Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!

Ji destpêka civînan, heta roja ku ev daxûyanî hate dan, Ekserê Emerîkî di van civînan de amade bûye û di nava dan û stendinan de giranîya xwe daye, ku rêkevtinek serkevtî di navbera hêzên Kurd e ji van civînan derkeve.

Şeyhmus Ozzengîn

20.06.2020, Cts | 22:02

Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Bi konferensek çapemenî, bi beşdarbûna Ekserekî Emerî, du nûner ji ENKS, du nûner ji PYD û TEV-DEMê û li ser navê HSDê jî Mazlûm Ebdî ragîhandinek hevbeş hat li darxistin. Di vê konferansê de bi daxûyanîyek hevbeş û “têr hêvî” di 17.06.2020 an de ev lihevhatina li ser xalên sîyasî hat ragîhandin. Ev xalên ku li ser lihev kirine 5 xalin. Lê wek fermî naveroka van pênç xalan eşkere nekirine (bînim bîra we ku berî sê mehan 5 xal hatin belav kirin, lê ne dîyare ku ew xal evin an na) û herdû teref jî tekez dikin ku, “rêkevtinek sîyasî, baş çêbûye”(!)

Ji destpêka civînan, heta roja ku ev daxûyanî hate dan, Ekserê Emerîkî di van civînan de amade bûye û di nava dan û stendinan de giranîya xwe daye, ku rêkevtinek serkevtî di navbera hêzên Kurd e ji van civînan derkeve.

Di sipasîya daxûyanîyê de, ji bona terefên ku pabendî xebat û piştgirîya vê yekitîyê bûne de; navê Kek Mesûd Barzanî, navê Serokê Herêma Kurdistanê û navê Serokwezîrê Kurdistanê jî derbas dibe, bê ku beşdarî civînan bibin. Di vir de eşkereyu ku Emerîka gotîye; “bê piştgirîya Serok Mesud Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê em di piştgirî û siponsorîya xebatên nav mala Kurd de cîh nagirin!”

Di vir de helwestek girîng û netewî heye: Başûrê Kurdistanê bi partî, hêz-sazî û hikûmeta xwe re piştgirîyê dide rêkevtinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bê ku îradeya Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê binpê bike. Ev helwest, helwestek ahlakî, netewî û milî ye. Gelo çima PKK helwestek wilo danayî ne?

Her çiqa rêkevtinek sîyasî hatibe pejirandin jî, ev xebat hîn di destpêka rêkevetinek sîyasî, eskerî û dolivgerî de ye. Pir xalên girîng ji mijarên dan û stendinan dûr hiştine. Wek hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Em baş dizanin bi hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ti rêkevtin nameşin. Ev mijar, mijarek sereteye ji bona qedera pêşeroja vê rêkevtinê. Ev nehatîye çareserkirin!

Mijara din beşa leşkerî ye: Ji bona ku hêzên leşkerî ji partî û hêzan bên cûdakirin û li gor hestên parastina xaka Kurdistanê, artêşek milî bêt damezirandin û beşê Pêşmergên Roj jî beşdarî parastina xaka xwe bibin, ti rêkevtin liber çav xuya nake. Her çiqa di vî warî de hinek nûçe derketibin jî, hîn ne eşkere ye. Ev jî xalek ji xalên herî girîng yê çareserîyê ye.

Xala din Ala Kurdistanê; ku bibe ala hevbeş a hêzên yekitîya milî a hêzên sîyasî ye. Xuyaye ev beş jî ji ber îtîraza hêzên bi ser PKK de, nehatîye giftûgoyê. Heta niha ENKS, di hemû civîn, çalakî û daxûyanîyên xwe de Ala Kurdistanê bikar anîye û parastîye. Xûyaye ji ber îtîrazên PYD û TEV-DEM, an jî PKK, ala Kurdistanê jî nehatîye rojevê. Cîhê şermezarê ye ku, rêkevtinek Kurdî ji tirsa hev, Ala Kurdistanê bavêjin alîyekî û hêvîya yekitîyek dûr û dirêj bidin miletê Kurd û kurdistanîyan. Ev îşareta bandora PKK ye li ser rojavayê Kurdistanê û hîn jî eşkere ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê negihîştine wê asta ku serbixwe, îradeya xwe bikar bînin.

Çawa dibe ku tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê serkevtinan, li ser navê miletê Kurd û Kurdistanê tomar bike? Gelo ev tê çi wateyê? Xuyeye ku, hîn pirtir dem û divêtî bi zextên bandora Emerîka heye.

Helbet hêvîyek mezin di yekitîya sîyasî-leşkerî û civakî, ku li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê dimeşin de heye. A girîng piştgirîya Emerîka û siponsorîya hêzên hevpeymanan e. Di helwesta Emerîka de li ser damezirandina helwestek hevbeş a mala Kurd e nîyetek baş heye. Ev li ser esasên berjewendîyan dimeşe. Rastî jî eve. Keas dostaya kesekî naparêze. Herkes berjewendîyên xwe diparêzin. Divê Kurd jî berjewendîyên xwe biparêzin.

Hesabên berjewendîyan; Kurd, Emerîkî û Hêzên Hevpeymanan anîye cem hev. Ev tê maneya ku emê li ser van berjewemendîyan bikaribin xwe, xaka xwe û destkevtinên xwe biparêzin.

Berî ku daxûyanîya hevbeş bêt dan, Tirkîye û Îran êrîş anîn ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ev mesajek dualî bû. Hin ji PKK re û hin ji piştgirîya Başûrê Kurdistanê ji bona van gavên hevbeş, yên Başûrê Rojavayê Kurdistanê re. Di heman demê de raya giştî a Ereban jî belavokek tund li henber vê rêkevtinê derxistin û li henber ragîhandinê helwesta xwe eşkere kirin. Lê Emerîka bi helwestek vekirî eşkere kir ku; “kî li ser axa Sûrî dijîtîya rêkevtina navbera hêzên Kurd bike, ew şerê Emerîka dike! Em vê qebûl nakin.” Deng ji wan hêzên ereban, ku belavok derxitibûn qut bû. Ev tê çi wateyê?

Xûya dike ku, Emerîka di dan û stendinan de, li gor hesab û berjewendîyên xwe amadeyî têkilîyek dûr û dirêj bi Kurdan re ye. Gelo Kurd jî li gor hesab û berjewendîyên xwe, amadene ku bi Emerîka re têkilîyek û hevpeymanek dûr û dirêj bimeşînin?

Di vir de îdeolojîya PKK, têkilîyên PKK yên herêmê, metodên şer yên PKK û helwesta PKK a li henber doza Kurd a milî, astenge ku beşek ji kurdan di nav stratejîyek wilo de cîh bigirin. Di vir de a girîng ewe ku wê kî ji çi bipaşde gavan bavêjin, lêborîna xwe bixwazin û beşodarî doza milî a Kurd û Kurdistanê bibin! Ev hîn jî ne dîyare.

20.06.2020

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1891 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:24

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x