TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!

Ji roja ku PKK şerê çekdarî destpê kirîye û heta niha çi ji kurdan stend û çi bi kurdan da qezenc kirin?

Şeyhmus Ozzengîn

17.06.2021, Per | 18:04

TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!
Nêrîn Belav bike

Ezê hêla PKK, ya ku çi zerar daye doza Kurd û Kurdistanê derxim gultûgoyê:

-Di şerê çekdarî yê ku PKK di 37 salan de meşandîyede, nêzî 150 hezar Kurd hatine kujtin!

-PKK, enerjîyek mezin a kurdan ya 37 salan li dora xwe kom kir û ev enerjî, di warekî dijminane de bikar anî. Zanayên Kurdan, sîyasetmedar û serokeşîrên kurdan, maldarên kurdan, xwende û rewşenbîrên kurdan, gundîyên kurdan kir hedefa xwe û terorîze kir. Yên ku di nav refên PKK de cîh negirt û beşdarî kerwanê wan nebû, xist hedefa xwe. Li wan xist, tehdît kir û kujt!

-Di vî şerî de 450 hezar gund hatine valakirin û şewitandin.

-12 milîyon Kurd, Kurdistanê terk kirine û li metropolên tirkan raserî asîmîlasyonê, êrîşên nîjadperestî û karestên xerab bûne. Beşek ji van jî li cîhanê bûn penaber.

-PKK, dîyaspora Kurd pir bi xerabî bikar anî û nehişt, ku dîyasporayek bi rêk û pêk ji kurdan re derkeve holê û Kurd li dîyaspora bibin xwedî dezgeh.

-Di pêvajoka vî şerî de 17 hezar Kurd, bi destê hêzên reş hatin kujtin. Piranîyên kûjerên van bûyeran, PKKlîyên ku radestî dewleta tirk bibûn û ji dewleta tirkan re dixebitîn.

-PKK, di 2wê meha 11. 2015 de bi mebesta „xweserîya Demokratîk“, „şerê Xendekan“ dest pê kir û di „şerê xendek“an de; li Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Liceyê ; bi mebesta „xweserîya demokratîk“, malên kurdan bi serserê wan de hilweşîyan. Nêzî 6 hezan ciwanên Kurd di van xendekan de hatin qetilkirin. Bi rojan cesedên kurdan li kuçan bê xwedî man. Derfetek mezin da dewleta tirk, ku hemû şaredarîyên di destê wan de, radestî dewleta tirk bibin.

Ji bona karesatên „şerê xendekan PKK, ne uzrê xwe ji miletê Kurd xwest û ne jî bibîr anî! Di hundurê salekê de ji hafiza kurdan derxist, wek ku, ew bahoz nehat serê kurdan di „şerê xendekan“ de.

-PKK, li Başûrê Roavayê Kurdistanê, îradeya kurdên Başûrê Roavayê Kurdistanê ji destê wan derxist. Yên ku ev zilma PKK qebûl nekirin, hatin kujtin, hatin revandin, hatin zîndan kirin û welatê bav û kalên xwe terk kirin.

-Berpirsên partîyên kurdan, ji Başûrê Roavayê Kurdistanê derxistin û ofîsên partîyên wan hatin şewitandin. Li vî beşê Kurdistanê bi destê PKK, Ala Kurdistanê, ku bi xwîna cangorîyên Kurdistanê hatibû xemilandin, binpê bû. Her kes li vî beşê Kurdistanê bi „bijî serok Apo“ rûnişt û rabû. Bi helwestek yekalî û dîktatorî civat hat dîzayn kirin.

-PKK, her roj, bi xwepêşandanan, alên PKK û afîşên A. Ocalan li hidûdê Tirkîyê bilind kirin û Tirkîye vexwendin Başûrê Roavayê Kurdistanê.

-Ji Efrîn, Hezaz, Cereblûs, Girê Spî, heta Serê Kanîyê; 480 Km. axa Kurdistanê radestî dewleta tirkan kirin.

-Ev deverên ku radestî tirkan bûn, bi destê tirkan û hêzên tundrew, hemû raserî guhertinek demografîk bûn. Dewleta tirkan ereb li wir bicîh kir. Bi alîkarîya hêzên tundrew dest dirêjî mal û namûsa kurdan bû. Li ser vê axa Kurdan hejmara kurdan 80 ji % bû. Niha daketîye 20 ji % prosentê!

-2,5 milîyon Kurd li ser axa Roavayê Kurdistanê rûniştîner bûn. Niha ev hejmar daketîye 800 hezarî. Ji vê hejmarê jî, 500 hezar di kampan de; bê nan, bê av û bê elektrîk û dermen, bi pirsgirêkan ve rû bi rû dijîn.

-PKK, li ser navê „biratîya gelan“ ji jêra Sûrîyê 4 milîyon ereb anîne û di malên kurdan de bicîh kirine. Niha nifûsa vê herêmê % ji 20an Kurd mane. Yani, piranîyên rûniştînerên seranserê axa roavayê Kurdistanê bûne ereb!

-Dema ku DAÎŞ êrîş anî ser Kurd û Kurdistanê; artêşa İraqê çekên xwe ji DAÎŞ re hişt û Şingal, Mûsil jî di nav de, hemû herêmên li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê bûn radestî DAÎŞ kir.

-Rojek li ser vê rastîyê medya PKK du xet nivîs dernexist û ev rastî neanî ziman.

-Ji hêla din de jî PKK, li gor xwestin û stratejîya Îran û Tirkîyê, jinek şandibû Şingal û wek pepûkan digot; „pêşmerge şer nake, pêşmerge direve, xayîn pêşmerge..Gerila şer dike..gerila Şingal rizgar kir!“

Eynî PKK li wê demê, ji kesatîyên Ewrûpa û parlemento yên Ewrûpa re name dişandin, parlementoyên Ewrûpa protesto dikirin û digot;

„çeka nedin kurdan, nedin barzanîyan, nedin pêşmergan, ew nizanin şer bikin. Wê çekên xwe bifroşin DAÎŞ!“

-PKK, piştî ku Roavayê Başûrê Kurdistanê ji kurdan vala kir, niha berê tirkan daye Başûrê Kurdistanê. Gav bi gav Başûr têt dagirkirin.

-Niha Şingal; di destê Haşdî Şabî û PKK de ye. 350 hezar Kurdên Êzdî di kampande dijîn û ji ber hebûna PKK û Heşdî Şabî û tehdîda Tirkîyê, ev 7 sale nikarin vegerin ser cîh û warên xwe. PKK zarokên wan direvîne û bê riza malbatên êzdîyan zarokên wan ji xwe re dike şervan û dide kujtin.

-PKK, statûya Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlemento ya Kurdistanê, asayîş û dadwerîya Kurdistanê nasnake. Li vî beşê Kurdistanê axa wan ji wan re qedexe dike û dikûje, kurdkujîyê dike.

-PKK êrîşan tîne ser hêzên Pêşmergan. Rêyên wan mayîn dike, kemînan datîne pêşîşa pêşmergan û bi Qenasan dikuje û birîndar dike.

-Borîyên nefta Kurdistanê diteqîne û zerarê dide aborîya Herêma Kurdistanê. Bi qutkirina risqê dahatên kurdan, li Başûrê Kurdistanê Kurdan tehdît dike.

-Kurdên başûr û li Herêma Şingal zarokên kurdan, karmendên kurdan direvîne, zîndan dike û dike leşker ji xwe re, dide kujtin.!

Qaşo hunermendên kurdan,

Qaşo sîyasetmedarên kurdan, rewşenbîrên kurdan, nivîskarên kurdan hîn jî dibêjin „şerê bikakujî“!

Kî kê dikûje?

Kî êrîş dike û kî van malwêranîyan nabîne?

Kî bi sebir tehamûl dike?

Divê em destê xwe deynin ser vîcdanê xwe û rastîyan bêjin!

Ewqas fêhmkorî nabe û em nikarin rastîyê ser û ben bikin. Em, wek kurdperweran, welathezan, eger li dijî Kurdkujîya ku li henber kurdan têt kirin, helwestê daneynin û rastîyê nebînin, em vîcdanê xwe wenda dikin. Kî kurdan dikuje û dide kujtin, divê em Kurdkujan li ber derîyê wan şermezar bikin.

Hevserokê qaşo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji medyaya xwe re dibêje;

„dewleta Tirkiyê ya dagirker hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike“(!) Lê zimanê Xerîb Hiso nagere, ku bêje helwesta PKK, serwerîya herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê.

-PKK, eynî mîsyon li seranserê Başûrê Roavyê Kurdistanê jî meşand û seranserê axa Roavayê Kurdistanê hat dagirkirin?

-Divîya bû Xerîb Hiso û Tev-dem; ev rastî bidîta, ku bê bi vexwenda PKK, çawa ew axa Roavayê Kurdistanê hat dagirkirin û ew tiştên li jor yek bi yek hat serê wan?

Hevserokê qaşo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso didomîne;

Tirkîye dixwaze; „destkeftiyên kurdan têk bibe û Tirkiyê hewl dide partiyên kurdî tev li êrişên xwe bike.“(!)

Helbet dema ku beşek ji rêveberên kurdên Roavayê Kurdistanê, bi destê PKK malwêranîya ku li Başûrê Roavayê Kurdistanê hat serê wan nebîne, mebest ne pejirandina kurdkujîya PKK be; wê çima şîretan li rêveberên hikûmeta Herêma Kurdistanê bike?

Gelo Xerîb Hiso dikare bêje; „me li Başûrê Rojavayê Kurdistanê Kurd kujtin, girtin, xistin bin asaqan û zîndan kir! Me beşek ji kurdên Roavayê Kurdistanê kir dijminên Başûrê Kurdistanê û PKK ev emir dida me?“ (!)

-Dema ku Kurdên Roavayê Kurdistanê nebînin, bê bi destê PKK, çawa îradeya wan, li wî beşî hat binpê kirin û ket destê PKK; tê wateya mafê wan, ku aqil bidin Başûrê Kurdistanê jî ji dest dane û ew derfet, vîcdan wenda kirine!

Kurdên ku bi PKK re tevdigerin û berjewendîyên wan li gel PKK ne, mejû û hestên kurdewarî, wîcdan bi wan re nemaye. PKK êrîşî ser Pêşmergan dike û ew dibêjin;

zexteke mezin li PDKê bikin, da ku dev ji hevkariya xwe ya di êrişên dagirkeriya Tirkiyê berde.“(!)

Lê devê wan nagere ku bêjin; „PKK êdî besse kurdkujî, kurdwêranî“!

Ma li Başûrê Roavayê Kurdistanê PDK hebû, ku tirk ketin wir û mala kurdan wêran bû?

Ma PDK êrîşan tîne ser „gerîlayên PKK û her dikûje“ ku hûn dibêjin;

"Şerê navxweyî ji êrişên Tirkiyê xetertir e û dijmin hewl dide vê siyasetê bide meşandin. Divê PDKê ne li kêleka dijmin be û ji bo yekitiya kurdî amade be." (!) Di virde jî bi mebesta, „PDK li kêleka dijmin e“(!) hûn kirin û kiryarên PKK vedişêrin. Hûn ne durustin. Yên ku tên cangorî kirin pêşmergên Kurdistanê ne û yên ku dikujin jî PKKli ne. Çima hûn rastîyê ser û bin dikin?

Bi dijminatîya Başûrê Kurdistanê, bi kujtina parêzvanên Kurdistanê û bi tehdîda ser axa azad û hikûmeta meşrû ya Herêma Kurdistanê PKK, têkçûna xwe, di wîcdanê kurdan de hêdî hêdî ava dike!

Ji roja ku serkirdeyên Başûrê Kurdistanê şerê Kurd Bi Kurd re qedexe kirine û heta niha PDK, çend caran êrîş anîye ser PKK?

Çend „gerîlayên PKK“ bi destê pêşmergan hatine kujtin?

Lê bi sedan mînak û kurdkujîyên PKK hene li ser axa Herêma Kurdistanê!

Heger PDK êrîş ne anîbe ser PKK; hûn sîyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û nivîskar, çima devê we nagere ku Hun bêjin; „PKK besse..Besse kurdkujî ya te!“

PKK mala kurdan xerakir û tenê têkçûn, kujtin û talan, wenda kirin kir nesîbê Kurdan.

PKK şeref û xîreta kurdan bi serkevtinên dijminên Kurd û Kurdistanê re binpê kir. Îradeya miletê Kurd binpê kir û têkçûn li Kurdistanê meşrû kir.

-PKK, deh qat bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê li Bakurê Kurdistanê geş kir û hemû enerjîya netewî xerc kir. Di vê çerxa dîrokê de Bakûrê Kurdistanê têkbir, bê parastin hişt, bê per û bask kir.

Di 37 salîya şerê çekdarî de Kurdan çi wenda kir û çi qezenc kir?

Min li jor hêla wendakirinê nivîsî. Hûn jî bersîva serkevtinên PKK bidin min!

17.06.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2295 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:38

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x