Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!

Ne tesadufe ku PKK daketîye herêma Silêmanîyê û di restorant û Otêlên silêmanî de tên xwedî kirin. Di bin hîmaye ya Îranê de ji tirkan re hedefin û hin jî İraq wan li Silêmanîyê, bi YNK re li henber Herêma Kurdistanê bikar tîne!

Şeyhmus Ozzengîn

19.03.2024, Sal | 13:08

Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!
Nêrîn Belav bike

Bînin ber çavê xwe, Hêza leşkerî a PKK, bi rêveberên xwe re di bin emrê Îran û İraqê de ye. Îran û İraq, PKK anîye Silêmanîyê û di bin baskên xwe de bikar tîne. Bi Bavil Talabanî re, di bin emrê İraq û îranê de li Silêmanîyê hin tên kujtin û hin tên hîmaye kirin. Ev herdû gotinên Kujtin û hîmaye kirin dijberî hevin, lê li gor helwesta Silêmanîyê ne.

Îran û İraq, ji bona hêrêma Kurdistanê têxin tengasîyê û gavên Kurd û kurdistanî, ku tên avêtin asteng bikin; dixwazin pêvajokek „yekitîyê“ destpê bikin. Berdevkê konseya PKK, Murat Karayilan jî li gor vê hewla Îran û İraqê, ev karên xerab ji kurdan re dixwaze bike ''mizgînî'' û carek din Kurdkujîyekê destpê bike, ku xwe ji tengasîyê derxînin.

Murat Karayılan, Duran Kalkan, Cemil Bayik û Mustefa Karasu di nav de, hemû rêveberên PKKê, di destê Îranê de esîrin. Îran wan ji xwe re bi hêsanî li gor stratejîya xwe bikar tîne. Yên ku di destê dijmin de êsîr bin, nikarin mizgînîyek rasteqîn bidin kurdan. Kurd divê vê rastî bibînin.

Ne tesadufe ku PKK daketîye herêma Silêmanîyê û di restorant û Otêlên silêmanî de tên xwedî kirin. Di bin hîmaye ya Îranê de ji tirkan re hedefin û hin jî İraq wan li Silêmanîyê, bi YNK re li henber Herêma Kurdistanê bikar tîne!

Kontrola dewleta tirkan a li ser Qendîlê zeîf bûye û bi carekê de radestî Îran, İraqê û Sûrîyê bûye. PKK, asta ''li henber Tirkîyê şer'' wenda kirîye. Ketîye Kûraya axa Herêma Kurdistanê û gav bi gav dewleta tirkan di herêmê de bicîh dike. Dem dem qadroyên ku ji rêveberî û karesatên PKK nerazîne, dişîne Silêmanîyê û dide kujtin. Di vî warî de herçar dewletên dijminê miletê Kurd bi hev re tevdigerin û PKK li gor stratejîya xwe a herêmê, li henber kurdan bikar tînin. Ji ber wê jî, bê izna Tirkîye, Îran, İraq û Sûrîyê ti merc û daxwazên PKK ku bingeha mizgînîyan ji kurdan re ava bike tineye.

Yên ku di destê dijmin de êsîr bin, nikarin di nav kurdan de bibin pergalê „yekitî“ ya kurdan û bengehê ji sîyasetek nû re vekin. Divê Kurd li henber vê lîstika „yekitîyê“ a bi destê YNK û PKK wê bêt meşandin hişyar bin.

Li İraqê sponsorîya Îranê di destê Bexda de ye. Bexda, li gor daxwazên Îranê têkilîyên PKK û YNK dîzaîn dike. Hemû amadekarî ewin ku van herdû hêzan li henber herêma Kurdistanê û destkevtinên wan bikar bîne. Ev stratejîya dijminane gav bigav dimeşe. Ez hêvî dikim ku rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê serwextî van hewlên dewletên dijminin û axilbe jî yên İraqê ne. Hemû hewl û dijminatîya Dadgeha Federal a İraqê bingehê ji van hewlan re ava dike.

Hikumeta Herêma Kurdistanê hewlan dide xwe, ku hemû daxwaz û êrîşên İraqê red bike û xwe ji sîyaseta Bexda bi carekê de vekişîne. Hewlê ku bi destê PKK û YNK tên meşandin, daxwazên dijminin ku van hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê vala derxîne.

Li ser daxwaza Îran-Tirkîyê; hewlên ku DEMPartî li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, di hilbijartinan de stratejîya ku dane ber xwe, bipêşde derxistina Salahattin Demirtaş û Leyla Zana, dan û stendinên bi dewleta tirkan re dimeşin û mitîngên ku ji bona ''azadîya A. Ocalan“ tên lidar xistin, Hewlên YNK ku bi rîya Dadgeha Federal, ku bi destê sîyaseta li Şamê a dijberî miletê Kurd û Kurdistanê têt meşandin, hemû yek bi yek îşaretên ku stratejîyek nû bi destê PKK û YNK li ser kurdan amade dibe. Ev stratejî jî li gor daxwazên dijminan têt amade kirin!

Hikumeta Herêma Kurdistanê di asteng bilind de xwedî dîplomasîyek xurt e. Van gavên dîplomatîk yên Hikumeta Herêma Kurdistanê, dijminên miletê Kurd aciz kirine. Dijminên miletê Kurd, dixwazin cîh li herêma Kurdistanê teng bikin û bi van hewlên PKK û YNK dest bavêjin destkevtinên ku bi xwîn û keda milîyonan cangorîyan ava bûye bikin.

Kurdperwerên herçar beşên Kurdistanê divê hişîyar bin. Bi hev re hevkar bin û li henber van lîstikan xwedî li destkevtinên herêma Kurdistanê derkevin. Bizanibin ku bi daxwazên dijminan Kurd ticarî biser nakevin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1973 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:14:06

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x