Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!

Li seranserê Kurdistanê ewqes pir birîn hene, ku em destê xwe bavêjin kîjan birînê, elem jê diherike.

Şeyhmus Ozzengîn

15.07.2024, Pts | 11:00

Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!
Nêrîn Belav bike

Kar û barên akademîk, kesên bi dû zanyarîyê de, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan, mecbûrin bi çaveki zanyarî, niştimanî, netewî li van pirsgirêkan vegerin û di nav van pirsgirkan de para dijmin ji nav derxin, beşê mayî deynin ber neşterê û miletê xwe; hin li henber hewlên dijmin û hin jî li henber berjewendîperestên ku bawermendîyê wek çek, ji bona berjewendîyên xwe bikar tînin, hişyar bikin.Ev erkekî hişmendîyek milî ye jî.

Emê kîjan rastîyê ji xwe re bikin bingeh, ku em piralî û pirrengîya miletê Kurd bikaribin bicîh bikin û biparêzin?

Ev 220 sale Kurd li ser axa xwe ne desthilatdarin. Kurd ji sîstemek navendî, ku xwe bixwe birêve bibin mahrûmin. Mercên kurdan yên ku bikaribin bi zanistî van pirrengan di nav xwe de, ji belan û qedeyan biparêzin çênebûye. Ev derfet neketîye destê kurdan li ser axa Kurdistanê! Ev jî bûye sebebê nerazîbûnên mezin di nav miletê me de.

Li başûrê Kurdistanê, ev derfet ketîye destê kurdan û herêmên bi ser herêma Kurdistanê ve girêdayî; li gor mercan, bi şiklekî ev piralîbûn hatîye damezirandin. Helbet pirsgirêkên wan pirin, lê parastina kêmhateyên olî û netewî bi pirrengîyek baş hatîye programkirin û parastin. Herêmên ne bi ser hikumeta herêma Kurdistanê ve ne, wek deşta Neynewayê û Şingalê bi êş û elemin. Piranîyên rûniştînerên van herêman li herêma Kurdistanê koçberin û qismek ji wan jî di qampan de ne. Ev rewş, jî birînek kûr ku hikumeta Bexda û nepêkanîna madeyê 140 ve girêdayî ye. Li Şingalê jî bi destê hikumeta Bexda, Îran û PKK jî asteng hene, ku nahêlin şingalî vegerin ser cîh û warên xwe.

Beşek ji elewîyên Kurd, berê xwe didin alîyekî, beşek ji kurdên dimilî (Zazakî) berê xwe didin alîyekî, beşek ji Kurdên Êzdî berê xwe didin alîyekî, beşek j kurdên Soran xwe celebek din dihesibînin, beşek ji kurdên ku Îslam ji xwe re kirine rehber, ew jî li gor ûmetê, civatê tar û mar dikin û dixwazin xwe ji nasyonalîta xwe cûda bikin. Ev cûdatî ne ewe ku Kurd li ser xaka xwe xwedî dewletin û doza mafê xwe dikin, na. Ev cûdatî, ji kezeba kurdbûnê xwe veqetandin e!

Prof. Dr. İlhan Kizilhan dipirse;

„Kî sûd, feyda, ji vê tevlî hevbûnê digire? Bê guman ne kurd û ne jî êzîdî.“

Madem li ser vê perçekirinê çare hatîye danîn û em dizanin ku ev karekî dijminane ye; tiştê ku emê bikin, emê neşterê li van birînan bixin û li henber van tevlihevîyên dijminane yên ku miletê Kurd rûbirûyî perçebûnê dikin, bihev re helwestê deynin. Dewleta me tineye ku em berê xwe bidin guhertinên nav îktîdar û dewletê. Wê wextê emê ji xwe destpê bikin.

Prof.Dr. İlhan Kizilhan li ser îdiaya ku „êzdî ne Kurd in“ dibêje;

“Ev guftûgo bi temamî ji mijareke rewşenbîrî û zanistî derketiye û bûye meseleke derûnî, polîtîk, olî, perjewendî û provokasyonan. Ji xwe tukes guhê xwe nade zanyariyê û teolojiyê an jî dîroka rojhilata navîn, ez jî niha serê we nêşînim.“

Helbet pirr sebeb hene ku em serê xwe pê biêşînin. Em Kurd in û em rûbirûyî pirsgirêkên miletê Kurd in. Ev rewş her kurdê Kurdperwer û niştimanhez eleqeder dike. Hestên me birîn dike û dilê me diêşîne. Em, dem dem li ser mijarên kêmhateyên olî û milî yên Kurdistanê dinivîsînin, hêlên pirrengîya miletê Kurd bi serbilindî diparêzin. Sîyaseta Kurd a Kurdistanî her ev piralîbûna miletê Kurd parastîye.

Mixabin pir tişt ji quweta me mezintirin û hêza me nagîhê ku em pêşî lê bigirin. Tenê rexne bi serê xwe têrê nake. Divê kurdperwerî û niştimanhezî di nav miletê Kurd e bi parastina pirrengî û piralîya xwe ve cîh bigire û bihêz bibe. Baskê ku bibe star ji miletê Kurd re ev rastîye. Ew hestên milî hemû perçebûnên di nav me de dicebirîne. Dema ku niştimanperwerî derkeve pêş û her Kurd bigîhêje wê asta ku; Kurdistan warê me hemûyan e, dîroka li ser vê axê derbasbûye a me hemûyan e, li ser wî warî mafê her grûbê heye, ku bi şîveyek biratî û hemwelatî, azad bijî. Di vê astê de emê bikaribin bi hev re li henber bizrê tevlihevî, nakokî yên ku bi destê dijmin tên û yên ku ji berjewendîperestan tên rawestin.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan pirsek din dike û bersîva pirsa xwe jî ew bi xwe dide;

„Baş e, sedem hene ku êzîdî bibêjin ¨em ne kurd in¨? Gelek sedem hene!

Ji destpêka îslamiyê ve heta îro êzîdiya tu xêr ji kurdên misilman nedîtiye. Talan, komkujî, tacîz, lêdan, ol-guhartina bi zor, êş û tadeyî… travma ser travma, nifş bi nifş, 1400 sal bê dawî. Ev jî ne bes e, 2014 an bi sedan kurd beşdarî DAÎŞê bûn û serê mêran bi navê xwedê jêkirin, keç û jinên wan birin. Hêjî (ez şahid im) hinek misilman xwarina ji destê êzîdiyan naxwin.“

Ez bawer dikim ku Prof. Dr. İlhan Kizilhan di virde ji xeta zanistê derketîye û hêla xwe a hîsî bikar anîye.

Li ser axa Kurdistanê du cure beşên dîrokê hene, ku ev beşan; yek jê dîroka êrîş û talankarîyên ser miletê Kurd û dagirkarîya Kurdistanê ye.

Beşa din jî desthilatdarîya herêmparêzî ya Mîr û axayên Kurdistanê û şerê navxweyî ye. Di vir de Kurd bi Kurd re, kurdên êzdî bi êzdîyan re, kurdên Elewî jî bi elewîyan re jî şer kirîye. Di navbera eşîrên misilman û van eşîrên kêmhateyên olî yên Kurd e jî şer û talan çêbûye. Van herdû hêlan dema em derxin ber giftûgoyê, li gor rewşê û tayên dîrokê divêtîya vê dîrokê bi analîzên zanistî heye. Ne ku em ji vir destpê bikin ku wan birînên dîrokî îro, bixwîn bikin û bikişînin warê cûdatîyê, bikin sebebên cûdatîyê. Dîrok, hêlek wê ewe ku em bi rêya zanistê dersan jê bigirin, ku carek din dûbare nebe. Ne ku em daxin asta dijminatîyê.

Prof. Dr. İlhan Kizilhan pirsek din dike; „Baş e, çima bila êzîdî kurd bin an jî Kurd bimînin?“ Bersîva pirsa xwe jî dîsa birêz bi xwe dide:

„Êzîdî kurdên resen bin jî, çi xêrek û silametiyek ji wan re bi ve nasameyê heye. Ez behsa dijiminitiya tirk, ereb û eceman nakim. Ev meseleke cuda ye.  Ez behsa biratiyê dikim, biratiyê!“

Ezê pirsê biguherim cûreyek din û bipirsim: Gelo kurdan çi xêr ji kurdbûna xwe dîtîye, ku Kurd bimînin û di kurdbûna xwe de israr bikin?

Êrîşên dagirkarî, talan, jenosîd, perçebûn, zîndan, dardakirin, revandin, koçberî û asîmîlasyonê kirîye ku beşek mezin ji Kurdan, ji Kurdbûna xwe birevin û bipaşde gavê bavêjin. Di vir de emê çi derxin ber zanistîyê, sîyaset û zilma dijmin, an ew nakokîya ku bi destê dijminan di nav miletê me de peyda bûye?

Divêtîya van pirsan yeko yeko bi metodek zanistî heye ku were ber pênûsê û bêt tomarkirin, bibe hişmendîyek millî ku yekitîya me biparêze.

Jenosîda Şingalê, di dîroka Kurdistanê de karesatek ji quweta kurdan mezintir e. Di nava vê jenosîdê de destê çar dijminên kurdan heye, ku desthilatdarîya li başûrê Kurdistanê têkbibin. Ji hêlekê de ev herêm li gor madeya 140 bi İraqê ve girêdayî, ji hêla din de ev herêm Kurdên Êzdî ne. Eynî tişt li deşta Neynewa ji Kealdanî, Aşûrî û kurdên Kakaî re jî derbas dibe.

Dema DAÎŞ dest bi êrîşên ser herêma li gor madeyê 140 kir, ev herêm hemû di bin parastina artêşa İraqê de bûn. Artêşa İraqê yek gule neteqand u hemû herêm, bi çekên giran yên di didestê xwe de, bi zanistî radestî DAÎŞê kir û revîya.

Li Şingalê, nêzî 800 kes bi destê herêma Kurdistanê wek asayîşê ji Kurdên Êzdî hatibûn organîze kirin. Ev hêz, hêzek asayîşê bû û çekên giran di destê wan de tinebû. Bi destpêka Êrîşên DAÎŞê re, vê hêza asayîşê xwestîye ku Şingalê vala bikin, lê ji terefê niştecîhên Şingalê ve ev daxwaz hatîye redkirin. Sebeb jî, „eşîrên ereban kirîvên me ne, soz dane me ku wê me biparêzin“(!) Piştî hatina DAÎŞê, ew barbarîya DAÎŞê eşkere kirîye ku pêşî wan eşîrên ereban bi terorîstên îslamîst yên DAÎŞê re êrîşî ser wan kirîye. Ew asayîşa ku li Şingalê hebû, heta ji wan hatîye parastine. Hejmarek nêzî 500 hezarî Şingalî hatine rizgarkirin û li herêma Kurdistanê hatine bicîhkirin.

PKK, hatina wê ya Şingalê, pîlanek Îranê bû û berî ku DAÎŞ êrîş bike bi sê rojan jinek û kameremanek biribûn li ser rêya Şingal û Musilê bicîn kiribûn, ku wan dîmenan li henber Herêma Kurdistanê bikar bînin. Ev jî îspat dike ku hayê PKK ji mêj de ji êrîşên DAÎŞê hebû.

Wê jinikê, bi nûçeya dezînfîrmasyonê ku li wir çêkir; hin beşek ji kurdên êzdî û hin jî beşek mezin ji kurdan manîpule kir. Armanca Îran hate cîh. Piştî wê jî bi propanganda „Pêşmerge revîya û PKK Şingal rizgar kir“ ev manîpule domkir. Ev deh sale ew manîpulasyona ku PKK li Şingalê çêkir, sîya wê a xerab li ser şingalîyan û beşek ji kurdên din didome. Me gişan bi rojan bi çavê serê xwe dît bê kîjan hêzê Şingal rizgar kir. Lê bi propaganda PKK jî, di nav Kurdên Êzdî de bingeh ji PKK û Haşdî Şabî re, ku çekdarên Îranê ne re hat avakirin. Îro PKK zarokên kurdên Êzdî direvîne. Ji kurdên Êzdî bi navê YPŞ hêzek eskerî bi Haşdî Şaabî re ava kirîye û maaş ji İraqê digire. Metirsîyek derxistîye holê ku nahêle Koçberên şingalê ji kampan vegerin ser mal û milkên xwe.

PKK, di nav Kurdên Êzdî de nakokîyên perçebûnê û ji netewa xwe, xaka xwe veqetandinê ava dike:

„Laleş û Mala Mîran, sinifa rûhanî we temsîl nake!“

„Êzdî ne kurd in, hûn êzdî ne, kurdan we neparast!“

„Pêşmerge bû sebebê jenosîda Şingalê“(!)

Di vî warî de hewl, di nav kurdên Ermenîstanê de jî bi destê PKK û ermenîyan, li İraqê bi destê nîjadperestên ereb û Îran, PKK-İraq ve ev propaganda dimeşe. Heta wek pêşnîyar ku, „Êzdî ne Kurd in“ anîn meclîsa İraqê jî!

Bi dehan caran min kurdên êzdî di vî warî de agahdar kirîye, ku, ev armanca dijminane ewe ku, kurdên Êzdî bê cîh-war û niştiman, li henber hev bên bikaranîn. Kurdên Êzdî li dinyayê belav bibin û ji netewa xwe, ji welatê xwe bên qutkirin. Divê em rê nedin van nakokîyên dijminane. Êzdî û Kurdbûn, êzdî û Kurdistan ji hev nayê cûdakirin. Bê xaka Kurdistanê Êzdî nikarin xwe û çanda xwe, ola xwe biparêzin!

Prof. Dr. Kizilhan vê noqtê derdixe ber guftûgoyê:

„Êzîdî ji ber gelek sedeman kurdîtiya xwe, nêzîkbûna xwe bi mirovên misilmanên kurd re û paşeroja xwe didin ser mêzînê. Êzîdî niha destpêkirine û hertiştî di nav xwe de lêpirsîn dikin.“

Dijminatîya herî mezin ewe ku kurdên Êzdî ji axa xwe, ji cîh û warên xwe bên qetandin. Li bakurê Kurdistanê ew derfeta me nebû ku em bikaribin Kurdên Êzdî biparêzin. Bi destpêkirina şerê çekdarî re, li bakurê Kurdistanê hin Kurdên Êzdî û hin jî suryanîyan axa xwe terk kir. Niha bê sîwana parastinê li welatên Ewrûpa, rû bi rûyî wendabûnê ne. Lê divê, em bikaribin pêşî li hemû hewlên xerab bigirin, ku Kurdên êzdî li ser axa xwe, bi daxwazên xwe bikaribin bijîn. Ev bar li ser pişta tevgera milî a her beşê Kurdistanê ye.

Bi raya min destkevtinên kurdan yên başûrê Kurdistanê pir girîng û pîroz in. Eger ew herêm ne di destê me de bûna, niha yek Êzdî li Kurdistanê nema bû. Nêzîk 400 hezar êzdî îro di bin parastinê de ne, li wê xaka azad. Elbet ev bi tena serê xwe têrê nake, divê ev birayên me bi taybet bên parastin.

Kurdistan, welatê Kurd û hemû kêmhateyên olî, millî yên Kurdistanê ye. Dîrokek me ya hevpar heye, ku ev me bihev re dike ku em xwedî li axa xwe, hişmendîya xwe derkevin.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3150 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:24:49

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x