GELÎYÊ ZÎLAN!

Rûdaw, li ser komkujîya Gelîyê Zîlan bi navê „Esmanê Sor: Komkujiya Geliyê Zîlan 1930“ xebatek biqeyd û bibelge tomarkirîye û di 24.09.2020an de xist programa weşanê. Bi dehan „Şahidhalên Komkujîya Gelîyê Zîlan“ re roportaj û axivtin pêk anîye. Xebatek hêja ye.

Şeyhmus Ozzengîn

01.10.2020, Per | 13:14

GELÎYÊ ZÎLAN!
Nêrîn Belav bike

„Şahidhalên Komkujiya Geliyê Zîlan“ tiştên ku bi çavê serê xwe dîtine, ji mezinên xwe guhdarî kirine, bi qasî ku têt bîra wan, yek bi yek, ta di derzîyê re derbas dikin û vê komkujîya ku dewleta Tirk, di 13ê Temûza 1930an de li 12 Gundên Gelîyê Zîlan anîye serê kurdan, tomar kirine. Hêjaye her Kurd vî fîlmê tomarkirî bibîne û van şahidên komkujîyê guhdarî bike, an jî beşa nivîskî bixwîne..

Tirkan, li her komkujîya berxwedanên Kurdistanê eynî metod, yek ji a din dijwartir, bêmirovanetir, barbartir meşandîye. Li Koçgirî, li Berxwedana 1925an, li Berxwedana 16ê Gulana 1926- Temûza 1930 a Agirê, li komkujîya Dersim heman metod bikar anîne.

„Artêşa Tirkiyê, destpêka Temûza 1930an bi fermandariya Derwêş Begê, yekîneyek şande Geliyê Zîlan ser bi navçeya Erdîşa Wanê. Wê yekîneyê di 2 hefteyan de bi hinceta ku piştgirî dane serhildanê, komkujiyeke mezin kir. Şahidên wan rojan dibêjin zarok, jin, pîr û kal jî tev de nêzîkê 45 hezar kes bûne qurbanî.“

Komkujîya Gelîyê Zîlan di rojnameya Cumhurîyetê de bi van serxeberan destpê kirîye;

„Paqijkirinê destpê kir. Yên di Gelîyê Zîlan de hemû hatin ji navbirin. Ji wan yek kes jî rizgar nebûye“ (13 Temûz 1930, Cumhurîyet)

Wê demê di Gelîyê Zîlan de 12 Gund ketine ber tofana Barbarîya tirkan. Zarok, jin, kal û pîr, çi ketîye ber hukmê tiving û mîtralyozên wan barbarên artêşa tirk, bê gule nemaye. Qefle bi qefle hatine kujtin. Hinek di bin laşên kujtîyan de birîndar mane û filitîne. Îro hîn jî hinek ji wan saxin. Ew şahidê vê komkujîyê ne. Yek ji van Tahir Nas e.

Tahir Nas, şahidîya barbarîya tirkan a bi çavê serê xwe dîtîye awa tîne ziman:

Kafirê kafir, eskerên kafir, ketin nav xelkê kuştî, jin werdigerandin, zêr an moriyên di stoyê wan de derdixistin û dibirin, ji ber jin bi xemlê xwe çûbûn. Min bi xwe dît, Xwedê tu heqî, di destê jineke naşîl de, miribû, wiha li piştê ketibû, destê wê bilind kir, kir nekir gustîlk derneket, tê bîra min, hema li ber serê min, tiliya wê şikand û gustîlk derxist.“

Qefle bi qefle, li ser cûreyên kujtina kurdan li Gelîyê Zîlan xwîn mîna avê herikîye. Qûçên laşên qira Gelîyê Zîlan, wek avahîyan bilind bûye. Di bin van quçên kûjtîyan de kesên birîndar, an jî gule li wan neketî, ji komkujîyê filitîne. Yek ji wan jî Abdulbakî Çelebîye.

Abdulbakî Çelebî, vê barbarîya leşkerên tirkan awa tîne ziman:

De wê çaxê li wê derê binêr ji gundê me yek navê wî Emîn bû, yek Mistefa yek jî ew Mistefayê din, yek Tahir, Sofî Elî, Tahirekî din evana di bin cenazeyan de mabûn û gule li wan neketibûn. Yek diduyê wan, Tahirê Biro birîndar bû.”

Komkujîya yekem a Komara tirkan Komkujîya Koçgirî ye. Di sala 1921 an de pêk anîbûn. Gelîyê Zîlan Komkujîya duyem e.

Piştî têkçûna berxwedana 1925an, beşek ji hêza çekdarî a serhildan a 1925an; eşîrên herêma Serhedê bi serpereştiya Broyê Heskî Têlî 16ê Gulana 1926ê dixwazin ku derbasî hidûdê Îranê bin û ji wir jî derbasî çiyayê Agirî û li derdorên wê bicîh bibin. Pêşî li wan têt girtin û piranîyên van çekdar û serkêşên leşkerî bi xayîntî tên şehîdkirin. Beşek ji van çekdaran derbasî çîyayê Agirî dibin.

„Artêşa Tirkiyê 14-27 Îlona 1929ê li Çiyayê Tendurekê dest bi êrîşeke berfireh dike. Bi biryara jimare 8692 a hikûmeta Tirkiyê ya 9ê Kanûna 1929ê, Hezîrana 1930ê hêzeke zêdetir digihîne herêmê û bi 10 hezar leşkeran Çiyayê Agirî dorpêç dikin. Destpêka Temûza 1930ê serhildan têk diçe.“

Bi destpêka têkçûna berxwedana Agirî re, dewleta tirk li herêmê dest bi komkujîyan dike. Li herêmê her kurdê ku dikeve destê wan, ya dikuje, an digire, an jî surgûn dike. Li gor qeydên wê demê 45 hezar Kurd hatine qetilkirin. Ji van li dor 15 hezaran; li Gelîyê Zîlan, tev zarok, jin, pîr, kal hatine qetilkirin. Bi qasî ku hayê gundên Gelîyê Zîlan ji berxwedanê nebûn jî, ji komkujîyê nephatine rizgar kirin. Dewleta Tirkan bi vê komkujîyê peyama ku dide kurdah eve; „hûn di berxwedanan de cîh bigirin jî negirin jî, hûn kurdin û ji min re dijmin in“(!)

Her Kurd divê bizanibe ku, barbarîya tirkan, zilm û zordarîya wan li ser esasê tinekirina kurdan hatîye birêk û pêk kirin.

27.09.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:38

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x