Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?

Gelo çima Leyla Zana, hemahengîya PKK û dewleta tirk, ku bi hev re di xendekan de bi hezaran xort û keçên kurdan qetilkirin, malên wan wêran kirin, koçber kirin zelal nake?

Şeyhmus Ozzengîn

23.01.2024, Sal | 07:35

Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?
Nêrîn Belav bike

Siyasetmedara xeta PKK û tevgera wê a legal Leyla Zana; piştî heft salan, ku di ser komkujîya Kurd a di xendekan re derbas bû, derket mazatê. Piştî heft salan Leyla Zana peyivî. Ev heft sale Leyla Zana devê xwe band kiribû û nedipeyivî. Di mala dîya xwe de hepiskirî bû.

Gelo kê dengê Leyla Zana qut kiribû?

Kê ji Leyla Zana re got; „êdî derkeve bipeyive û van mesajan bide?“

Leyla Zana çima piştî heft salan derket holê û raser got; „muhatabê çareserkirina pirsa Kurd Tayip Erdogan û Abdullah Ocalan“ e?

Dewletê û PKKê, A. Ocalan dixwazin çi bikin?

Parastina Salahattin Demirtaş û piştî heft salan derketina Leyla Zana a qada axavtinê tên çi wateyê, gelo tesadûf e?

Di virde xwestin Leyla Zana çi bêje?

Leyla zana li ser komkujîya xendekan çi got û çima rastî negot, an jî çima nabêje?

Leyla Zana çima heft salan xwe di mala dayîka xwe de hepis kiribû, ne dipeyivî û berpirsîyarîya xwe a li henber „gel“ neanî cîh û îro bi „hêsrên çavan“ re derket ber me?

Bawer bike Leyla Zana, ewên ku heft salan devê te band kir û yên ku îro ji te re got „ceza te xelas bûye, derkeve bipeyive“(!) eynî kesin an jî hêzin!

Gelo ev durustîye?

Siyasetmedara xeta PKK û tevgera wê a legal Leyla Zanayê diyar dike ku ew „ne xeyîdiye lê piştî bûyerên xendekan ew ketiye şînê“(!)

Gelo çima Leyla Zana, hemahengîya PKK û dewleta tirk, ku bi hev re di xendekan de bi hezaran xort û keçên kurdan qetilkirin, malên wan wêran kirin, koçber kirin zelal nake?

Leyla Zana qezda doza Kurd û Kurdistanê dike û dibêje;

"Ev doz ji hemû şexsiyetan pir mezintir e“(!)

Madem ev doz ji doza hemû şexsîyetan mezintire, çima Leyla Zana, wê qatlîama xendekan eşkere nake û dernakeve ber PKK û Dewleta tirk û bi durustî, bi berpirsîyarî nabêje; PKK û dewleta tirk bi hev re ev qatlîam a li ser miletê Kurd meşîya pêkanîn. Armanca wan li seranserê sînorê Roavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ji holê rakirina bingeha Kurdperwerîyê bû. Eger bi Leyla Zana re piçek mirovatî, durustî û însanîyet hebûya wê ew rojên bi qirêj, ewên pişt wan ewrên reşî tarî, ew qulên tarî û hemahengîya di navbera PKK û dewleta tirkan de, di navbera artêşa tirkan de, di navbera hêzên paramilîter yên dewleta tirkan de eşkere bikira

Salahattin Demirtaş, di parastina xwe de li ser komkujîya kurdan a xendekan hinek tiş zelal kir. Di eslê xwe de di serî de min nivîsîbû ku devlet û PKK li pişt Kurdkujîya xendekan bû. Lê S. Demirtaş bi devekî yek ji qadroyên vê pêvajokê a tevgerê hinek tişt eşkere kir. S Demirtaş eşkere kir ku;

Bûyerên xendekan li henber îktîdarê ji bona kudetayek leşkerî Fetoyan, dewletê, hêzên dewletê yên leşkerî ku li herêmê û PKK bi hev re çêkir!“

Gelo ji dêlva ku Leyla Zana „7 salan şînê“ bike, çima derneket û hesab neda miletê Kurd û Kurdistanê? Ji dêlva bêdengîya xwe a heft salan, çima ew berpirsîyarên wan qatlîaman neanî ziman?

Leyla Zana dibêje; “Di 2015an de erdhejeke siyasî rû da.“

Çi bû ew erdheja sîyasî û kî bûn ew aktorên wê erdhejê, ku bi hezaran Kurd hatin qetilkirin? Bi rojan cesedên me li kolanan bêxwedî man! Ji dêlva Leyla Zana hewlê bide xwe ku bi „hêsrên xwe“ kurdan bixapîne, bila derketa û ev qirêjîya di navbera dewleta tirk û PKK de eşkere bikira!

Leyla Zana bi rehetî dibêje;

Bi taybetî di dema xendekan de bi rastî em gihîştin asteke ku muxatabiya siyasî rawestiya.

Di wê serdemê de jî min dît ku dema em rûbirûyî girseyê dihatin tu bersiveke me tune ku em bidin. Yek ji sedemên bêdengiya min jî ev bû.“ Leyla Zana, ew „muhatabîya sîyasî“ çi bû gelo, mîsyona wê muhatabîyê çi bû?

Başe çima îro Leyla Zana wê bersîvê nade girseyê û nabêje ku kî û kîjan hêz bûn sebebê wan qatliamên Sûrê, Nisêbînê, Cizîrê û Şirnexê? Madem berî wê demê muhatabîya wê a sîyasî hebû çima eşkere nake? Rolê PKK di hilweşandina van bajaran de çi bû?

Leyla Zana dibêje; „Civak li benda bersivê ye û tu nikarî bibî bersiv. Ev rewş bû sedema şîna min a 7 salan. Ez pir êşandim. Jiyan tenê ne hilbijartin in.“(!)

Belê Leyla Zana, ji dêlva tu heft salan şînê bike û hêsrên sexte bibarîne, te di wan heft salan de bersîva civatê bidaya. Îro jî Kurd, maxdûrên Sûra Amedê, Nisêbînê, Cizîrê û Şirnexê ne û li benda bersîva tene. Çima tu bersiva wan nade?

Kî bûn ewên ku bi hev re ew tofan anîn serê miletê Kurd?

Lê tu rast nabêje Leyla Zana û tu li henber miletê Kurd jî ne xwedî wîcdane û ne durust e. Eger tu durust bûya, ji dêlva te bigota;

“Na, ev doz ji hemû şexsiyetan pir mezintir e, dozeke pir berfirehtir e. Ma mirov ji dozê dixeyîde? Eger mirov ji dozê bixeyide, mirov ji xwe dixeyîde.”(!)

Tenê ew kesên ku heft salan devê te band kirin û tu mahkûmî hepsa mala dîya te kirin, te yê ew eşkere bikirana. Teyê ew komkujîya zarokên Kurdan a xendekan, ew tiştên tarî eşkere bikira!

Tu dibêje, “Min ji Erdogan re got qulên tarî“(!) Başe çima tu wan qulên tarî ji T. Erdogan re dibêje, çima tu ji miletê xwe re, ji maxdûrên komkujîya xendekan re eşkere nake û nabêje. T. Erdogan dizane wan qulên tarî çi ne û kî di wan qulan de hene! Lê miletê Kurd nizane bê kî di wan qulên teyî tarî de hene!

Yek ji wan kesên ku di wan qulên tarî de xwe veşartîye jî A. Ocalan e, lê tu dibêje;

“Kesên ku dixwest bêyî Ocalan û Erdogan vê pirsgirêkê çareser bikin hebûn, wan digot em dê di nav xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin.“

Ka tu çima wan kesan eşkere nake? Lê tu carek din wan kesan pêşnîyar dike ji dewleta tirk re ku ew muhatab bin.

Durust bûn, xwedî lêderketina wîcdan tiştên pir pîrozin Leyla Zana! Bawer bikin we ew durustî û ew wîcdan jî wenda kirîye. Tu êdî ne ew Leyla Ber zîndana Dîyarbekirê ye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1737 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:35

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x