Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!

Şeyhmus Ozzengîn

11.01.2021, Pts | 16:31

Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Dilê Kurdistanê Kerkûk dagirkirî ye! Di 10.01.2021an de li Kerkûk, bi mebesta salvegera kujtina Qasim Silêmanî û Ebû Mihendis, “merasim”ek lidar ket. Hinek TV. Yên Kurdistanê, ev “merasim” zînde dan. Lê di ti malperên tora civakî de li ser vê “merasim”ê, armanc û mebesta vê “merasim”ê û mesaja vê “merasim”ê rast nehatim. Ev kêmasîyek mezin e. Rojnamevan. Kunciknivîser, şîroveker û rewşenbîrên me bêden man.

Ev “merasim”, çalakîyek sîyasî bû. Tehdîdek sîyasî bû. Piştî xîyaneta 17ê Cotmeha sala 2017 an, carek din pesendkirina dagirkirina axa Kerkûk û derdorên wê û îşareta dûbarekirina xîyanetek nû bi xwe bû. Cirecir û şîarên “merasim” a li Kerkûk, aktorên ku beşdarî vê “merasim”ê bûne, têkhateyên ku xwe li vê “merasim”ê dîyar kirin, li dij Kurd û Kurdistanê di hemahengîyekê de cîh girtibûn. Damezirîner û serkêşê vê “merasim”ê Komara Îslamî a Îran bû.

Hêz û têkhateyên di merasimê de cîh girtine hemû diyar bûn. Li ser yek stratejîyê, di hemahengîyek hevpar de cîhê xwe girtibûn. Hinek wek temsîl, hinek bi al û şîarên xwe di “merasim” ê de cîhê xwe girtibûn. Piranîyên wan bi avêtina Şiaran re, av û girêz ji devê wan dihat. Di helwestek kûjer de xwîn ji devên wan dipekîya. Hemahengîyek û yek armancek hebû di beşdarbûna van hêzan de.

Ev hêz yek bi yek :

Serkirdeyên Sîpayên Pasdarên Îran

Serkirdeyê Haşdî Şabî (grûba Salîh Fewaz, ku ji terefê Emerka de wek hêzek terorê hatîye dîyarde kirin)

Serkirdeyên YNK û PKK

Hêz û partîyên tirkmenên kerkûk

Erebên Kerkûk başdarvan bûn.

EV “merasim” çima li Kerkûk lidar ket?

Armanc û mesaja vê “merasim”ê çi ye?

Wê Kurd ji vê mesajê çi dersan derxin û çi tedbîran bistînin?

Mesaja vê “merasim”ê; li herêmê, hemahengî û hevkarîya stratejîk ya di navbera van hêzan de, bi şîveyek vekirî û dîyar derdixe ber me.

Ev mesaj, yek ji meşrûkirina dagirkirina Kerkûk û hemû herêmên din yên di bin dagirkirina Îraq de ye..

Ev mesaj, jibîrkirina made ya 140 e.

Ev mesaj, eşkere dike ku; wê beşek ji kurdan jî bi Haşdî Şabî, Ênîya Tirmenan û Îran, beşek ji Şîeyên İraq re têkildar, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran de bi hemahengî cîh girtine. Ev cîhgirtin, destê wê heta Bexda dirêje û beşek mezin ji şîeyên, ku li Bexda li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê tevdigerin. Ji Bexda tehdîda li ser Kurdistanê, qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina maaş û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê, ji yek navendê têt meşandin. Aktorê van qeyranên sîyasî Îran e. Bandora îran a li İraq, li ser herêmê û metirsîya dîyar derdixe ber me.

Tifaqên navdewletî, Emerîka, dewletên Kendava Erebî û YM, li henber vê hemahengîya van hêzan bêdenge. Li henber tehdîda ku Îran, bi rêya nîjadperestên Ereb li Bexda dimeşîne bêdengin. Ev jî carek din, metirsîyek mezin tîne ser destkevtinên Kurd û Kurdistanê.

Ev demeke Destek li Bexda her êrîşan tîne ser berjewendîyên miletê me. PKK Li ser axa Başûrê Kurdistanê bûye astengek mezin û gav bi gav dibe sebebê ku dewleta tirk, vê axa ku bi xwîna 100 hezaran cangorîyan rizgar bûye, dagir bike. Statûya Herêma Kurdistanê dixe bin metirsîyek mezin.

İraq, wek dewlet, îrade bidest nexistîye. Îrada İraq di destê Îran û hêzên tundrew de ye. Kurd nikarin pêşeroja xwe bi van hêzan ve girêbidin. Cîhê ku îradeyek sîyasî lê tinebe, li wir pesendkirina yasayan û maf, xalên lihevhatinan jî nabe. Divê Herêma kurdistanê bigihêje vê rastîyê ku; bi vê İraqa heyî re hemahengî, li gora zagonê jîyanek hevpar nabe. Heta ku Îran, Bexda, wek navçeyek Tehran bibîne, ev ne mumkûne.

Bi hêzên mezhebî, berjewendîperest, gendelîxwaz û tundrew re avakirina dewletek demokratîk xeyale. Divê Kurd wek milet vê rastîyê bibînin û tedbîrên xwe bigirin. Heta niha li Bexda, çar serokwezîr hatine ser hikim . Yê çaremîn Mistefa Kazimî ye. Wê hêza M. Kazimî ji yên din ne cûda be. Heta ku divêtîya wî bi piştgirîya kurdan hebe, wê “dost”ê kurdan xuya bike. Yên berî M. Kazimî jî wilo bûn! Ji ber ku, yên li Bexda hêza sîyasî di destê xwe de digirin, ne ewên ku dibin Serokwezîr in. Ji ber vê rastîyê jî zû rê liber wan têt girtin.

Bi hêvîya ku Kurd, rewşenbîrên kurdan, sîysetmedarên kurdan vê “merasim”a li Kerkûkê, baş binirxînin û tedbîrên xwe bistînin..

11.01.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:21

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x