Bûyerên bêwîcdanî, ewin ku sîyasetmedar û berpirsîyarên dewletan, bêçaretîya mirovan ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin. Li hêvîyê bin, ku ji bêçaretîya koçberan rantek sîyasî bidest bixin.
Destpêkê dewleta tirkan ev metodên nemirovî girt destê xwe û di ser Yewnanîstanê re xwest piresek koçberî li henber Ewrûpa bikar bîne. Di van bûyeran de li hidîdê Tirkîye û Yewnanîstanê, li Bosna û Xirwadîstanê bûyerên ne mirovane pêk hatin. Bi hezaran mirovan xwe li têlan dixistin, rûbi rûyî mirinê dibûn. Bi mehan birçî, tazî, bê derman û bêçar di van hidûdan de, dorpêçkirî man.
Bi sedan jin, zarok û betaqetan li ber van têlan cangorî bûn.
Niha bûyerên nemirovane, ku li hidûdê Belerûs û Polonya dipqewimin, yek ji van karesatên xerabin. Berpirsîyarên Belerûs, qefle qefle koçberan li ser sînorên Polonya kom dike û wek tehdît li henber Ewrûpa bikar tîne. Yekitîya Ewrûpa jî bi dehhezar leşkeran û bi têlan sînoran dorpêç dikin û nahêlin koçber derbasî axa Yekitîya Ewrûpa bibin.
Bûyerên li ser sînorên Polonya-Belarûsyayê û tiştên ku bi salan di navbera Bosna û Xirwadîstanê û di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de diqewimin, pir tiştan tînin bîra me:
Barbarî û karesatên nemirovane ewin ku xwedîhêz, dewlet û sîyasetmedar; vê bêçaretîya mirovên ku bi jin û zarokên xwe re ji deverên ne ewle, ji herêmên şer û qeyranên sîyasî direvin û ji xwe re li starekê digerin, ku ji bona berjewendîyên xwe bikar tînin.
Ji havîna derbasbûyî û heta niha 13 koçber, li ser sînorên Polonya û Belerûsê canê xwe jidest dane. Pir kes îdîa dikin ku ev hejmar hîn pirtire.
Bi hezaran jin, zarok û nexweş di nav daristanên Belerûsê de, tazî, birçî, li hêvîya hêvîyekê, li hêvîya destekî mirovane ne. Mehek şûnde zivistane. Zivistana Belerûs pir sert û dijware. Di nava van daristanan de karesatên mezin yên nemirovane li benda van hezaran koçbera ne.
Bi hezaran raporên bûyerên ne mirovane li ber destê komîsyonên mafê mirovan, yên Ewrûpa hene. Ev rapor mirovan şok dikin. Ev rapor, bi tecawûza jinan, îşkencekirina mirovan, tazîkirina mirovan û bi kujtina wan destpê dike. Piranîyên hemwelatîyên dewletên YE ji van rdaporan nehayedar in.
YE, sazîyên penaberan, sazîyên Parastina Mafê Mirovan û NY, li henber van bûyeran û raporan, li henber karesatên li sînorê Polonya û Belerûsê diqewimin bêdeng in.
Çima?
Bi hezaran penaber, niha di nav daristanên Polonya û Belerûsê de ne. Ev mirov, ji welatên qrîzê wek, Efxanîstanê, İraq, Sûrîyê, Yemen û Kurdistanê tên. Zivistanek dijwar li benda wan e. YE, serokê Belarûsê Lukaschenko, wek „dîktator, ku van penaberan li henber Ewrûpa bikar tîne“ binav dike û bi vê sebebê sînoran digire.
Polonya li ser sînorên xwe rewşek awarte îlan kirîye. Biryar girtîye ku wê bi Belerûsê re hejmara leşkeran bike 10 hezar. Amadekarîya xwe dike ku sînorê xwe wek 100 Km. bi barîyerên çîmento bigire.
Di warê koçberan de YE. Xwedî sîyasetek durû ye. Ji hêlekê de yasa û komîsyonên wan yên parastina mafê mirovan hene û li ser karê xwe ne; tên fînanse kirin. Ji hêla din de; li Tirkîyê, li Yewnanîstanê, li Xirwadîstanê, li Bosna, Polonya û Belerûsê li henber koçberan karesatên nemirovane pêk tên û bêdengin. Ji ber ku, ji vê bêdengîyê, rê didin ku koçber li van hidûdan rû bi rûyî zçalimtîyek mezçin werin.
08.11.2021
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.