D A N A S Î N!

M. Sidik Torun, di 11 salîya xwe de, axa bav û kalên xwe (Kurdistanê) diterikîne û diçe Stenbolê. Zarokek 11 salî, Kurd, li bajarekê mezin wek Stenbolê wê çi bike, wê çawa xwe di kolanên vî bajarî de biparêze û debara jîyanek nû bike?...

Şeyhmus Ozzengîn

30.01.2023, Pts | 06:41 [ Güncellenme: 30.01.2023, Pts | 14:55 ]

D A N A S Î N!
Nêrîn Belav bike

M. Sidik Torun kîye?

Her mirov, ji roja têt dinê û dest bi jîyanê dike, ji xwe re, di seranserê dirêjaya emrê xwe de çîrokek taybet, a xwe diefirîne. Ji ber wê her mirov dibe xwedî çîrokek taybet. Di vê çîroka taybet de, bejek ji me mînakên xerabin û bi xerabîya xwe dibin mînakên xerab. Beşek ji me jî xwedî çîrokên wenda ne. Zêde di pey xe de şopê nahêlin. Lê beşek jî heye, mînakên têr û tije dersin. Mirov, ji kurtejîyana wan û serpêhatîyên wan dersên hêja digire. Ji miletê xwe re dibin mînak. Serkevtinên wan, rêyên nû ji efirandinê re vedike. Dibe pêngavek ji bona pêşeroja miletan û mirovahîyê.

Ezê di vê nivîsa xwe de behsa çîroka karmendekî Kurd bikim; ku ji serê neynûka xwe a lingan û heta serê taye porê xwe Kurd û Kurdistanî ye. Kurd hez e, welat heze. Ev mirovê qedirbilind Mehmed Sidik Torun e. Kurd radibe, Kurd rûdinê û bi hesreta Kurdistanê keviran datîne ser keviran û şaheserê xwe ava dike.

M. Sidik Torun, di 11 salîya xwe de, axa bav û kalên xwe (Kurdistanê) diterikîne û diçe Stenbolê. Zarokek 11 salî, Kurd, li bajarekê mezin wek Stenbolê wê çi bike, wê çawa xwe di kolanên vî bajarî de biparêze û debara jîyanek nû bike?

Werin em bi hev re bersîva van pirsan di çîroka M. Sidik Torun de bibînin:

Di zor û zahmetîyek mezin de dest bi jîyanê dike. Tiştên piçûk dikire, difroşe. Solên mirovan boyax dike. Her ku mezin dibe, di ciwanîya xwe de digihêje wê serkevtinê ku, karê xwe ava bike û bi vê re derfetên xwe jî mezin bike. Di van karên xwe de serkevtinan, li ser serkevtinan tomar dike û dewlemend dibe. Lê rûhekî Kurd û Kurdistanî her di dilê wî de, ji miletê xwe, ji welatê xwe hez, di her gavên xwe yên jîyanê de, vê helwesta xwe li rûwê derdora xwe dixe. Dewleta tirk vê hêla M. Sidik Torun tesbît dike. M. Sidik Torun, Raserî zilma dewleta tirkan dibe. Dewleta tirkan, li ser M. Sidik Torun, bi hêzên xwe yên paramilîter, dest bi zordarîyê dike.

Heger hûn dewlemend bin, dema ku dewleta we tinebe. Hûn kole, dibin nîrên zaliman de bijîn, ew mal û milk jî ne yê we ye. Dikare di şevekê de ew dewlemendîya we ji destê we here. Hûn li ber lingan herin û ew dewlemendî ya we jî wê nikaribe we biparêze. Ev mînak tê serê M. Sidik Torun jî.

M. Sidik Torun, pir zû têdigîhêje ku li Tirkîyê û li bakûrê Kurdistanê nikare serkevtinan tomar bike û wek Kurd wê rêyê jî nadinê. Berê xwe dide Emerîka. Bi jin û zarokên xwe re li Kalîfornîya/Newala Napa bicîh dibe. Sermîyanekî piçûk bi xwe re birîye. Lê sermîyanê M. Sidik Torun ne pere ye. Durustûya wî ye, zîrektî û fikir û ramanên wî ne û bi xwe bawere. Li Newala Napa bi pîlan û piroje, bi sebir dest bi jîyanê dike.

Kurdekî ciwan, dewlemend, li Stenbolê raserî zilma dewleta tirkan tê. Dewleta tirkan, bi keftar û wawîkên xwe re dest datîne ser hemû mal û milkên wî. Ev kurdê serkevtî mecbûr dibe û Tirkîyê terk dike. Ji xwe re li cîhekî ji zilma dewleta tirkan dûr digere. Li Newala Napa cîhê starekê dibîne.

“Zilma dewleta tirkan, rê neda min ku ez a dilê xwe li welatê xwe ava bikim û bijîm”.

Li Newala Napa, li dor firehîya 5 hezar hektar erd dikire. Di kirîna vê deverê de jî pir asteng derdikevin pêşberî wî. Tenê 200 hezar dolar perê wî hebû û buhaya herêmê ji perê wî pir zêdetir bû. Lê xwedîyê erd, tê digihêje ku M. Sidik Torun Kurd e û ev Kurd bala wî dikişîne. Pêşnîyara M. Sidik Torun qebûl dike. Pir kes bi çavekî nebaş jî li vê projê dinêrin û dibêjin; “ev çîya û deverên bej, ev newalên xalî..ma mirov kedê û van peran dixê vir! Ev proje, projeyek mirî ye!” Lê ew bi xwe bawere û bi a xwe dike. Li ser vê axê dest bi avakirina xeyalên xwe dike. Pir zor û zahmetî derdikevin ber wî. Lê ew bi şev û roj, di mercên zor û zahmet de dest bi honandina xeyalên xwe dike. Ji xwe re dibêje:

Dijmin nahêle ez li Kurdistanê van xeyalên xwe ava bikim û bijîm. Ezê li vir ava bikim û ezê Kurdistanê bînim vir!”

Dest bi avakirinê dike. Bi hezaran darên Mêwan, darên zeytuna, darên guwîza, darên hinara, darên hejîra, derên bihîv û tûwa diçîne. Ji xeynî van darên teaman, guhertî jî pir darên cûre cûre fêkî jî diçîne. 3 km. rê, 5 heb xanî, salonek çalakîyan, ji bona heywanan govek û axurek, hebek febrîka Zeytuna û yek jî fabrîka şerabê ava dike. Îro di qada navdewletî de berhemên wî bi navê MS Torun” marka ne.

Di hemî girik û berqefên vî erdî de cîhên navdarên Kurdan; ji Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî bigire, Heta Yilmaz Guney, zîyaretgehên wan ava dike. Bi navê Kurdistanek piçîk, Ala Kurdistanê li her derê vî erdî diçikîne. Li ser rêyên ku tên wêderê, tabela Kurdistanê datîne. Ji Amed û Mêrdînê, bi dehan tonan kevirên Kurdistanê tîne û bi van keviran dîwar û bergehên Kurdistana xwe ava dike. Maketa Çiyayê Nemrûtê bi pêker û kevirên wê re ava dike. Piştî 22 salan, bi dilekê rehet û bi armancên hîn mezintir ji kurdan re dibêje; “durust bin, milî bin, xebatkar bin û xwedî xeyalên mezinbin, ku hûn biserkevin.”

Li tirkîyê ji ber Kurdbûna wî çi nema ku nehat serê wî. Di derheqa wî de lêpirsînan destpêkir, Ji terefên polîsên tirkan de hat desteserkirin û raserî zor û zilmê hat. Navên wî di nav lîsteyên kujtîyan de derket holê. Çi di destê wî de kom bibû, ji ber kurdbûna xwe wenda kir. Lê li Kalîfornîya/Newala Napa Kurdbûna wî û kurdistanî bûna wî jêre bû şens û derîyê serkevtinan jê re vebû. Îro bi navê “Torun Wînery” xwedî merka şerabek ku heba şûşiyên wê heta bi 170 Dolarî têd firotinê.

Ji navdarên Emerîka, nivîskar, artîst, hunermendan bigire heta dewlemendên wan, ref bi ref tên, dibin mêvanê Kurdistana piçûk. Di sohbetên van mêvanan de mijar her Kurd, Kurdistan e û danasîna berhem û diroka kurdan e. Mîna akademîyek Kurdistanê jî, Kurdistanê dide naskirin û wek lobîyek Kurd jî bûye navendek Înformatîk li Kurdistana Newala Napa.

Ez bi dil û can Mehmet Sidik Torun pîroz dikim, ku bi rûhê Kurd û kurdistanî ji miletê xwe re bûye mînakek hêja û balkêş.

Xwezî her karmendekî Kurd, dewlemendekî Kurd, wek M. Sidik Torun Kurdhez û welathez bûna.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2471 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:00:05

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x