Lepên Tarî

Mehmet Ozalp (Bîranîn)

Şeyhmus Ozzengîn

14.02.2022, Pts | 08:40

Lepên Tarî
Nêrîn Belav bike

Weşanên DOZê, Çapa yekem Gulan 2021.

Birêz Mehmet Ozalp, di hilbijartin a 26ê Adara 1989an de bi ser dikeve û dibê serokê şahredarîya Tetwanê. Li gor gotina wî (“berîya ku wexta min (wî) biqede, bi mecbûrî, di sala 1994an de min (wî) Tetwan terk kir...”) serokatîya Şahredarîya Tetwanê meşandîye. Ji sê salan zêdetir ev kar kirîye.

Wek ku navê xebata qurteçîroka xwe a dema şehredarîya xwe jî bi nav kirîye; ev dem perçak ji jîyana tarî a Bakûrê Kurdistanê ye. Bi vê bawerîyê jî nivîskar birêz Mehmet Ozalp navê vê demê li pirtûka xwe kirîye. Lepên Tarî.

Lepên Tarî; tenê çîroka herêmek ji Bakûrê Kurdistanê a wan salên tarîye. Lê her gundik, gund, navçe û bajarên Kurdistanê, yek bi yek xwedî çîrokên taybet yê vê demê ne. Birêz Mehmet Ozalp, bi berpirsîyarîyek dîrokî, beşek ji kurteçîroka vê demê, bûyerên li kendal, gelî, navçe, çîya, gund û zozanên Kurdistanê, ku bi van lepên tarî qewimîne, tomar kirîye.

Di van salên ku miletê Kurd, li seranserê Bakûrê Kurdistanê, di navbera dewleta tirk û PKK de êsîr mabû, raserî zilmek mezin hatîye. Di vê demê de, jii hêlekê de dewletê, ji hêla din de PKKê, çeqoberî miletê Kurd daye ber xwe. Bi gotina nivîskar:

Kesên ku ne ji PKKê bûn, gorî PKKê ‘merivên dewletê’ bûn. Dewletê jî digot; ‘kesên ku ne ji me bin, terorîst in û endamên PKKê ne’. Dizanim pir kesên, xwe di navbera vê cenderê de dihesibandin. Lê bêdeng bûn.” (r.221)d

Li Bakûrê Kurdistanê, di navbera 1990 û 2000an de bi dehhezaran mirov hatine kujtin, wenda kirin. Nêzî 4500 gundik û gund hatine şewitandin û vala kirin. Bi destê van herdû hêzan tofanek mezin li serê miletê Kurd rabûye. Hemû dînamîkên Kurdistanê telef bûne. Nêzî 10 milîyon Kurd welatê xwe terikandîye û li metropolên tirkan raserî xîzanî, asîmîlasyon û malxerabîyek mezin bûye. Qîz û bûkên me sêwî, bêkes li kuçeyan rû bi rûyî tundû tûjîyan hatine. Cendekên ciwanên me deh deh, bist bîs bê xwedî, bi rojan li ber zinar û berqefan mane. Rewşa Bakûrê Kurdistanê, kilîda malxerabîya îroyî di wan salan de ye.

Ji hêlekê de dewlet a Tirkan, ji hêla din de PKK, kurdan dide ber xwe. Lêpirsîn, revandin, girtin, kujtin, wenda kirin bûne bûyerên rojane li wan salan. Metirsîyek mezin dikeve pêsîra miletê Kurd. Civat bi destê van herdû hêzan, bi meteqûlkan, bi bedêldan û qahremanîyek sexte, bi çîrokan terorîze dibe û têt dîzayn kirin. Bi gotina nivîskar ku hevdîtinek bi berpirsên PKK re tîne ziman:

“dewlet têra xwe zordestî li me dike. Qet nebe hûn me rehet bihêlin.” (r.212)

Tîne ziman ku ev dîtin bêmane ye! Ji ber ku; “Lê wisa xuya dikir, tu înteresa wan ji tiştên ku min digot re tunebû. Min fahm kir ku ez vala xeber didim.” (213)

Ev zilma giran, bi stratejîya dewletê ya şerê taybet hatîye meşandin. Ji hêlekê de civat têt dîzayn kirin, ji hêla din de jî li ser welatparêz û kurdperweran, xwedî şexsîyetan jî metodên derûnî tên meşandin. Nivîskarê me, vê derûnîya nav kurdperwer û niştimanhezan bi van xetan şîrove dike:

tirsa herî mezin, ya ser kujtinê re jî xwarina mohra ‘îhanetê’ bû. PKK bi rehetî dikarî kesekî, bi îxanetê tohmetbar bike. Wî wextî, warê sîyasî de, qîymeta kirin û bawerîyên meriv tunebû. Gorî min, kuştin ji xwarina mohra îxanetê çêtir e. Miletên ku bi îxanetê bê sûcdarkirin xwe, ji laşê meriv de tevizîyan tîne xwarê. Piştî wê xebera ku milîs anîbû, ez neçim hevdîtinê, ew bi serê xwe problemek bû ku wê serêşeke din derxistaya pêşîya min. Divê ez destûr nedim ku rewş bigîhîje wê qonaxê.”(r.216)

Pirtûk têra xwe tije, dewlemend û bi zimanekî zelal di pirtûkê de; ev bûyer, hemahengî ya di navbera armancên hêza dewletê û PKK de, wahşeta ku li herêmê meşandine, yek bi yek hatine qeyd kirin û nivîskar bi berpirsîyarîyek dîrokî kirîye malê dîrokê. Nivîskar, bê teref, bi berpirsîyarîyek mezin ev zilm û zordarîya ku wan salan li ser miletê me, bi stratejîyek taybet hatîye meşandin tomar kirîye.

Ji kujtina kurê Dr. Rodî Demirkapî û birîndarîya Dr. Rodî bigire; heta revandin û kujtina sê kesên ji Tetwanê, heta kujtina 13 gundîyên Karûkan, revandin û kujtina kurê Îshaq, Firat Tepe û kujtina Parêzer Şewket Epozdemir û heta cesedên bi şevan li kêleka rêyan dirêjkirî û bêxwedî, heta bi sedan bûyeran hatine qeyd kirin.

Birêz Mehmet Ozalp, di pirtûkê de, bi berpirsîyarîyek dîrokî, bêtef, sade şahidîya dîroka herêma Tetwanê ya demek kurt dike.

PKK, li herêmê bi gotina nivîskar, “nivişt li ser niviştê ji esnaf, bezirgan, kesayetîyên berbiçav” re dişîne, pereyên ji quweta wan zêtir ji wan dixwaze û yên ku nedin jî tehdît dike. Ev metod li henber birêz M. Ozalp jî têt bikaranîn. Di rewşek wisa de birêz M. Ozalp dibêje;

“Mirovên min, hevalên min her yekî wextên ku ji hevûdû cûda da çûbûn bal PKKê, qala rewşa me ji wan ra kiribûn, lê mixabin tu tişt nehatibû guhertin. Her carê em dizîvirîn û dihatin li serê pêşî û rewş ji cara berê jî xirabtir dibû. Daxwazên wan tu carî xilas ne dibûn û ji cara berê jî zêdetir dibûn.” (r.2017)

Birêz M. Ozalp dîyar dike ku; tirsa PKK û tirsa dewletê li ser wan bi hev re hebû û ev tirs, roj bi roj bandora xwe zêde dikir!

“Bûyerên di herêmê de diqewimîn, roj bi roj zêdetir dibûn û herdû alî jî bê kontrol dixuyan. Bajar piştî nîvro saet sisê û nîv (3.30),çaran (4.00) de vala dibû. Ji tirsan kesek li derve nedima. Herkes diçûn malên xwe, derî û pencerên xwe digirtin. Paşê dengên sîleha li ser bajêr bilind dibûn...”(r.233)

Salên ku birêz M. Ozalp di “Lepên Tarî” de bahs dike. Salên ku di nav gundik û gundên Kurdistanê de dê weledên xwe avêti bûn:

“Xelkê mal û milkên xwe dihiştin cî de û diketin li ser rêyan û gorî îmkanên xwe, dûr an jî nêzîk, li bajarên dîtir belav dibûn. Piranîya xortên wan jî diçûn û digihiştin PKKê. Piştî valakirina gundan, hejmara PKKyîyan di herêmê de pir zêde bibûn. Piranîya wan bêçare, xeşîm û bêtecrûbe bûn.” (r.233)

Ev hemû dînamîkên Kurdistanê bûn û di vî şerê taybet û biqirêj de telef bûn.

Pirtûk bi raya min, mînakek serkevtî ya nivîsandina bîranînan bi xwe ye. Belgeyek hêja ye. Sipas dikim ji birêz M. Ozalp re ku ev berhem dîyarî dîroka Kurdistanê kir.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
4073 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:32:40

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di navbera Rejîm-Opozîsyonê de şer ber bi kude diçe? Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x