Kurdistan!

Piştî hilbijartinên dewleta Ferel a İraq, li Kurdistanê alozîyan rû da. Destek reş ji her hêlê de van alozîyan tev dide. Dixwaze îradeya ku di hilbijartinan de derketîye holê têk bibe. Ev dest; li Bexda ye û ji Bexda bi DAÎŞ re, bi beşek ji Haşdî Şabî, bi tirkan re, bi farisan re, bi beşek ji kurdan re tevdigere. Her ku diçe êrîş û alozîyan geş dike.

Şeyhmus Ozzengîn

03.12.2021, Cum | 18:51

Kurdistan!
Nêrîn Belav bike

Vî destî, ev demeke DAÎŞ xistîye dewrê û dest bi êrîşan dike. Bi metodek sîstematîk, li herêmên ji dervê desthilatdarîya Herêma Kurdistanê, êrîşan tîne ser sengerên Pêşmergan û pêşmergên Kurdistanê zaîyatan didin. Di demek kurt de, nêzî 16 pêşmerge, kesên medenî cangorî bûn. Ev dîyare, ku Îran û Tirkîyê nahêlin li ser axa Kurdistanê û Bexda lihevhatinên bingehîn birêve biçin. Tehdîda hêza kontra ya nîjadperestên tirkan (Devlet Bahçelî) ku dibêje:

„..yên ku li ser statûya Kerkûk pîlanan çêdikin û dixwazin welatê Tirkmenan radestî pêşmergan bikin, divê aqlê xwe bînin serê xwe!“(!) Dîyare ku ev îşareta êrîşan bi xwe ye.

Ev deh roje ji medya em van nûçeyên ku me xemgîn dike û dilê me dax dide dixwînin:

„..grûpeke Pêşmerge ket kemîna çekdarên DAIŞê û di encamê de 7 Pêşmerge şehîd bûn.“

„Çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.“

Dîyare ku destekî dijminane ketîye dewrê û bingeha êrîşên hîn mezintir hazir dike.

Bi dû hev de sê êrîş hatin ser Pêşmergên Kurdistanê û di hersê êrîşan de jî pêşmergan cangorî da. Gelo ev bêtedbîrîya hêzên pêşmergan e?

Yan jî li van deveran DAÎŞ ji Pêşmergan bihêztir e?

Çima her êrîş û alozî ji van deverên ji dervê desthilatdarîya herêma Kurdistanê tên ser pêşmergan?

Berê DAÎŞ êrîş dibir ser artêşa İraqê, çima piştî hilbijartinên İraqê berê êrîşên DAÎŞ ket ser pêşmergan?

Ev herêm qaşo di bin desthilatdarîya hêzên İraq a Federel de ye. Çima İraq rê dide van êrîş û alozîyan?

Em dikarin pirsên xwe pir bikin. Lê divê em li bersîva pirsekê bigerin ku ew bersîva hemû pirsan e.

İraq dewletek xwedî serwerî ye an na?

Bi raya min, ev 18 sale hewlên İraqek bi hêz û xwedî serwerî têt dan. Hin Emerîka û hin jî piştî êrîşên DAÎŞ hatina hêzên hevpeymanan li İraqê û herêmê, armancên wan ne zelal û ne jî serkevtî ne. Ji dêlva neşterê li pirsgirêkan bixin û li çareserîyek bingehîn bigerin, tenê rewşê îdare dikin û demê dirêj dikin!

Çima ev aktorên navdewletî û bihêz, li dij Kurdistanek serbixwe û bihêz in?

Hin Emerîka û hin jî hêzên hevpeymanan pir baş dizanin Ku Kurdistanek serbixwe bêt avakirin, wê li herêmê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Lê ev rastî li hesabê wan nayê. Baş dizanin ku Di herêmê de ji dervê kurdan wê herkes li henber hewla avakirina dewleta kurdan derkevin. Ev jî metirsîyekê a wendakirina berjewendîyên bi van dewletên dijberê Kurdistanek serbixwe re tîne ji van aktoran re. Di herêmê de ji dervê Îsraîl, her dewlet û hêz dijminê avakirina dewleta Kurdistanê ye. Ji bona ku ev rastî ser û bin bibe, divêtî bi piştgirîyek jidil û xurt heye. Ev jî NATO ye, NY ye, Emerîka ye û YE ye. Di virde jî perçe perçe xuyakirina hêzên sîyasî yên kurdan tenê sebebek neyênî ye. Lê ne sebeba yekem e. Sebeba yekem berjewendî ne. Eger, aktorên cîhanê biryara avakirina dewletek kurdistanî bidin, dikarin hemû sebebên neyênî, vegerînin astek erênî. Kengî bixwazin, ku li herêmê dawî bi teror û alozîyan were, wê dûmayîka vê hewlê jî bêt.

İraq dewletek hilweşîya ye û tiştê mayî ketîye destê hêzên partîzanî, hêzên tundrew, gendelîperest. Herkes, her hewlê ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne û ji vê hemahengîyê jî dewletek federal dernakeve. Hin Emerîka, hin NATO, hin hêzên Hevpeymanan di vê astê de îqna ne. Ev hêz, tenê bingeha êrîş û alozîyan diparêzin û kengî bixwazin bi aramîya herêmê dilîzin û birînan pêş me dikin. Lê çareserîyek bingehîn jî taloq dikin.

Divê aktorên herêma Kurdistanê van rastîyan bibînin. Stratejîya xwe tenê li gor avakirina dewletek federel a İraqê û di wir de li çareserîyê negerin. Divê dev ji „iraqek xurt wê kurdistanê jî xurt bike“(!) berdin. Ev xeyal ji xeyala Kurdistanek serbixwe hîn zahmetir û hîn pirtir bi problem e.

Çareserîya pêşîlêgirtina alozî û terorê, ne di İraq ek xurt de,

di Kurdistan ek azad de ye.

03.12.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1752 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:57

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x