Modela İraq, Kurd û hilbijartin!

Cara yekem, Kurd û Kurdistanîyan di dîrokê de îradeya xwe bi pileyek 92.7 eşkere kirin ku dewletek serbixwe dixwazin. Ev îrade, ya miletekî bû û divê her kurd û her hêz hurmet ji îradeya miletê xwe re bigirta.

Şeyhmus Ozzengîn

07.10.2021, Per | 16:03

Modela İraq, Kurd û hilbijartin!
Nêrîn Belav bike

İraq, bi sînorên xwe di navbera du miletan de hatîye parvekirin. Bi desthilatdarîya du cîhan ve birê de diçe. Yek Bexda ye, ya din jî Hevlêr e. Yanî bi destê İraq a federal û Kurdistan a federe ve bi rêve diçe. Di destûra İraq de mafên herêma Kurdistanê bi şiveyek berfireh hatîye şîrove kirin. Her çiqa hinek hêlên destûrê ne zelal bin jî, Kurd di destûra İraqê de xwedî taybetîyên girîng in.

Di destûra İraqê de du sazîyên girîng cîh digirin.

1-Parlemento; ev her bi bandora nîjadperestên şîe yên bi ser Îran ve meşîya û li dij rûhê destûrê bûn xwedî helwest. Vê jî her nakokîyên di navbera Bexda û Hevlêr de kûr kir. Li henber vê helwesta nîjadperestî jî nûnerên Kurd li Parlemento ya Federal helwestek hevgirtî û niştimanî dananîn. Ev jî bû sebebê destdirêjîya Bexda li ser mafê Kurd û kurdistanîyan.

2- Meclîs a Federalî: Ji 2005an û heta niha ev Meclîsa Federalî ava nebûye. Ji ber wê jî pir madeyên destûrê ku bi Meclîs aFederalî ve girêdayîne, derbasî jîyanê nebûne. Hêza şopandina destûrê nehatîye honandin, ku li ser pratîka destûrê kontrolek serete ava bibe. De vî warî de Serokkomar jî erkê xwe bicîh neanîye.

Yek ji vê firqeya 2.emîn a madeya 140 ya destûra İraqê ye. Ev madde ji Şingal heta Kerkûk û Xaneqîn digire nav xwe, ku bi referandûmê bêt tayîn kirin.

Biryar ew bû ku ev herêmên li gor madeya 140 ku, heta 31.12.2007an bi referandûmê bên çareserkirin. Di normalê de divê heta vê rojê, serî li Îradeya niştivanên van herêman bihata xistin û nakokî çareser bibûna. Lê hin Îran û hin jî Tirkîyê bandorek mezin li ser hikûmeta federal a İraq çêkirin û bi grûbek nijadperest ya şîeyên li Bexda re, her pêşî li vê madeyê girtin. Nehiştin ku Kerkûk jî di nav de, pirsgirêkên van deveran çareser bibe.

Dijminên Kurd û Kurdistanê, ji bona pêşîlêgirtina Kurdistanek xort û bibandor, beşek ji kurdan jî ji xwe re bikar anîne.

Ji roja ku destûra İraq a Federal bi referandûmê hatîye pejirandin û heta niha 16 sal di ser re derbas bûn. Di van herêmên ne bi ser herêma Kurdistanê (an jî Kurdistan a federe) ve negirêdayî de pir bûyer qewimîn. Yek ji van bûyeran êrîşên DAÎŞ yên ser van herêman bû, ku artêşa İraq ev herêm giştik, bê ku biparêze, bi çekên destên xwe re radestî DAÎŞ kir.

Pêşmergan di mercên pir zahmet de li ber xwe da û ev herêm hemû, yek bi yek ji bin dagirkarîya DAÎŞ rizgar kir û hêza pêşmerge li van herêman bicîh bû. Şer, sê salan zêdetir li ser dirêjaya 1100 km. dom kir. Di vî şerê li henber DAÎŞ de; kurdan 2100 cangorî û nêzî 10 hezaran jî birîndar da.

Kurdan, ji bona ku xwe ji destdirêjîya hikûmeta federal a Bexda rizgar bikin, serî li îradeya miletê xwe dan. Parlemento ya federe a Kurdistanê, biryara referandûma serxwebûnê girt û di 25.09.2017an de çû referandûmê.

Di roja tesbît kirîde li herêma Kurdistanê referandûm bi hestek aşitîyane pêk hat. Her çiqa Tevgera Goran û YNK heta berî bi rojekê helwesta xwe a li henber referandûmê eşkere nekiribûn jî, PDK (Partî Demokratî Kurdistanê) bi tena serê xwe xebatên referandûmê meşand. Lê hin li dîyaspora û hin li herçar perçên Kurdistanê, piştgirîyek mezin ji vê biryarê re hat tomar kirin. Bi sedhezaran Kurd û kurdistanîyan pêşewazî li vê biryarê kirin û pişgirî danê. Van pêşandanan bandorek mezin li ser Tevgera Goran û YNK çêkir. Berî bi rojekê YNK û Tevgera Goran jî daxuyanîyên piştgirîya referandûmê dan.

Cara yekem, Kurd û Kurdistanîyan di dîrokê de îradeya xwe bi pileyek 92.7 eşkere kirin ku dewletek serbixwe dixwazin. Ev îrade, ya miletekî bû û divê her kurd û her hêz hurmet ji îradeya miletê xwe re bigirta.

Lê piştî netîceya referandûmê, dijminên Kurd û Kurdistanê ketin tevgerê. Îran, Tirkîye û İraq, beşek ji tevgerên kurdan jî girtin cem xwe û dorpêçek mezin anîn ser herêma Kurdistanê. Kerkûk di nav de hemû deverên ku bi xwîna hezaran xwebexş û cangorîyan hatibû rizgar kirin, radestî Haşdî Şabî û artêşa İraq bû. PKK jî bi Haşdî Şabî re ket têkilîyê û bi milmilane Şingan jî carek din hat dagirkin. Ev heft sale koçberên Şingal, ji ber milmilaneya Haşdî Şabî û PKK nikarin herin ser mal û milkên xwe. Di qampên koçberan de dijîn.

Di asta federalîzmê de di navbera Bexda û Hevlêr de nerîn û helwestên cûda hene. Şîeyên nijadperest yên heta niha li Bexda bûne desthilatdar, her çiqa di destûrê de Herêma Kurdistanê wek herêmek federe û xwedî îrade pejirandibin jî, di pratîkê de ev rastî qebûl nekirine. Ji ber wê jî hin porjeyên destûrê ava kirina herêmên federe yên wek navend û başûrê İraqê (herêma federe a Basra) nehatin avakirin. Bexda wek dewletek federal û navendî, nehişt ku hêza desthilatê bi herêmên federe re parve bike. Dewleta federal a İraq wek dewletek ûniter (yekalî) tevdegerîya. Vê jî nakokîyên di navbera dewleta federal û herêma federe a kurdistanê de her ku çû kûr kir. Helwesta ûnîterî ya Bexda, bû sebebê nakokîyan di navbera herêma Necef, Besra û Bexda de jî..

Di 10.10.2021 an de li seranserê İraq hilbijartinên Meclîsa Federal a İraqê heye. Kurd jî beşdarî van hilbijartinan dibin. Ji ber nakokîyên mafên destûrê ku derbasî jîyanê nebûne, di navbera hikûmeta Federal a İraq û herêma federe a Kurdistanê de pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgrêk jî destûra İraqê dixe bin metirsîyê.

Modela İraq, wek projeyek nû a Rojhilata Neverast hatîye amade kirin. Lê hin dagirkerên Kurdistanê û hin jî aktorên herêmê astengan ji vê projeyê re derdixin ku nekeve jîyanê. Dewletên yekalî (ûnîter) naxwazin ev proje serkevtî bibe. Di eslê xwe de Destûr û modela İraq a nû mînakek balkêşe. Ji bona avakirina dewletek hevpar, piralî û xwedî maf, herêmên otonom yên etnîkî, mezhebî û olî girîng in.

Ji ber wê hilbijartinên İraq, ji bona serkevtina vê modelê wek proje pir girînge. Partîyên Kurdistanê jî bi hemû hêza xwe beşdarî vê hilbijartinê dibin, ji bona ku li hikûmeta Federal bandora xwe zêde bikin û mafên xwe yên destûrê bicîh bikin.

Kurd mecbûrin li Bexda, sîyasetek hevpar, niştimanî û hevgirtî bimeşînin. Ne wek partî û grûban, wek nûnerên miletekî, hevgirtî mafê kurdistanîyan biparêzin.

10.07.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:49

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x