Panorama 2023

Seranserê sala 2023 an de rojev, li ser bûyeran nirxandinên min derketin. Hevalên ku xwendin, yên ku nexwendine jî, emê bi Panorama Sala 2023 an bibîr bînin.

Şeyhmus Ozzengîn

25.12.2023, Pts | 14:26

Panorama 2023
Nêrîn Belav bike

Me, salek din bi dû xwe de hişt û em derbasî 2024 an dibin. Ji bo ku em rojek bibin xwedî dewlet û xwedî mirwet, Hêvî her di paxila me de veşartî ye. Ev hêvî û xwezîya bi milîyonan kurdan e.

Di seranserê sala 2023 an de rojev, li ser bûyeran nirxandinên min derketin. Hevalên ku xwendin, yên ku nexwendine jî, emê bi Panorama Sala 2023 an bibîr bînin.

Miletê Kurd, miletekî birîndare. Şingal birîndare. Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û çolemêrg birîndare. Amed Sûr, Lîce û Silopî birîndare. Mahabat, Hawraman, Kermanşah, Sînê birîndar e.  

Helebce, Barzan birindare, Şingal birîndare, Kerkûk birîndare. 

Efrîn, Cercîs, Bilbilê, Kobanê, Girê Sipî, Qamîşlo, Serê Kanîyê birîndare. Hesekê birîndare. 

Mahabat, Sînê, Kermanşah, Hawraman birîndare. Kurd birîndarin. Kurdistanê birîndare.   
Nabe ku em ji bona berjewendîyên hizbî, li ser birîndarên xwe, xwebexşên xwe bazarên siyasî bikin û vî miletê qedîm ji rûmetê, ji serxwebûnê mahrûm bikin. Ev ne karekî rewa ye. Ne karesatek ku em efû û piştguh bikin. 
Heta îro çi hatibe serê me, ji bêtifakî, ji lîstikên dijminan û ji ber tunebûna dewletek me ye. Miletên bê dewlet; bê pişt û bê parastin li ber lingan derin û wenda dibin.

Dagirkarîya Rûsîya a ser axa Ukrayna û şerê parastina axa Ukrayna li henber dagirkarên Rûsîya berdewam e.

Li Rojhilatê Kurdistanê kujtin. Dardakirin zîndankirina kurdan berdewam e. Dîktator û xwînmijên îslamîst yên Îranê ji xwîna kurdan têr nabin. Mîna vampîran xwîna me dimijin. Ev ne bese, zorîyê didin herêma Kurdistanê û İraqê ku pêşîyê li kocberên Rojhilatê Kurdistanê bigirin û wan ji xebatên wan dûr bixînin.

***

Hestên partîzanî, mîna penceşêrê ketîye laşê Başûrê Kurdistanê. YNK, ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî, nêzî hilbijartinan nabe. Parlemento naxebite, postê hinek wezaretên di destê YNK de naxebitin. YNK, wezîrê Wezareta Pêşmergan ji kar dûrxist û pêşî lêgirt ku artêşek hevpar a milî neyê avakirin, an jî bû asteng. Şoreş Îsmaîl kesayetîyekî serkevtî bû di vî warî de, ev li hesabê YNK nehat. Ji ber ku ev post para YNK bû, ew ji kar kişand. Salek û 7 mehan ji karê xwe dûr ket. Piştî demek dirêj, carek din vegerîya ser karê xwe.

Rewşa Kerkûk û herêmên ji dervê herêma Kurdistanê pir xerabe. Nîjadperestên Bexda, li van herêman tadeyê li kurdan dikin, ku Kurd, axa xwe terkbikin û demografîya van herêman bêt guhertin. Madeyê 140 hat pişguhkirin û nîjadperestên Bexda ji alozîyên nav mala Kurd hêzê digirin û zorîyê didin kurdan.

Wek her mijarê li ser mijara hilbijartinên parêzgehên İraqê jî, hêzên sîyasî yên başûrê Kurdistanê helwestek hevpar negirtin. Her hêza sereke got "ez û ez"! kirin ku mejîyekî belawela û têkçûyî derkeve holê.

Ji ber helwesta wan jî kurdan, li seranserê parêzgehên herêma li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê ne wenda kir. Ev tê wateya ku li van herêman destê kurdan zeîf dibe û demografîya van herêman têt guhertin.

Berî hilbijartinê, qîre qîra kurdan bû, ev tanîn ziman ku, "demografîya van herêman bi pîlan têt guhertin. Erebên revende tînin û li ser mal û mikên me bicîh dikin." Lê sîyasetmedarên kurdan, ji ber berjewendîyên partîzanî guh nedan van dengan. Me di Kerkûk, Dûzxurmato û Neynewa de ev derb xwar.

Para butçeya Herêma Kurdistanê, mûçeyên karmend û pêşmergên herêma Kurdistanê nayê dan. Firotina nefta Kurdistanê hatîye sekinandin. Bi van metodan her cîh li herêmê teng dibe û rewş misoger dibe. Ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û hevlêr, bi salane komên çareserîyê yên Kurdan diçin Bexda û pirs çareser nabe. Bexda vê rewşê her wek çek li henber kurdan bikar tîne.

YNK û PDK pirsgirêkên navbera xwe çareser nakin. Her ku ji bona „çareserkirina pirsgirêkan“ dicivin, jibona ku lihev nekin lihev dikin. Ev jî bawerîya milet dişkîn e.

Nehsal di ser jenosîda Kurdên Êzdî re derbas bû. Ev neh sale beşek mezin ji êzdîyên Şingalê di kampan de dijîn. Nikarin vegerin ser cîh û warên xwe. Di rewşek xerab de dijîn û sebebên ku çima Şingalî nikarin vegerin ser cîh û warên xwe, nayê ber şîrovê. Divê em vê rewşê baş şîrove bikin û berpirsîyarên van karesatan jî şermezar bikin.

Li ser axa başûrê Kurdistanê dagirkarîya dewleta tirk berdewam e. Nêzî 600 gund û gundokên herêma Kurdistanê ji ber PKK û dagirkarîya dewleta tirk hatine valakirin. Êrîşên dewleta tirk li herêmê berndewam e.

***

Rewşa Roavayê Kurdistanê pir xerabe. Nîvê hejmara kurdan di kampên koçbera de, bê av, bê xwarin, bê elektrîk, bê derman, perîperîşan dijîn.

PKK, ji destpêkê de wek gurekî ku di zivistanê de têkeve nav kerîyê mêşinan, daket ser laşê Kurd û Kurdistanê. Ji bona di herêmê de bicîh bibe û bihêz bibe, çi metod hebûn bikar anî. Bi hêza BAAS, a “Emîn Dewlê” re di têkilîyê de, ev karesatên xwe li angora metodên liberçav û milîtarî bikar anî. 
Tevger û Partîyên ku li herêma Rojavayê Kurdistanê hebûn û xwedî dîrokek kevnar bûn, xist bin tomet û metodên paramilîtarî; bi rê ya “Emîn Dewlê” da girtin, da kujtin û bi terorîze kirina van partî û tevgeran re, rê li ber xwe vekir(!)

Çi metoda ku bi navê „apoçîtîyê“ li Bakûrê Kurdistanê hat bikaranîn, eynî metod li roavayê Kurdistanê jî hat bikaranîn. Ev jî îspat dike ku MÎT a tirkan û Emîn Dewla Sûrîyê li ser rêxistina PKK û A. Ocalan hevparin û bihev re kar dikin.  
Bi destpêkirina şerê nav xwe yê Sûrîyê re PYD, bi carekê de wek hêzek çek didest de derket qada şer. (Helbet destpêkê, yê ku ev çek û hêz da wan Dewleta Sûrîyê bû.) 

Piştî ku PYD/PKK bi tena serê xwe, bi metodên ne meşrû, bû “xwedîyê Başûrê Roavayê Kurdistanê!” û îradeya kurdên Roavayê Kurdistanê binpêkir û hertişt girt bin destê xwe; Ji %70 nifûsa herêmê, herêm terk kirîye. PYD û asayîşa xwe dest danîne ser mal û milkên van kurdên ku herêm terikandine. Difroşin Ereban û Ereb li dewsa wan di herêmê de bicîh dibin. Demografîya herêmê têt guhertin. Îro li herêmê nêzî 3,5 mirov dijîn, ji van tenê 800 hezar Kurd in!

Ji Efrîn bigire, heta Girê Spî, Serê Kanîyê û Dirbêsîyê radestî dewleta tirk û hêzên wekaletê yên îslamîst bû. Di van herêman de zilmet mezin li ser kurdan dimeşe. Darên wan yên fêkî tên jêkirin, dest datînin ser mal û milkê wan, dahatên wan. Li van herêman destdirêjî û tindûtûjî li ser jinên Kurd berdewam e.

Dewleta tirk, ji vê rewşê xwe xwedî dike. Her roj êrîşan tîne ser gund û bajarokên roavayê Kurdistanê, kampên koçberan bombe dike, topbaran dike, dikuje û terorîze dike. Binkeyên avê, elektrîkê û xwarinê û nexweşxaneyan bombe dike û hîn bêtir li herêmê jîyanê zahmet dike. Ji ber hebûna PKK li herêmê, li henber van êrîşên dewleta tirk, dinya bêdeng e. Emerîka jî li herêmê tenê berjewendîyên xwe diparêze.

***

Hefsarê tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê di destê dewletê û PKK/HEDEP (Niha jî dibe DEM, her sal navê tevgera legal a Tirkîyebûnê têt guhertin) de ye. Bi hev re kurdan dîzaîn dikin. Ji bona entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, di yek armancê de têdikoşin.

Tevgera PKK û HEDEPê (ku ji 11ê meha 12 an de bû DEM), xwe di nav programa entegrasyonê a bi dewleta dagirkar de dibîne. Ji bona nûkirin-guhertina dewleta dagirkar, xwedî mîsyone, kar dike û helwesta wan a siyasî jî li gor nûkirin-xurtkirina dewleta dagirkar e. Pirsgirêka vê hêzê bi avakirina dewleteke Kurdistanî re nemaye û dijberê vê armanca miletê Kurd e. Programa wê „tirkîyeyîbûna kurdan“ bi xwe ye.

Pirsgirêk û nerazîbûna xwe li gor programa entegrasyona bi dewletê re, li hember îktîdarê didin nîşan. Doza Kurd û Kurdistanê nakin. Doza wan doza demokrasîya tirkan û nûjenkirina dewleta tirkan bi xwe ye. Ji bona vê armancê girseya Kurd ji xwe re bikar tînin. Di vî warî de daxûyanîyên vê hêzê yên 23ê Cotmehê dîyarin.

Hemû cûre çepgirên tirkan, ticarî di nav tirkan de ji bona piştgirîya doza Kurd û Kurdistanê xebat nemeşandine. Hertim hatine ku tevgera Kurd têxin bin kontrola xwe û radestî dewleta xwe bikin, asîmîle bikin, mîsyon girtine ser xwe û meşandine. Ev daxwaz jî a dewleta tirk bi xwe ye. Yên ku paramilîterên tirkan tîne Kurdistanê, cîh ji wan re di nav girseya Kurd e çêdike û van tirkan li ser serê kurdan dike efendî PKK û tevgera wê a legale.

***

Di vê rewşa heyî a Kurdistanê de şerê Îsraîlê û HAMASê destpêkir. Egera vî şerî, ku li seranserê herêmê belav bibe heye. Di herêmê de bi dehan rêxistinên terorê yên wekaletê hatine bihêz kirin û çalak, hemû bi Îranê ve girêdayî ne. DAÎŞ çû Hamas hat. Sibe wê Hizbullaha Libnanê, an jî kualisyonek din a Îslamî derkeve ber me. Em tenê hêzên çekdar yên li Felestîn, Libnan û Sûrîyê, ku bi piştgirî û dîrektîfa Îran tevdigerin eşkere bikin, texmînî bi sedhezaran çekdarin. Ev hêz hemû Îslamîstên fenatîkin û her yek ji wan Hamas, an jî DAÎŞ in. Li Tierkîyê, Îranê û pir welatên misilmanan piştgirîyek xurt a ji bona van hêzan heye. Bi destpêkirina şerê Hamasê û Îsraîlê re xwepêşandanên ku li Tirkîye, Îran, dewletên misilman û dîyaspora derketin ber me, vê qenaetê diçespîne. Hemû ji yek navendê tên organîze kirin.

Di van xwepêşdanên bakûrê Kurdistanê ku bi dîrektîfa dewleta tirk û bi wekaleta HudaParê hat meşandin; biryarek paramilîtarî a dewleta tirk bû. Bi zanistî bakûrê Kurdistanê hat hilbijartin ji bona piştgirîya HAMASê. Ew Kurdê li ser navê îslamê û li ser navê ‘’mafê Felestînê“ cîhadê dike, ew bi xwe pîyonê dewletên dagirkar e, dijminê doza Kurd û Kurdistanê ye. Di warê xîyanetê de, rastîya Kurdistanê ji çavan dûr dixe û bi dû îdeolojîya îslamê de, dibe pergalê dijminatîya ku li ser cuhûyan dimeşe.

Bi hêvîya guhertinên erênî ji bona miletê Kurd û kurdistanîyan, sersala we ya nû pîroz be.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1415 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:13:48

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x