Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin!

Abdullah Ocalan, di Med Tv de li nav çavê milîyonan dinêrî û jin û mêrên kurdan pisdikir, kesekî dengê xwe dernedixist. Li xweşîya kesan dihat, ev peyvên Ocalan ku di derheqa jina Kurd de digot; “Bedena piranîyê jinên kurd mirîye û bêhna mirdarê ji wan tê. Laşê jinên kurd pir cemidîye û pir qaba ne. Hêla jina Kurd a ramanê vingîvala ye. (Abdullah Ocalan)!!

Şeyhmus Ozzengîn

20.07.2023, Per | 12:29

Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin!
Nêrîn Belav bike

Rastî, herdem divêtîya wê bi piştgirîyek xurt heye. Heger ji rastîyê re ev piştgirî neyê honandin, wê çewtî têkeve dewsa rastîyê û meşrû bibe.

Di ilmê civakî de ev tê çi maneyê?

Li henber zordara, bê wîcdanan û pîskopatan, tehdîtkaran, ku bibin mezinên we, dest dirêjî we bikin, tawîzkar nebin, bêdeng nemînin û rê nedin bi tehdîdan, ku we dîzaîn bikin û têxin xizmeta xerabîyên xwe.

Ku hûn bibin xwedîyê helwestek xurt, hûnê bikaribin pêşîya xeraban û xerabîyan bigirin, ku ew xerabî nebin sebebê têkçûna we.

Çîroka Abdullah Ocalan, jina Kurd, miletê Kurd û PKK ev bi xwe ye. Heta ku ji wan hatîye li ser navê kurdan Kurd, jina Kurd pîs û bêxîret kirine. Deng ji şahidê van pîsîya, ji wan kesên ku rû bi rûyî van pîsîyan hatine derneketîye. Dest dirêjî jinê bûye, wê jinê deng dernexistîye. Destdirêjayî veşartîye. Hatîye tehdît kirin û sîyaset li wan hatîye qedexekirin, nava civatê li wan hatîye qedexe kirin,çûne li malên xwe rûniştine û bêden mane.

Abdullah Ocalan, di Med Tv de li nav çavê milîyonan dinêrî û jin û mêrên kurdan pisdikir, kesekî dengê xwe dernedixist. Li xweşîya kesan dihat, ev peyvên Ocalan ku di derheqa jina Kurd de digot;

“Bedena piranîyê jinên kurd mirîye û bêhna mirdarê ji wan tê. Laşê jinên kurd pir cemidîye û pir qaba ne. Hêla jina Kurd a ramanê vingîvala ye. (Abdullah Ocalan)!!

Piştî van gotinan pirtir jinên Kurd bûn heyranê apoçîtîyê!

Çend jinên Kurd gihîştin hev û A.Ocalan protesto kirin?

Çend jinên nav PKK, li henber gotinên serokê xwe derketin?

Çend nivîskar, hunermend û zanayên kurdan ev gotinên A.Ocalan derxistin astek zanistîyê?

Tenê kurdperweran tepkîyek zeîf daye nîşan.

Jina Kurd a nav PKK bêtir gotiye “bijî serok”, Hunermendan li ser “rêber Apo, serok apo” helbest , stran û destan nivîsîne. Hinek kurdan ji bona A.Ocalan agir berdane bedena xwe, daketine qadan û meşîyane.

Yekî bi navê Osman Taşdemir, li ser navê A. Ocalan, çend xetên di derheqa jina Salahattin Demıirtaş de parvekirîye. Pêşî ez vê eşkere bikim, ku Osman Taşdemir bêahlaqîyek mezin kirîye û nayê qebûlkirin. Lê hêlek din a parvekirina vî bêrêzî heye, ew jî, gelo A. Ocalan gotinek wilo kirîye an na?

Heger A. Ocalan gotinek wilo kiribe li ku û li cem kê kirîye? Çima wê wextê kesekî dengê xwe nekirîye?

Divê em adîlbin. Durû nebin. Wexta ku misilman xerabîyê dikin, beşek mezin ji misilmanan bêdeng dimînin û dibêjin “ew ji me ye”(!) Dema ku A. Ocalan û PKK gotinekê dike, an jî tiştekî xerab tîne serê kurdan, Kurd bêdeng dimînin! Ev bêngî sûce.

Leyla Zana bi salan ji xeta Apoçîyan re xizmet kir. Roja ku Apoçîyan ew tehdît kir û sîyaset jê re qedexe kirin, bêdeng çû li mala xwe rûnişt. Ne ev tehdîda ser xwe bi miletê xwe re parvekir û ne jî deşîfre kir û ne jî bitena serê xwe li henber vê tehdîdê derket. Leyla mir, lê tendîdên wan bi “serbilindî” dijî.

Ka çi bûye?

Ma ev civata Kurd, adîl û heqnas li ku ye?

Çima di dema xwe de dengê xwe dernaxe?

Çima durû bûye?

Yên ku hûn bi wan karin, hûn dibin agir-Şêr û bi laşê wan dikevin. Lê li henber xwedîhêzan hûn dibin pisîk û xwe dimelisînin.

Ma eve kurdbûn, helwesta kurdewarî?

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1861 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:55:06

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x