Panorama sala 2021ê!

Di destpêka sala 2021 an de nûçeyek girîng, ku di berdewamîya salê de karesatên xerab ji bo Kurd û Kurdistanê tomarkir, derket ber me. Ew jî hemahengî û têkilîyên PKK bi Haşdî Şabî re bûn.

Şeyhmus Ozzengîn

28.12.2021, Sal | 09:36

Panorama sala 2021ê!
Nêrîn Belav bike

Me salek din bi êş, keder û tije pirsgirêk derbas kir. Nedîyarî a ajenda Rojhilata Naverast, hewlên terorê û Vîrusa Coronayê di seranserê salê de bibandor domkir. Wilo xuyaye ku ev rewş wê hîn jî bidome.

Di destpêka sala 2021 an de nûçeyek girîng, ku di berdewamîya salê de karesatên xerab ji bo Kurd û Kurdistanê tomarkir, derket ber me. Ew jî hemahengî û têkilîyên PKK bi Haşdî Şabî re bûn.

Di 10.01.2021 de li Bexda civînek li dar ket. Beşdarvanên vê civînê PKK, Haşdî Şabî, Ênîya Tirmenan, Îran, beşek ji şîeyên İraqê bûn.

Ev civîn, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran û Tirkîyê de, bi hemahengî cîh digirt. Beşek mezin ji şîeyên ku li Bexda li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê bi van beşdarvanên vê civînê re di tevgerê de mesajên xerab dida me. Di vê civînê de Ala Îsrnaîl û Emerîka jî hatibû şewitandin.

Ji Bexda tehdîda li ser Kurdistanê; qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina nifq û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê bû. Pêşî lêgirtina Made ya 140, ev hemû ji yek navendê dihatin meşandin. Aktorên van qeyranên sîyasî Tirkîye û Îran e. Bandora Îran û Tirkîyê li İraq, li ser herêmê, metirsîyek dîyar derdixist ber me û eşkere ku hêzên çekdar di armancên xwe de bikar tînin.

Piştî vê civînê di seranserê salê de PKK û Beşek ji Haşdî Şabî her êrîş anîn ser Herêma Kurdistanê û pêşmergên Kurdistanê.

PKK di van êrîşan de, borîyên nefta Kurdistanê teqand û zerarên mezin da aborîya Kurdistanê. Êrîş anî ser hêzên parastina ewlehîya Kurdistanê (pêşmergan) û Kemîn li ber karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê danî. PKK, statûya Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, wezaret û dadwerîya Herêma Kurdistanê, asayîşa Kurdistanê nasnake. PKK, Ji bona têkbirina xaka azad xebatên xwe di seranserê salê (2021 an) de domand.

Grûbên Haşdî Şabî jî, çendîn caran bi Mûşekan Hevlêr û gundên derdorê, belafirgeha Hevlêr kir hedef û herêma Kurdistanê tehdît kir.

Rojevek din a girîng, zîyareta Papa Francîz (08.03.2021)

a Herêma Kurdistanê bû. Papa Francîz di daxûyanîya xwe a yekem de ji kurdan re got:

“Hûn Kurd miletekî pak in, we destê xwe yê bi rahm dirêjî van hemû pêkhateyên ayînî û netewî kiriye, ji bo min jî dua bikin.”

Avakirina jîyanek piralî û hevpar li Kurdistanê, Bala Papa Francîz jî dikişand. Herêma Kurdistanê bi pêşewazîyek qedirbilind Papa Francîz pêşewazî kir. Papa Francîz di devama daxûyanîya xwe de ev memnûnîyeta xwe bi van hevokan anîbû ziman.

“Gelek spas bo vê pêşwaziya mezin, ku we li min kir. Demek dirêj e min dixwest serdana Herêma Kurdistanê bikim. Kêfxweşim, ku îro bi daxwaza we hatim Kurdistanê. Gelek pêzanînên min hene di derheqa we û miletê we de. Tevî ku hûn di şer de bûn, we pêşwazî li koçberên Mesihiyên Mûsilê û deşta Neynewa û Qereqoşê û li pêkhateyên din kir. We himbêza xwe ji bo xrîstiyanan re vekir.”

Di sala 2021 an de jî beşek ji medya kurdan a civakî, li henber nivîskar, colomnîst û şirovekarên Kurd bêrêzîyek sansorî a kêfî berdewam kir. Li ser vê jî min di 18.03.2021 de ev rewş anî ziman ku:

Di medya civakî de pirensîb û mafê nivîskar û mafê „bîr û rayên di nivîsê de ya nivîskar e.“ têt binpê kirin û nivîs têt bloqe kirin, lê bi zimanekî kîbarî dibêjin; „me nedîtîye, an jî me got belkû ji bo xwendinê we şandîye, an jî divê hûn sernivîsê biguherin, naverok ne li gor me ye“ û bi van metodan nivîskar dixin bin tayê sansorê.

Torên civakî, bi weşandina nivîsên wan jî, dixwazin nivîskaran sbixin bin mineta xwe bê ku alîkarê wan bin.

Li ser berdewamîya êrîşên PKK yên ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergên Kurdistanê, min di 11.06.2021 eşkere kir ku:

Ev herêm, ji terefê xwedîyên vî beşê Kurdistanê de, bi îradeya hêzên sîyasî yên vî beşê Kurdistanê; bi şer û berxwedanên dehan salan, bi cangorîya sedhezaran pêşmergan hatîye rizgar kirin.

Ev herêm xwedî statûyek navdewletî, navnetewî ye. Ev beşê Kurdistanê serwerîya xwe ji dîroka xwe, ji sazîyên civakî (Parlemento, hiqûk, peymana civakî, hêzên asayîşê, perwerdeyê) digire.

Parlementoya Kurdistanê, hêzên asayîşa Kurdistanê; garantîya serwerîya herêma Kurdistanê, demokrasîya Kurdistanê ye. Tevdegerîn, rabûn û rûniştin, çûn û hatina vî beşî, îradeya vî beşî, di destê sazîyên hikûmeta herêma Kurdistanê de ye. Ev jî hêza xwe ji parlementoya Kurdistanê, ji dadgerîya Kurdistanê digire. Herêma Kurdistanê hêvîya pêşeroja miletê Kurd û Kurdistanê ye.

PKKê, bi israr vê îradeya miletê Kurd binpê dike. Nasnake û li ser vê axê mirovan dikuje! Êrîşan tîne ser hêzên asayîşê û aramîya herêmê têk dibe. Mirovan direvîne, dikuje, zîndan dike û hesab nade dadwerîya Kurdistanê. Yanî hêzek destbiçek û ne fermîye û li henber aramîya Kurdistanê, serwerîya Kurdistanê xwedî armance û helwestek xerab girtî ye. Armanc û meramên dijminên Kurd û Kurdistanê pêk tîne.

Rojevik din a girîng ya sala 2021 an jî vekişîna Emerîka, NATO û NY ji Efganîstanê bû:

Emerîka di 21.08.2021 de vekişîna ji Efganîstanê destpê kir. Bi destpêkirina vekişînê re pir bûyerên diramatîk jî rûdan. Li ser vê vekişînê jî min ev şîrove di kuncika xwe de nivîsî. Beşek jê tînim bîra xwendevanan.

Berdevkê leşkerî yê Emerîka digot:

me kir nekir Efgan nebûn yek û me ji wan re artêşek modern, pirbiçek avakir, mixabin li henber Talîban şer nekirin û ji ber wê jî têk çûn“

Çawa Emerîka 20 salan bi îktîdarek diz û xwedî gendelî re xebitîye û ev rastîya Afganîstanê nedîye, ku bû sebebê serkevtinên hêzek tundrev?

Çima Emerîka û NATO li ser hestên netewî û niştimanî hikûmetek li Afganîstanê ava nekirin, ku li Efganîstanê civatek netewî û hevgirtî derkeve holê?

Çima Emerîka nebû alîkar, ku ji Efganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Efganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşan!

Dema ku dewletek netewî û niştimanî tine be, çima wê leşkerên Efganîstanê ji bona îktîdarên diz û xwedî gendelî şer bikin û bên kujtin? Em nikarin bêjin ku „Pîsporên Emerîkî“ ev rastî ne didîtin.

Tam di virde divê em Kurd, Emerîka û têkilîyên bi Emerîka re deynin ber neşterê:

Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xeteyên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xeteyên mezin kir, ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hiş ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne, ku mecbûrî İraqê bibe.

Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka İraq û herêma Kurdistanê, Roavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan?

Gelo wê Emerîka ji bo me jî bêje; „me kir nekir Kurd nebûn yek û artêşek milî, niştimanî ava nekirin, ji ber wê destkevtinên xwe wenda kirin“(!)

Di van demên germ de bi hatina serokê Fransa Emmanuel Macron re min helwesta Emerîka û hêzên Hevpeymanan a li henber Dewleta Kurd rexne kir û nexşerêya stratejîya azadîya Kurdistanê anî ziman.

Min di nivîsa xwe ya 29.08.2021 de dîyar kir ku:

Emerîka, li İraq jî ne Serkevtî ye. Ev 31 sale Emerîka li ser İraq dixebite. Du mudaxaleyên leşkerî li ser İraq bibandor hatine meşandin. Ji hêla Leşkerî de sîstemek dîktatorî li Bexda hat hilweşandin. Piştî hilweşandina sîstemê, li Bexda Emerîka xetayên mezin kir û nebû garantorê çareserkirina pirsgirêkên netewî, mezhebî û olî.

Destûrek pir baş û hêja, ku di serê grûban de bicîh nebû be, wê herkes li gor rewşa hêza xwe şîrove bike. Ev jî rê ji mudaxaleya dewletên herêmê re vedike.

Emerîka ji İraqê re destûrek çêkir û hikûmetek ava kir, lê radestî Îran kir. Ji bona mafê miletê Kurd nebû garantorek serwext. Rê û îmkan ji mezheba şîe re vekir, ku Îran li Bexda bibe desthilatdar. Ew girseya ku ji hatina Emerîka bo İraq re li çepikan dixist, îro dixwazin ku emerîka ji İraq derkeve û İraq radestî İran û Tirkîyê bibe. Sebebê vê Emerîka bi xwe ye.

Di Rojhilata Naverast de bê çareserkirina pirgirêka Kurdistanê, ti rê û rêbazî, aramî naçin serî. Bawerîya min ewe ku Fransa û dîplomatên Fransî, di warê rolê pirsa Kurd û Kurdistanê de, di Rojhilata naverast de xwedî agahîyên rast in û ji mejûyê leşkerî bêtir, bi mejûyekî sîyasî, civakî tavdigerin. Fransa baş dizane ku bê çareserkirina doza Kurdistanê, Rojhilatek naverast a di aramîyê de bijî xeyalek e.

Di 10.10.2021 an de li seranserê İraq hilbijartinên pêşwext a Meclîsa Federal ya İraqê çêbû. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan bûn.

Ji ber nakokîyên mafên destûrê, ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a İraq û herêma federe ya Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Van pirsgrêkan jî destûra İraqê dixe bin metirsîyê.

Min li ser dewleta Federal a İraq, di dema hilbijartinan de ev anîn ziman:

Li İraq, pir hêzên sîyasî hene ku xwedî hêzên çekdar in û ev hêz piranîyên wan ne yasayî ne. Erk û hêza xwe di ser yasayan re dibînin. Ev hêz destûr û yasayan nasnakin. Ev hêzên çekdar, çeka destê hêza sîyasî a li Bexda desthilatdar e. Ev jî serwerîya dewletê dixe bin tehlûkê. Bandorek çekdar a ne yasayî bi destê sîyasetmedaran li henber bicîh bûna sazîyên dewletê têt bikar anîn. Serwerîya dewleta federal dixe bin tehlûkê. Destûrê dixe bin bandorek totalîter û milîtarî.

Li ser Rojeva Kurdistanê û çareserîya pirsgirêkan di nivîsa xwe a 03.11.2021 de min anî ziman ku:

Di navbera Deweta Federal a İraq û Herêma Kurdistanê de, di asta destûrê de pir pirsgirêk hene, ku nehatine çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, ji Şingal bigire heta Xanekîn, Kerkûk jî di nav de, 40 ji % axa Kurdistanê, herêmên bi problem in. Divabû berî bi 13 salan, bi referandûmê pirsgirêka van herêman bihata çareser kirin. Nehat çareserkirin û DAÎŞ li van herêman bicîh bû. Dewleta İraq jî van herêman naparêze û ji hêla ewlekarîyê de jî asayîşa herêma Kurdistanê dixe bin tehlûkê.

Dermanê çareserkirina pirsgirêkên destûrî yên di navbera dewleta federal a İraq û Kurdistan a federe de, serxwebûna Kurdistanê ye. Bi îlankirina serxwebûna Kurdistanê re pirsgirêkên destûrê tên çareser kirin.

Di 09.11.2021an de li koçberan nivîsek min derket:

Di seranserê sala 2021 an de jî pirsgirêka Koçberan berdewam kir. Bi hezaran di deryayên bê binî de termên wan wenda bûn û mirin. Li ser sînoran per perîşan man. Beşek ji van koçberan ji ber şer, ji bona dîtina derfetek debarê, xaka bav û kalên xwe terk dikirin. Piranîyên van koçberan ji welatên misilmanan, ber bi Ewrûpa de, rêya jîyanek ku vegera wê tineye didin ber xwe û dixwazin xwe bavêjin bextê welatên Ewrûpa. Ev jî rewşa welatên îslamê derdixe ber me.

Di 5 û 6ê meha 12 an de (05-06.12.2021) li Hevlêr „Kongre ya Navenda Revenda Kurd lidar ket. Li ser revenda Kurd û rewşa Kongrê û kêmasî û xeletîyên xebatên avakirina Navenda Revenda Kurd di 07.12.2021 de min nivîsek tomarî raya Kurd kir. Min li ser avakirina Navenda Revenda Kurd ev ramanên xwe anîn ziman.

Gavên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, teng maye û ketîye destê şexsan.

Mixabin, xebatên avakirina Navenda Revenda Kurdistanê, hîn xwe ne gîhandîye astek kollektîf. Hîn komîteyek an komîsyonek hevbeş a organîzekirina honandina kurdên revendê bi şîveyek demokratîk ava nebibû, li Hevlêr Kongre hat lidarxist. Ev jî bû sebebê geşkirina nakokîyan û dilê pir kesan jikest. Hewlên ku tên dan, teng û ji jor de ber bi jêr de dimeşin. Ev jî Kurd ên dîyaspora temsîl nake.

Du sale, ev xebat di tekela şexsan de teng maye û ne serkevtî ye. Îmkanên ku ji bona honandina revendê pêşkêşî van şexsan bûye, van şexsan tenê ji bona xwe bikar anîne. Bi destê mejûyekî berfireh, bi pîlan û kollektîf ev îmkan nehatine bikaranîn! Ev helwest jî, pêşî li xebatek profesyonel gitîye. Ev xebat, bi helwest di astek ku „îmkanan tenê ji bona xwe bikar bîne û herkesî mecbûrî xwe bikin“ de dimeşe. Ev jî ji serî de avakirina navenda Revenda Kurdistanê dixe bin tehlûkê û pêşî lê digire.

Bi van hestan ez, sala nû li we xwendevanên hêja, miletê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêvîya salek têr û tije serkevtin..

27.12.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:42

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x