Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!

Şeyhmus Ozzengîn

07.12.2021, Sal | 16:39

Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Ev çendîn salin kar û xebatên bi rêk û pêk kirina revenda Kurd dimeşin.

Mixabin ev xebat ne serkevtî ne. Ez dixwazim li ser van sebeban rawest im.

Berî ku derbasî van sebeban bibim, dixwazim destpêkê bi kurtayî rêbaza xeta kurdperweran a Revenda Kurdistanê, hêla stratejîyê zelal bikim; ku hiquqekî netewî ji herçar perçên Kurdistanê, di navbera me de, di Revanda Kurdistanê de derkeve holê û em bikaribin wek miletekî û welatekî barê doza xwe bigirin ser milê xwe û milmilane tevbigerin.

Kurdên revendê, divê ne li gor perçebûna Kurdistanê, li ser esasên rêbaza doza miletê Kurd, wek miletekî hevgirtî, ji her çar perçên Kurdistanê, bi hestek navendî, milî bêt honandin.

Ev kar wê ne hêsan be!

Heta niha revenda Kurdistanê, li gor hestên partîzanî, ideolojî û li gor mercên perçebûna xaka Kurdistanê, li dervê welat hewlên rêxistinî meşandin. Ev jî, ji du hêlan de zerarên mezin da miletê me.

1- Bi helwest û îdeolojîya partîzanî, miletê me ji hev perçe perçe bû û vê jî wek miletekî di asta dîplomasî de ji têkilîyan mahrûm kir. Hemû têkilî, li ser esasên partîyan meşîyan û Kurd, wek partîyan di vê qadê de cîh girtin. Wek miletekî di asta navnetewî, navdewletî de cîh negirtin. Her partî ji bona berjewendîyên xwe ev îmkan bikar anîn û Wekî miletekî nehiştin Kurd bibin lokê dîplomasîyê jî.

2- Li gor perçebûna Kurdistanê li revendê, tevger û rêxistinên her beşî ji hev Îzole bûn. Ev jî li revenda Kurd, miletê Kurd, wek kurdên İraq, Kurdên îran, kurdên Sûrîyê û kurdên Tirkîyê, ji hev perçe perçe derketin ber miletan. Vê jî pêşî li dîplomasîyek hevbeş girt. Me wek miletekî di qada revenda Kurdistanê de jî cîhê xwe negirt.

Ji terefê dijminan de dabeşkirin û perçekirina welatê me, bi xwe re perçekirina miletê me jî anîye. Ev ji dervê îradeya me ye. Lê ev perçebûn, divê li revenda Kurdistanê, di navbera kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û Kurdên Sovyeta kevin de ji holê bêt rakirin. Divê Kurd wek miletekî mil bidin hev û xwe birêk û pêk bikin.

Dem hatîye û em pir dereng jî mane:

Divê hemû komel, sazî û rêxistinên civaka Kurd a revendê, li ser esasên miletekî û niştimanekî bêt honandin.

Hemû hêz û rêxistinên komelî di bin navendekê (wek Navenda Revenda Kurdistanê) de bêt komkirin. Ev xebatek netewî ye û jê re piştgirî û pîsporîyek modern lazim e. îro ev îmkan di destên me de hene. A girîng ewe ku em van îmkanan bi zanistî û rast, ji bona miletê xwe bikar bînin.

Van îmkanan nekin qurbana berjewendîyên şexsî, karyer, simsarî û ezezîyan.

Divê ewên ku xwe wek aktorên honandina vî karî dibînin, berî her tiştî nekevin dû kurtêlan û nebin talankarên keda miletê me û nebin sebebê jikestina hêvîyên miletê me.

A-Revenda Kurdistanê, divê ne ji jorde ber bi jêr de, divê ji jêr de ber bi jor de bêt honandin:

Ji bona ku girseya li revenda Kurd a ji herçar beşên Kurdistanê bikaribe temsîl bike, ev metod şert e.

Ji bona ku girseya revenda Kurdistanê; van aktoran wek nûnerên xwe, di kar û barên revendê û Kurdistanê de bibîne, qebûl bike û piştgirîyê bidêyê, divê ev xebat di astek netewî de û mejîyekî pîspor û kollektîf bimeşe.

Mixabin di xebatên Dîyaspora Kurd e, ev metod hatîye jiçav dûrxistin:

Pir kes, komel û hêz, karên revendê ji bona berjewendîyên xwe yên şexsî û partîzanî bikar anîne û bikar tînin. Ev kes û rêxistin jî, pêşî li avakirina revendek Kurd a zînde û çalak girtine. Nehiştine û nahêlin ku miletê me li revenda Kurd, wek miletekî bêt honandin û bêt naskirin. Berjewendîyên şexsî, ezezî, hesabên piçûk, rûhê partîzanî pêşî lê girtîye.

a-Divê armanca rêxistina revenda Kurd û piştgirîya damezirandina koordînayona Kurdên revendê, ji berjewendîyên şexsî û partîzanî bên paqijkirin.

Lazime ev xebatên honandina Revendê û ev îmkanên ku pêşkêşî avakirina revendê dibin, di astek kollektîf de bimeşe. Hayê xebatkarên revendê ji van îmkanan hebe û ev îmkan di astek vekirî de di xizmeta revendê de be.

Divê temsîla civatê ne di asta şexsan de; bi mejûyekî hevpar, pîsporî û di astek kollektîf de be, ku em bikaribin navendek xurt û xwedî grse derxin holê.

b-Aktorên ku bixwazin revenda Kurd bihêz bikin û bikin xwedî bandor, li welatên derve; ku bibe bingehek ji parastina miletê me û dîplomasîya Kurdistanê re; divê vê girsê bihone û bike xwedî sazî, bike xwedî navend û îradeyek netewî, hevpar û navendî derxe qada rêxistinî. Ev mîsyonek netewî, milî û stratejîk e.

c-Ji bona Kurdistanê; organîze kirina mejûyê Kurd û kurdistanî, têkilîyên dîplomatîk, alîkarî, piştgirî û parastina çand û zimanê Kurdî, divê bi destê Navenda Revenda Kurdistanê, bi sîstemek temsîla miletekî û niştimanekî, di astek kollektîf de bêt meşandin.

Cara yekem, me di mitînga 2015 an de dît ku kurdên revendê xwedî ruhekî netewî, birçîyên xebatek netewî û birêkûpêk in.

Di bin Ala Kurdistan de, ji şîarên partîzanî dûr û bi ruhekî, netewî- Kurdistanî bi dehhezaran xwe dahf dida pêş.

Piştî wê di Newrozên 2016 û 2017 an de jî ev ruhê bi çand-ziman û hest Kurd û Kurdistanî, xurtir, derket ber me.

Hêjaye ku em li ser vê hêlê rawestin û ev civat li derdorê sazî û komelên civakî bêt honandin; ku, civatek netewî û bi rêk û pêk derkeve ber me.

Girseya ku di roja 26.08.2017 an li bajarê Kolnê hatibû ser hev, Piştî Kolnê Li Hamburg û bi beşdarbûna Bremen û Kiel û pir bajarên din yên Ewrûpa, girseyek lêhêja û xwedî biqîmet derket ber me.

Kurd, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi nasnama xwe li revenda Kurdistanê xwe bidin naskirin.

Li gor îmkanan, tiştên ku derdikevin ber me, hêjaye bên rexnekirin û gavên hîn mezintir bên avêtin. Ji ber ku doza Kurd, dozek dûdirêje û tenê bi perçekî, an jî bi rêxistinek, bi partîyekê an jî bi şexsekî ve ne girêdayî ye!

Berjewendîyên miletê me di ser berjewendîyên her hêz û kesî re ye:

Divê berî hertiştî; ew kes, sazî û kesayetîyên li pêş, hesabên piçûk nekin. Hesabê karyer, pera û bêrîkê, parîyan nekin. Doza Kurd a netewî nekin qurbana berjewendîyên şexsî, ezezî û nekevin dû karîyer û kurtêlan. Ev bêhn her jê tê. Ev tehlûke xwîya dike. Ev jî li revendê ji doza miletê me re tehlûkeye. Heta niha van kes û hewlên ku xwestine ravenda Kurd bihonin, pir zerar dane vê dozê. Divê em bi mejîyekî hevpar û kollektîf pêşî li wan kesan bigirin û rê bidin kesayetîyên erbabê vî karî. Rê ji pîsporan re vekin.

Mixabin pêşengîya revenda kurdistanê pir girîng e. Bi şexsan û bi hesabên piçûk ev revend nayê honandin.

Honandina revenda Kurdistanê ji quweta partîyek, an jî komek û çend kesan pir mezintir e. Li revenda Kurd, bi sedan doktor, hendezyar, diplomat, akademîsyen, nivîskar, hunermend, rojnameger, mamoste û dozdar hene û perwerde bûne. Divê em xwe bigihînin wan.

Bi canbazên 40 sale, ku di piyasa sîyaseta Kurd de, li revenda Kurd, tenê Kurd ji bona xwe û ji bona nav, karyer û berjewendîyên partîzanî bikar anîne, Revenda Kurdistanê nayê bi rêk û pêk kirin. Bê mejîyekî kolektîf, li revendê miletê me wek Navenda Revenda Kurdistanê nayê honandin. Divê erk têkeve destê pîsporan.

Divêtîya Revenda Kurd, bi honandinek nû, profesyonel û bihêz heye li seranserê Ewrûpa û cîhanê.

Mixabin, xebatên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, hîn xwe ne gîhandîye astek kollektîf. Hîn komîteyek an komîsyonek hevbeş a organîzekirina honandina kurdên revendê bi şîveyek demokratîk ava nebûye. Hewlên ku dimeşin teng û ji jor de ber bi jêr de dimeşin. Ev jî me temsîl nake.

Gavên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, teng maye û ketîye destê şexsan.

Du sale, ev xebat di tekela şexsan de teng maye û ne serkevtî ye. Îmkanên ku ji bona honandina revendê pêşkêşî van şexsan bûye, van şexsan tenê ji bona xwe bikar anîne. Bi destê mejûyekî berfireh, bi pîlan û kollektîf ev îmkan nehatine bikaranîn! Ev helwest jî, pêşî li xebatek profesyonel gitîye. Ev xebat, bi helwest di astek ku „îmkanan tenê ji bona xwe bikar bîne û herkesî mecbûrî xwe bikin“ de dimeşe. Ev jî ji serî de avakirina navenda Revenda Kurdistanê dixe bin tehlûkê û pêşî lê digire.

Divê bi mejîyekî kollektîf, hevpar û berfireh, ji jêr de ev kar bi sebir bimeşin. Mixabin niha ev kar, ne di vê astê de ye. Bi sedan komel hene û ev ji terefê şexsan de ji bona xwe bikar tînin. yek din lê zêde bibe, ti maneya wê tineye. A girîng ewe ku em bikaribin li revendê miletê Kurd birêk û pêk bikin. Ev jî encax bi destê pîsporên vî karê ve bimeşe, serkevtî dibe.

Nerîna min ewe ku; her bajar, her welat kongrên xwe lidar bixin û dûre jî ji van hilbijêran Navenda Revenda Ewrûpa û seranserê dinê bêt avakirin. Ku bi şîveyek hevpar, demokratîk Navenda Revenda Kurdistanê derkeve holê ku miletê me jî wan wek n3unerê xwe qebûl bikte.

07.12.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2738 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:40:20

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x