HudaPar û HAMAS, Hizbullah!

Ji destpêka 2010 an û virde hêzên îslamîst (pirbiçek an jî bêçek) li ser axa Rohilata Naverast, yek bi dû yekê de hatin damezirandin, tevlihev bûn, ji hev veqetîyan, an jî ênîyên şer û tifaqan avakirin. Bi ''buhara ereban'' re ev pêl gihîşt axa dewleta Sûrîyê û Sûrîyeyê jî girt nav xwe.

Şeyhmus Ozzengîn

18.11.2023, Cts | 14:24

HudaPar û HAMAS, Hizbullah!
Nêrîn Belav bike

Li bakur û başûrê Kurdistanê, di nav kurdan de bi navê îslamê honandina hêzên îslamîst, ji destpêka 2010 an û virde, roj bi roj berfirehtir bûye. Ev honandina hêzên îslamîst, bi projeya Îran, Tirkîyê, a avakirina hêzên wekaletê ve girêdayî ye.

Di 19.12.2012 an de bi navê ''Hur Dava Partisi'' ku bi kurtnivîsa nav, HudaPar hat damezirandin. An jî damezirandina wê hat îlankirin. Vê partîyê di programa xwe de behsa pirsa Kurd jî, wek ku ''adet cîhê xwe bibîne“ bahs kir. Lê di eslê xwe de ticarî nêzî behsa pirsa Kurd û Kurdistanê nebû. Piranî di warê çalakîyên xwe de pqropaganda îslamê, Pîrozkirina rojbûyana nebîyê misilmanan û van salên dawî jî propaganda DAÎŞê, Hizbullaha libnan-Îranê, Hamasê ve hat naskirin.

Ji destpêka 2010 an û virde hêzên îslamîst (pirbiçek an jî bêçek) li ser axa Rohilata Naverast, yek bi dû yekê de hatin damezirandin, tevlihev bûn, ji hev veqetîyan, an jî ênîyên şer û tifaqan avakirin. Bi ''buhara ereban'' re ev pêl gihîşt axa dewleta Sûrîyê û Sûrîyeyê jî girt nav xwe.

Ev qeyranên li welatên dîktator yên ereban de, rê ji Îran û dûre jî ji Tirkîyeyê re jî vekir ku ji xwe re hêzên wekaletê ava bikin.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûrîyeyê re Tirkîyê jî daket qada têkilîyên bi hêzên îslamîst re. Helbet berê jî têkilîyên Tirkîyê bi El Qaîde û İxwanî Mislim re hebû. Lê piştî îhtîmala ku li Roavayê Kurdistanê jî herêmek defekto ji bona kurdan bêt avakirin, Tirkîyê jî dest dirêjî hêzên Îslamîst yên li Sûrîyeyê kir. Tirkîyeyê jî ji xwe re li ser axa Sûrîyê hêzên wekaletê avakir. Bi wan şerê kurdan meşand.

Ev projeyên Tirkîyê û Îranê, îro li ser axa Rohilata Naverast gihîştîye astek metirsîdar. Bi dehhezaran hêzên îslamîst û pirbiçek, bêçek di bin emrê van herdû dewletan û Katarê de li ser sahê tevdigerin.

Yek ji van hêzan jî HudaPar e. Ji bona parastina hêza terorê ya HAMASê, ji HudaParê re ne tiştekî tesadufî ye. Ev stratejîyek a herêmê, ya hêzên wekaletê ye û HudaPar jî di nav vê projeyê de yek ji hêzên wekaletê ye.

Bi rîya HudaParê, Tirkîyê û Îranê dixwazin kurdan jî bikişînin nav vî şerê wekaletê. Di virde armanc, bêîtîbarkirina doza miletê Kurd û Kurdistanê ye. Dixwazin bi vê mebestê, doza miletê Kurd ji xeta xwe derkeve û bibe hêzek wekaletê a dijminan. Ev jî tê wateya têkbirina doza miletê Kurd û Kurdistanê bi xwe ye.

HudaPar, hêzek legal a Hizbullah a îlegal e. Hizbullah, hêzek taşeronî ya dewleta Tirkîyê; ku di kûraya odeyên dewleta Tirkîyeyê de hatibû avakirin. Tilîya vê hêzê di kujtina rojnamevan Halit Güngen, Cengiz Altun, Hafiz Akdemir, Yahya Orhan, Çetin Abaday û bidehhezaran kurdan de heye.

Di vê demê de ji her meslekî Kurd, dihatin revandin, îşkence dibûn û bi îşkencê pirs ji wan dihatin kirin, dihatin qetilkirin. Ev lêpirsîn jî hemû hatine qeydkirin û ketine destê polîs û mahkemên tirkan. Bi hezaran bandên fîlmên îşkencê di dosyayê dadgehên tirkan de hene!

Piştî radestkirina rêveberê PKK Abdullah Ocalan, ev revandin, bi biryara dewleta tirkan, kujtin hat sekinandin. Piştî demekê jî li ser Hizbullahê operasyonê destpê kir. Bi vê operasyonê re peralel, operasyona Ergenekonê jî dimeşîya. Bi sedan kes di dadgehên tirkan de li xwe mikur hatin. Têkilîyên Hizbullah û Jîtemê û Qurmaya Giştî ya Tirkîyê ve hatin girêdan. Bi hezaran rûpelên lixwe mukurbûnê, eşkerekirina têkilîyên wan bi dewleta tirkan re hatin tomarkirin. Lê piştî 2012an ev dosya hatin girtin, kesên ku di van dosyayan de dihatin tometbarkirin, yek bi yek hatin berdan. Beşa Ergenekonê bi îktîdara AK Partî re, beşa Hizbullah jî pêşî derketin Îran, vegerîyan Rohilata Naverast û dû re jî hatin Tirkîyeyê û HudaPar ava kirin!

Kurdbûna HudaPar, qet ne mijarek girîng e!

Li ku, çi diparêze pirtir, hêla wê a ku çi ye girîng e! Heger em daxûyanî, têkilî û çalakîyên HudaParê deynin ber analîzan, emê bibînin ku HudaPar, ji kurdbûna xwe bêtir, xizmetê ji têkilî, armancên xwe û taşeronîya xwe re dike. HudaPar, hêzek legal a Hizbulaha îlegale û wê kengî ev hêz vegere ser asta Hizbullahê ne dîyare. Ev bi mercên herêmê û taybet bi rewşa Kurdistanê ve girêdayî ye.

Divê Kurd, rewşenbîrên kurdan, sîyasetmedar û partîyên kurdan, zanayên kurdan, pîsporên kurdan; rastîya HudaParê derxin astek zanistîyê û li henber wê bibîryar rawestin. Derîyên xwe bi carekê de li henber vê partîyê bigirin. Wan negirin têkilî, çalakî û hevdîtinên xwe. Divê di her astê de eşkere bikin ku HudaPar ne hêzek Kurd e û ti têkilîya HudaParê bi doza Kurd û Kurdistanê re tine.

Dardakirina posterê serokê HAMASê, ala HAMASê li ser Bircên Amedê, ruhê vê hêzê û mesajên vê hêzê û nîyeta xerab a taşeronî ya vê hêzê dide kurdan.

Divê Kurd li henber vê lîstika dijmin hişîyar bin û rê nedin ku dijmin wan ji xwe re di nav van hêzên wekaletê de bikar bîne.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1979 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:31

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x