Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!

Şeyhmus Ozzengîn

05.04.2021, Pts | 20:07

Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!
Nêrîn Belav bike

Dr. Breuer rojek ji xew radibe û li ser masa xwe vî notê balkêş dibîne:

„Ji bona meseleyek girîng divê ez zûtirîn we bibîn im. Pêşeroja dahata felsefeya Elmanan di tehlûkê de ye. Em sibê saet di 9.00 de li Kahwexaneya Sorrento hevûdû bibînin“ Lou Salomê.

Dr. Breuer, di dema xwe de psîkologekî navdar bû. Bi kesên navdar re pir eleqeder dibû û yek ji nexweşên wî jî, Filozofê Elman Nîçe bû.

Ji bona civatek ku tendurustîya wê baş, pêşîya wê vekirî, ji xwe razî û xwedî ramanên qewî; ev herdû hêl divê her xurt û zînde bin. Yek ji van felsefe û ya din jî psîkolojîya (derûnîya) civatê ye. Civata ku, ji kuraya felsefa xwe qut bibe, wek malbatek ku ji koka xwe qut û bêesil, di nav psîkolojîyek xerab de jîyana xwe bidomîne, wê her ji pêşeroja xwe di şikê de be. Zana, pîsporên civakî û akademîsyen her li ser van beşan serê xwe êşandine.

Dîktatoran, her dem ev hêla zeîf a civatê ji xwe re kirîye armanc û li henber civatê bikar anîye. Civatên ku ji hêla felsefê de xurt, qewî û li ser xwe, bi hêsanî, li henber dîktatoran dikarin xwe biser hev de bînin û xwe ji boranên mezin, ji şikestinên civakî yên mezin biparêzin.

Di 04.04.2021 an de psîkolog Husên Dozen, li ser mijarek kuraya dîrokê a „Têkilîyên jinê û dîktatoran“ nivîsek kurt di rûpela xwe a Facebookê de parvekir. Mijarek girîng û balkêş a beşek ji civatê derdixist ber me.

Dr.Husên Dozen bi vê hevokê dest bi kurtenivîsa xwe dikir:

„Beṣekî mezin ji alîgirên Hitler jin bûn. Gelekên ji wan kêliya ku di mitîngan de li Hitler guhdarî dikirin, bi wan xweṣ dihat. Ne tenê Hitler, gelek dîktatorên van sedsalên dawî bi alîkariya jinan dikrîbûn desthilatdariya xwe damezirînin û dom bikin.“

Pîsporê me yê derûnî, sedemên vê rastîyê jî bi van tesbîtên xwe tîne ziman:

„Bêguman sedemên vê rastiyê jî hene. Ew jî di kurahiya ruhê mirov de ne. Eṣkere ye ku ev peywendiya jinan û dîktatoran ji bindestiya jinê tê. Ne jin tenê, mirovên ku gelek tên çewusandin, bêtir sadiqî kesên ku wan diçewusînin dimînin.“

kuraya ruhê mirov“, gotinek dîrokî a sivîlîzasyona mirov û civatê bi xwe. „Kuraya rûhê mirov“ û dîktatorî, di çi warî de hevûdû temam dikin û dibin yek mijar?

Di bersîva vê pirsê de du tişt hevûdû xwedî dikin; hêz û kêmquweta mirov, bindestîya mirov. Kêmquwetîya mirovan ji xwedîhêzan re dibe pergalek bikaranînê. Mîna çîroka mirîşkek, ku bi destê xwedîyê xwe têt rût kirin. Piştî ku rût dibe, mirîş ne di pînê xwe de,ne di nav refên xwe de, ne jî ji serman li derve cîhekî debarê nabîne. Berê xwe dide cem xwedîyê xwe û li ber lingê wî kesê ku pûrta wê rakirîye li debarê digere. Xwedîyê wê, bi hindik hindik êm re wê xwedî dike û ji ber lingê xwedîyê xwe qutnabe!

Li Beka, gel Abdullah Ocalan û li serê çîyê li gel PKK, bi sedan mînak hene: Ji destdirêjîya ser jinê bigire, heta kujtina jinê, bi karanîna jin li henber jinê, ji hêla agahîyan de jin pir xerab û serkevtî li henber hevalên wê hatîye bikaranîn. Li ser van xebatên xerab slogana „jin jîyan azadî“ hatîye bikaranîn û di nav refên PKK de, bi dehan rêxistinên jinan hatine avakirin. Çawa her gotina rêveberên PKK, ku bi „jina azad“ û „demokratîk“ destpê dike, ewqes jî kirin û bûyerên tundî û dîktatorî di bin van gotinan de hatine meşandin. Di vir de her dîktatorî, ev gotin bi hosteyî bikar anîne. Bi raya min, „hêz“ û „zeîfî“ya mirov, a civatê, a jinê, ku ji terefê dijminên azadîya mirovan ve, ji terefê xwedî hêzan ve bi navê „azadî“ û „jin jîyane“ bi hosteyî û çawa hatîye bikaranîn, mijarek balkêş û girîng e.

Dr. Dozen di nivîsa xwe de, çend mînakên dîrokî jî dide me û bahsa tevgera jinê jî dike:

„Di destpêka salên 1990 de, piṣtî Helebce, di dema ṣerê xelîcê yê 1. li Cenevreyê kongreya jinên cîhanê ji bo aṣitiyê pêk hat. Hîngê jineke kurd î ciwan jî beṣdar bûbû. Wê kurdê xwest ku kongre kirinên Saddam î li dijî kurdan jî ṣermezar bike. Bi sedan jinên ereb û hevalên wan î çepgir, di salona civînê de kiribûn qîrîn û destên xwe li maseyan xistibûn. Heta ku mafê peyvê ji wê jina ciwan nehatibû standîn ew ranewestiyabûn.“

Hin di dema ku li henber Diktatorê dijminê Kurd û Kurdistanê, helwesta dewletên Ewrûpa û Emerîka dîyar bû û hin jî di dardakirina dîkmtator Sadam Husên de pir çepên Ewrûpa, tirkan û Ereban, bi navê “dijberdîya şer û dagirkirina emperyalîstan“; Saddamê ku qatîlê 280 hezar kurdan, qatîlê Enfal û Helepce bû, parastin. Wek ku dîktator li Kurdistanê ne dagirker bû! Li ser eynî mijarê Dr. Husên Dozen jî hinek mînakan dide:

„Mixabin di nav wan jinên pro Saddam ku nedixwestin jina kurd bahsa Helebce bike de parêzvana mafên jinan nivîskara misrî Nawal El Saadawi jî hebû.“

Ji Hîtler, Mousolonî bigire, heta Franco, Saddam, Qadafî û Ocalan ev;

„bi darê zorê bi alîkariya çekdarên xwe gelek jin didan anîn û ew bikartanîn. Mixabin li gel vê kirina wî (wan) jî muhafizên wî (wan) yên ṣexsî jî bêtir jin bûn.“

Divê pîsporên mijarê; li ser mijarê, li ser têkilîyên felsefî û derûnîya civatê, lêkolîna bikin û vê hêla cevata me, vê hêla jinê ji me re derxin astek zanistîyê.

05.04.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:36:39

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x