İraq, tenê gava yekem e. İraq nebûye dewlet. Ji her serîyekî, dengek derdikeve û mîna van hêzên wekaletê lîstokek destê Îranê ye. Bê biryara Îranê, İraq nikare biryaran jî bistîne. Ev jî ji kurdan re jî metirsîyek mezin derdixholê. Ji ber ku sîyaseta Herêma Kurdistanê bi rewşa İraqê ve girêdayî ye, wê dixe bin metirsîyê.
Bi sedhezaran hêzên Îranê yên wekaletê hene û bi wan hêzên çekdar yên wekaletê cîh li Emerîka û sîyasetê wê, mutefîkên wê teng dike.
Li henber van hewlên Îranê, Emerîka çi dike?
Daye dû peyayên hêzên Îranê, yên wekaletê û bi vê jî bêtir cîh li xwe teng dike. Ji ber ku ev hêzên wekaletê bi êrîşên xwe re Emerîka dikişîne van welatên ku lê hene. Serwerîya wan dewletan dixe bin bandorê. Ev jî dibe sebebên pirsgirêkan ji Emerîka û van dewletan re. Hebûna Emerîka li van dewletan û meşrûîyeta Emerîka derdikeve ber guftûgoyê. Ev jî bêtir serê Emerîka û mutefîkên wê diêşîne. Di vir de jî Emerîka fersenda ku mutefîkên xwe rasteras biparêze jî ji holê têt rakirin.
Ji dêlva bi Hamas, Hizbullah, Grûbên Haşdî Şabî, DAÎŞ, El Qaîde û Hûsîyan re têkeve şer, divê dîrek rejîma Îranê hedef bigire. Wê ev hewl, nefesek kûr ji mutefîkên Emerîka re jî bîne holê.
Wê ev gava Emerîka pişta van hêzên çekdar yên wekaletê bişkîne. Wê ev hêz, bingeha lojîstîkê û biçekbûnê wenda bikin. Ev jî bingeha belavbûnê wê ji wan re bîne. Di rewşek bê piştgirîya Îranê de, wê ev hêz, çavkanîyên pôpaganda û derfetên êrîşan wenda bikin. Destkevtinên mezin di vir de ne. Lê Emerîka, ji dêlva kanîyên xwedîkirina terorê zûha bike, bi dû yeko yeko pêlên avê ketîye.
Ev jî xwînê dide Îranê. Gelo çima Emerîka vê xeletîyê dike?
Ya nikare rû bi rûyî Îranê bibe, an bi mutefêkên xwe re li ser Îranê konsersûsek xurt nikare ava bike?
An jî ji guhertina statûkoya herêmê û avakirina dewletên nû ditirse, ku bêtir serê Emerîka biêşîne?
Yan jî ev rexşa metirsîdar li hesabê Emerîka tê?
Pirs pirin û ez dikarim van pirsan rêz bikim. Lê a zelal ewe ku di herêmê de Emerîka; sîyasetek statûkoparêz dimeşîne û ev jî her ku diçe cîh li hebûna Emerîka a herêmê û aktorîya wê a cîhanî teng dike. Rastîya ‘‘Emerîka xwedîhêze, bi qudrete“ zeîf dike û mutefîkên wê dudilî dike.
Li İraqê û li Sûrîyê, hêzên Haşdî Şabî ku bi ser Hurbûllah ve girêdayîne, êrîşan tînin ser bingehên Emerîka. Ev hêzên ku fermî ji butçeya İraqê mûçeyan, ji Îranê jî çekan digirin, hejmara wan nêzî 40 hezarî ne. Beşek ji sîyaseta îraq dibên „ev hêzên terorê û dervê yasa“ne, beşek jî dibêje, ‘‘ev hêzên İraqê ne û divê hêzên bîyanî ji welatê me derkevin“
Lê rîşên van hêzan berdewamin. Ev rew car caran li başûrê Kurdistanê û roavayê Kurdistanê, kurdan jî dike hedef. Yek ji van êrîşan, li başûrê Kurdistanê hat ser bingehek pêşmergên Kurdistanê.
Emerîka van grûban dem dem bombe dike û dike hedef ji xwe re. Lê ev metod bêtir xwînê dide van hêzan. Ji ber ku forma ‘‘emerîka hêzek dagirkare û divê ji welatê me derkeve“, dengê dij Emerîka xurt dike û ev jî piştgirîyek girseyî li dij Emerîka dihone. Bi vê pêlê re jî mutefîkên Emerîka çavtirsandî dibin. Divê li henber van tehlûka, Emerîka sîyasetek radîkal û çêker daxe qada Rohilata Naverast.
Ji Lîbîyayê, Qatarê, Yemenê Libnanê, Sûrîyeyê, bigire heta îraqê û Afganîstanê; îktîdarên van dewletan bêbandor bûne û îktîdar ketîye destê van hêzên terorê, yên bi ser îran ve girêdayî û bi konsersûsek hevpar xismetê ji dewleta îslamîst a Îranê re dikin. Ev rewş her ku diçe jî xurttir dibe. Ev bi dehan salane ji dêlva Emerîka pêşî li Îranê û armancên wê bigire, sîyaset ku bi payayên Îran re enerjîyê xerc bike dimeşîne. Ev sîyaset bûye sebebê pêlên koçberîyê û ev rewş jî cîh li Yekitîya Ewrûpa teng dike.
Dibe sebebê bûyerên dramatîk yên mirovî. Bi dehhezaran koçber di rêyan de dimirin, di avande dixeniqin. Bi sedhezaran di rêyan de, bi zarok û jinan re di bin serma, tehdîda birçîbûnê û mirinê de derbederin. Ev jî bêtir cîh li sîyaseta çêker teng dike.
Eger Emerîka, dewletek ku ji asayîşa cîhanê berpirsîyare, divê rolê xwe, mîna helwesta ku li henber dîktator û qatîlê Helebce Sadam danî, li henber îran jî deyne û bihêle herêm ji metirsîya van hêzan û Îran rizgar bibe.
Îran dewletek terorê ye û qatîle. Divê pêşî lê bêt girtin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.