Kole û Efendî!

Dagirkerên Kurdistan jî „Pirtûka Pîroz“ û sûretê Mustefa Kemal didin kurdan, wek dîyarî û emir didin kurdan, ku ew „xwedîyê Kurdistan“ in.

Şeyhmus Ozzengîn

03.09.2019, Sal | 13:32

Kole û Efendî!
Nêrîn Belav bike

Dema ku mirovê spî lingê xwe avêt ser axa Efrîka, Încîl (Pirtûka Pîroz) di destê wan de bû. Her yekî Efrîkayî pirtûkek ji wê didan wan û axa wan ji xwe re digirtin. Piştî demekê, Efrîkî xwas û tazî, tenê di destên wan de Pirtûka Pîroz ma. Lê „Mirovên Spî“ xwedîyê axa Efrîka bûn.

„Yê me Pirtûka Pîroz hebû, mirovên Spî jî xwedîyê axê bûn“(!)

Dagirkerên Kurdistan jî „Pirtûka Pîroz“ û sûretê Mustefa Kemal didin kurdan, wek dîyarî û emir didin kurdan, ku ew „xwedîyê Kurdistan“ in.

Di dîyarîya tirkan de wêneyê Mustefa Kemal, wek efendîyê axa Kurdistan û cotkarê henber jî koleyê (Kurd) wî xwîya dike. Yanî di mesaja vê dîyarîyê de mesajek din derdikeve ber me; ku di girtina merasima tabloyê de wan reben û belengazên ku esîrtî wek rûmet pejirandine, derdixe ber me. Ev jî pejirandin û hezkirina kujer û ruhê miletê esîr û kole ye. Qabulkirina efendîtîtîya tirkan li ser serê Kurd û Kurdistan e.

Li gor felsefeya tirkan, mirov û mirovatî tine ye. Zilm û zordarî heye. Kî xurt be, zalim be, ew heye. Tirk, xwe wek xwedîyê axa Kurdistan dihesibînin. Ji dervê wan herkes koleyê wan in. Bi çavê koledaran li Kurd û Kurdistan dinêrin. Her çi li Kurdistan hebe, xwe wek xwedîyê wê dibînin.

Hêjayên Kurd û Kurdistan binpê dikin, talan dikin. Felsefa serdestîya xwe li ser esasên tinekirin, jibîrkirina hafiza dîrokî dimeşînin. Li Kurdistan ji xwe re alîkaran peyda dikin û bi zordarîya xwe, bi zilma xwe, bi rêya alîkarên xwe, dagirkerîya xwe, zilm û zordarîya xwe li ser axa Kurd û Kurdistan hêsan dikin û dimeşînin.

Tirkan ji xwe re dîrokek xeyalî avakirine û bi vê dîrokê, mejî û ramanên kurdan, di xewnên nivco de fetisandine, ku bi hêsanî bigihên armancên xwe li ser axa Kurd û Kurdistan. Wêneya dîyarkirî û wêneya teslîmgirtina dîyarîyê du wêneyên ku hevdû temam dikin:

Yekem, daxwazên tirkan e ku, ew efendîyê axa Kurd û Kurdistan in. Bi destê Ata Türk ê wan çi hatibe kirin, çi anîbin serê kurdan, ji bona vê armancê ye. Werin li ser vê armancê ji kujerê xwe hez bikin û bila wêneyê kujerê we li mala her yekî ji we hebe, ku hun her li henber wî stûxwar û melûl bin.

Wêneya merasima teslîmgirtina wêneya Ata Turk, wêneya Kurdên kujerhez bi xwe ye. Stûyên wan xwar, kenekî pîs, melûlîyek bêçar û çavên xayîn û hevşirîkî derdixe ber me. Ev wêne, yê şerê çekdarî ku di asta 35 salan de derxist qada Kurd û Kurdistan e.

Şehîdên Koçgirî, şehîdên berxwedana 25 û Şêx Seîdê Kal, Şehîdên Agirî û Zîlan, Şehîdên Dersim û heta îro ki di ber doza Kurd û Kurdistan de xwebexşin, digirîn û diqîrin.

Ka Kurd û Kurdistan?

Ev herdû wêneyên ku di yek wênayê de derketin ber me, wêneyê dejenerasyon, asîmîlasyon û entegrasyona ku li ser Bakurê Kurdistan dimeşi bi xwe ye.

Wêneyê pejirandina beşek ji kurda, ku soz dane wê ji bona vê armanca tirkan bixwebitin! Wê kurdan li derdorê xwe kom bikin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan û bi êş û ezîyeta kurdan, wê vê armanca kujerên xwe bînin cîh.

Ewên ku di ber vê armancê de lêdanê dixwin, tên girtin, tên kujtin, malên wan, gundên wan dişewitin û zarokên wan di şer de ne, divê li vê ktabloya merasima teslîmgirtina wêneyê Ata Türk baş binêrin.

Li rûçkê wenên derdorê tabloyê û yên rûniştî, li kenê wan baş binêrin. Rezaleta stratejîya „komara demokratîk“ bi xwe ye.

Rezaleta hezkirina kujerê we bi xwe ye..

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5942 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:23:55

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x