jî yek ji kesayetîyên vê mîsyonê ye. Eger S. Demirtaş lîstika ser kurdan a bi hêza legal a PKK ku li ser kurdan dimeşe ferq kiribe, divê derkeve û vê lîstikê deşîfre bike. Mîsyona Çepgirên Kemalîst yên nav PKK û DEM Partîyê deşîfre bike. Eger vê neke, gotina wî jî ji kurdperweran re pere nake.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:19

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x