Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!

Ev demeke li gel hunermendê nêzerkêş û wêjesazê wêjeya Kurdî, Riza Polat -Hulmanî, hewl ûxebatên min dimeşîyan. Geh bi telefonê û geh rûbirû.

Şeyhmus Ozzengîn

23.04.2021, Cum | 11:56

Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!
Nêrîn Belav bike

Heta niha min sê nivîs, li ser danasîna hunerî Riza T. Hulmanî, hêla mozaîk, nêzerkêşî û helbest, Fabl û Sonetên Apê Riza nivîsî. Car caran jî min hewl da ku hunerê wî, xebatên wî bidim naskirin.

Di vir de çend karên girîng hebûn, divîya bû ku bên cîh.

Yek jê amadekirina belgefilmek bû: Ji ber ku Riza T. Hulmanî temenê xwe (87 salî) li pêş û ji taqet ketîye, divîya ev mirovê hêja, hunermend, entelektuel û hezkirîyê wêjeya Kurdî bihata qeyd kirin. Mejûyekî milî yê miletê Kurd e.

Ez ji Rûdawê, bi rojnameger birêz Zinar Şîno re ketim têkilîyê; ku Rûdaw bibe alîkar, ji bona em vî karî bikin. Li vir sipasdarîya xwe ji birêz Zinar Şîno û Rûdawê re pêşkêş dikim, ku ev pêşnîyarî pejirandin. Me 21 û 22ê vê mehê (04.2021) ev belgefilm kişand. Heta ji me hat me pirs ji Riza T. Hulmanî kir û daxist nav tayên salê emrê wî. Ev ji Riza T.Hulmanî re jî ne hêsan bû.

Karê me yê din Rewşa Tablo û xebatên wî yên Li ser wêjeya Kurdî ye.

Daxwaza Riza T. Hulmanî ew bû ku; “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li kar û xebatên wî derkeve. Ji ber ku ev kar û xebat, xebatên mejûyî yên kurdan e û divê di bin xizmeta wêhehez û hunermendandan de, wêjehezan de bêt parastin. Ev ked malê miletê Kurd e û divê bêt parastin.”

Ev nêzî 4500 wêne û xebatên din in. Hinek ji wan pir mezin (2,5mX2m) in. Organîze kirina vî karî, paketkirina van tablodyan, fînansekirina transportê; ku sazîyek Kurdistanê xwe nede ber û ji bona miletê Kurd, ev mejû û xebatên hêja, giranbûha neyên parastin, wê xebata 60 salî berbihewa de here. Li ser vê bi alîkarîya birêz Zinar Şîno ev xebat û guftûgo berdewam in.

Riza Topal Hulmanî, di xebatên xwe yên wêjeya Kurdî de, Fabil, Sonet, helbest û çîrok, berhemên şanoyê nivîsîne. Heta niha tenê ji çar pirtûkan 1000 Sonet û çar pirtûkên wî yên Fabl û çîrokên din derxistîye. Mixabin 25 defter Sonet û 35 defter jî helbestên Kurdî nehatine çapkirin. Li defteran nivîsîye, cilt kirîye û danîyê refên pirtûkxaneya xwe. Derbaskirina van nivîsên bidestan, ji bona kompîturê, karekî giran e. Karê ekîbek pîsporê ziman û nivîsînê ye. Divê em xwe bigihînin hezkirîyên wêjeya klasîk a Zimanê Kurdî, ku xwe bidin ber vê xebatê û hemû derbasî qeydkirinê bibin. Divê weşanxaneyek kurdan xwe bide ber çapkirina van berheman!

Ji 19 Nîsanê heta 23 Nîsanê li cem Riza Topal Hulmanî mam. Du şevan jî bûm mêvanê wî. Me li Apê Riza guhdarî kir, qeyd kir..Car caran bi rewş û halê hunermend û rewşenbîrên Kurd, em xemgîn bûn. Car caran bi van xebat, enerjî û keda Riza T. Hulmanî em bişirîn û serfiraz bûn.

Riza Topal-Hulmanî, wênesazekî ku ji terefê civata xwe de jibîrkirî ye!

Hatîye îhmalkirin. Rewşenbîr, entelektuel û wêjeya kurdî, Riza Topal -Hulmanî bi saxî avêtîne gorê. Ev demek dirêje ku li ser xebatên Riza Topal -Hulmanî dirawestim, min ji xwe fedî kir ku çima heta niha ez rastî wêje, helbest û xebatên wî nehatime. Rewşa Riza Topal -Hulmanî, rewşa miletê Kurd, rewşa zana, pîspor, rewşenbîr, hunermend û entelektuelên Kurd derdixe ber me û eynika li henber me ye. Divê em her vê rewşê bînin ber çavê xwe û pesnê xwe nedin. Rewşa me eve.

Huner, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye.

Ji bona Mirata Riza Topal -Hulmanî, pêşnîyara min ewe;

Divê dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê vê berpirsîyarîyê bigirin ser xwe û xwedî li hunera Riza Topal-Hulmanî derkevin. Ji bona pêşvebirina huner û wênesazîyê, ji bona parastina mejûyê dîrokî yên xebatên entelektuelî yên kesayetîyên miletê me, xebatên Riza Topal-Hulmanî dikarin pêşîya hunermendên Kurdistanê ronî bike.

Ku sazîyek netewî xwedî li van berhemên hêja dernekeve û neparêze, wê ev keda 65 salan talan bibe. Belawela û berbihewa de here.

Eger Herêma Kurdistanê xwedî li van berheman derkeve, ev berhem dikarin bibin bingeh ji bo avakirina muzexaneya hunerê nîgarîya Kurdistanê. Bi saya vê hewlê, dikare derîyekî pêşketinê ji sedan hunermendên din jî re veke. Ev bar li ser pişta dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê ye!

23.04.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:39:45

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x