Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!

Tirkîye her çiqa PYD û YPG bike sebeb jî, armanca wê pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan û têkbirina kurdan ya siyasî bi xwe ye. Ji ber vê armancê, Tirkîye dixwaze her li ser axa Sûrîye destê wê xurt bimîne.

Şeyhmus Ozzengîn

16.02.2020, Paz | 09:32

Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!
Nêrîn Belav bike

Tirkîye, li Surîyê sîyasetek piralî û pir armanc dimeşîne. Armanca Tirkîye a serete, li Sûrîye Kurd in. Ji bona ku Kurd nebin xwedî destkevtin, hemû rê û rêbazan bikar tîne. Tirkîye, hemû pergalên ku li Sûrîye bikar tîne, di xizmeta sîyaseta tirkîye a pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan e. Ev helwesta Tirkîye a li henber kurdan, stratejîya Rûsîya ya li Sûrîye asteng dike. Ev jî li hesabê Rûsîya nayê.

Tirkîye her çiqa PYD û YPG bike sebeb jî, armanca wê pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan û têkbirina kurdan ya siyasî bi xwe ye. Ji ber vê armancê, Tirkîye dixwaze her li ser axa Sûrîye destê wê xurt bimîne.

Tirkîye, argomanên ku bikar tîne yek mijara “penaberên Sûrîye” ye. Vê mijara penaberên Sûrîye li henber Yekitîya Ewrûpa (YE) bikar tîne.

Ya din jî guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Tirkîye di vî warî de tahrîbatên mezin li ser deverên ku didestê xwe de girtîye, pêk anîye û pêk tîne. Heta niha bi sedhezaran bîyanî li ser ax û milkên kurdan bicîh kirîye, ku Kurd di pêvajoka çareserîyek sîyasî de, pir ax didestê wan de nemîne û li ser maseya giftûgoyê Kurd zeîf bikevin.

Turkîye, di pêvajoka projeyek sîyasî ji bona Sûrîye de, ji bona ku li Sûrîye xwedî rol û bihêz be; du pergalan bikar tîne. Yek têkilîyên xwe û piştgirîya xwe dide hêzên opozîsyona Sûrîye, (ku ev hêz hemû hêzên wekaletê û tundrevin) ku bikaribe di dema çareserkirina programek sîyasî li Sûrîye, van hêzan ji bona armancên xwe (dijminatîya Kurdan) bikar bîne.

Turkîye, hebûnek xwe a leşkerî û dagirkerî li Sûrîye her dihêle, ku bikaribe bi vê rêyê jî pêşî li kurdan bigire.

Helbet ev armancên Tirkîye ne. Lê ev sîyaseta Tirkîye li Sûrîye li ber têkçûnê ye. Roj bi roj nakokîyên navbera Rusîya, Îran û Tirkîye berbi sertbûnê ve diçin. Ji bona Tirkîye, pêvajoka Astena ketîye bin bandorek xerab. Di dan û stendinên dîplomatîk de ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Cîh bi cîh ev sertbûn dikeve astek operasyonên leşkerî jî û Sûrîye û Tirkîye tên henber hev. Lê bi raya min ev nayê wateya ku wê Tirkîye û Sûrîye wek du dewletan di nav şerekî rasterast kevin. Tierkîye helwesta Sûrîye û Rûsîya baş dizane. Ji ber wê jî blofan dike. Rewşa Tirkîye li Sûrîye, ne ewe ku bi hêzên Rejîma Sûrîye û Rûsîya re têkeve nav şerekî berfireh. Ji ber ku wê ev şer li ser axa Sûrîye, wê raser rewşa Îran û Rûsîya jî têxe bin bandorek neyênî û wê bandorek neyênî li ser têkilîyên Tirkîye, Rusîya û Îran jî çêbike.

Bi raya min; hêzên artêşa Sûrîye bi Rûsîya re wê êrîşên Tirkîye bidin sekinandin. Wê Tirkîye bi bêdengîyek mecbûrî van serkevtinên Rûsîya, Sûrîye û Îran li derdorê Minbiç û İdlib qebûl bike. Ev jî wê li gor berjewendîyên Rûsîya û Îran be. Bi vî haweyî, ji bona demekê wê kirîzê navbera Sûrîye, Rûsîya û Tirkîye bêt taloqkirin. Ji ber hin Rûsîya û hin jî Tirkîye naxwazin li ser axa Sûrîye bên henber hev. Ji bo wê jî, ji vî kirîzê Minbiç û İdlib, zêde guhertinên mezin dernakevin holê.

Di derheqa van tevlihevîyên li İdlibê Pentagon jî daxûyanîyek (13.02.2020) da. Daxûyanîya Pentagon jî vê dipejirîne. Di daxûyanî Pentagon de jî eşkere dibe ku ne şerê navbera du dewletan, “operasyonên artêşa Sûrîye li dijî terorê” tên meşandin. Pentagon eşkere van operasyonên Rûsîya û artêşa rejîmê li derdorên İdlib dipejirîne. Ev daxûyanîya Pentagon ku dibêje; „Li vir şer tineye. Li gor hevpeymana Soçî, herkes berpirsîyarîya xwe tîne cîh. A din jî ev operasyonên artêşa Sûrîye, li ser axa xwe li henber hêzên terorê dimeşîne li gor hevpeymanên Soçî dimeşe.“

Hêzên HSD û YPG, bê vîzîyon vê rewşa pêşveketina Rûsîya û hêzên rejîmê temaşe dike. Ji ber ku di navbera du aktorên wek Rûsîya û Emerîka de, berê wan ji Emerîka bêtir ber bi rejîma Sûrîye de ye. Ev jî sîyaseta Qendîl bi xwe ye. PKK naxwaze ku HSD û YPG li henber Rûsîya, Îran û rejîma Sûrîye li gel Emerîka cîh bigire. Berê wan her berbi rejîmê de, van têkilîyên xwe wek tehdît li henber Emerîka bikar tînin. Ev sîyaseta PKK li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistan, sebebek ji têkbirina kurdan bi xwe ye li vî beşê kurdistan.

Divê Kurd vê rewşê baş bixwînin û li gor wê helwestek hevgirtî û netewî deynin ortê, xwedî hedef û programek hevpar bin, xwedî vîyon bin, ku bikaribin li henber van pîlanên Tirkîye, Rûsîya û rejîmê têkneçin. Ev jî divê ne li angora berjewendîyên hizbî, li gor berjewendîyên Kurd û kurdistanî, helwestek hevpar û rêzgirtî ava bikin. Heta niha ev gav li gor daxwazên PKK, li gor berjewendîyên têkilîyên PKK dimeşin û PKK van gavan li gor têkilîyên xwe ku balansekê bide tevgera Kurd, li Başûrê Rojavayê Kurdistan dimeşîne.

Divê xebatên hevpar û hevgirtî ji vê asta ku PKK dixwaze derkevin û li gor berjewendîyên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan dîzayn bibe.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4878 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:53

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x