Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!

Çend panel û semînar derbarê pirsgirêka Kurdan de pêşkêş kirine, herwiha beşeke mezin a jiyana xwe ji bo lêkolîn û nivîsîna derbarê Kurdan terxan kiriye. Nêzîkî 100 lêkolîn û pirtûkan derbarê Kurdan nivîsiye.

Şeyhmus Ozzengîn

23.08.2020, Paz | 12:56

Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!
Nêrîn Belav bike

Profesor Dr. Michael Gunter, mamosteyê zanistên siyasî ye û li Zanîngeha Tennessee li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixebite.

Profesor Dr. Michael Gunter, cara yekem sala 1995an serdana Herêma Kurdistanê kirîye.

Çend panel û semînar derbarê pirsgirêka Kurdan de pêşkêş kirine, herwiha beşeke mezin a jiyana xwe ji bo lêkolîn û nivîsîna derbarê Kurdan terxan kiriye. Nêzîkî 100 lêkolîn û pirtûkan derbarê Kurdan nivîsiye.

Prof. Dr. Michael Gunter, Di nerînên xwe de bawere ku; „avabûna dewleteke Kurdî ku Kurdên her çar dewletan li xwe bigire li gor şert û mercên îro, ne mumkin e“(!) Li gor vê bawerîya xwe, piştgirê parastina statûkoparêzîya Emerîka a heyî, di herêma Rohilata navîn û di vê prosedûrê de piştgirê destûra İraq, a federal û li vê destûrê cîgirtina mafê kurdan e. Siberoja kurdan, di parastina statûya herêma fedaral, nîvdewlet a Başûrê Kurdistan de dibîne.

Ji Rûdawê Hîwa Cemal, di 30-07-2020 de bi Prof. Dr. Michael Gunter re, li ser pirsa Kurd, Herêma Kurdistanê, Têkilîyên Bexda-Hevlêr û çawayî ya Nefta Kurdistanê, Haşdî Şabî û radestkirina Kerkûk, hevpeyvînek lidar xistibû. Hinek xalên girîng, ku sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser rawestin di vê hevpeyvîna bi Prof. Dr. Michael Gunter re hene, ku ez carek din balê bikişînim ser. Heta niha li Emerîka, kesên ku bi kurdan re têkildar, pîsporên doza Kurd û li ser sîyaseta piştgirîya Kurd û Kurdistanê, bi baldarî disekinin; min John Polton, Joe Biden û Dr. Peter Galbraith bi we dan naskirin. Ev car jî, wek çaremîn danasînê, ezê di hinek waran de li ser nerînên Prof. Dr. Michael Gunter rawestin.

Prof. Dr. Michael Gunter, rexneyek tûn li kurdan dike û eşkere dike ku;

“Kurd ne yekgirtî ne, lê ji her demekê ne xerabtirin” û hişyariyê dide kurdan ku, “Divê Kurd bi hev re kar bikin, an ji hev perçe perçe dibin.”

Prof. Dr. Michael Gunter, balê dikişîne ser bûyerên 16ê Cotmha 2017an û dibêje, “Neyekgirtina Kurdan, rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê, ev şermezariyeke mezin e ji bo Kurdan“ û didomîne:

„Eger rêjeyeke diyarkirî ya yekgirtina kurdan nebe, hingê dijminên we, wê perçebûnê bi kar bînin û taktîkên xwe li dijî we bi kar tînin. Wek çawa piştî giştpirsiya sala 2017an, parçebûna Kurdan rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê, ku şermezarî û trajediyeke mezin e ji bo Kurdan.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser hevgirtina kurdan û sîyasetek hevpar, hevokek dîrokî tîne ziman û dibêje;Yan divê Kurd bi hev re kar bikin, yan dê ji hev perçe perçe bibin..“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser perçebûna kurdan û neyekrêzîya sîyaseta Kurd eşkere dibêje;

„bi rastî perçebûna kurdan, ziyanê digihîne Kurdan. Dijminên we, mebesta min welatên li dorhêla we ne, wek Tirkiyê û Îranê, tev Bexda jî, hergav perçebûna Kurdan wek stratejîyekê li dijî Kurdan bi kar anîne. Li ser vê perçebûnê kar kirine. Ev perçebûn, derfetê dide dijminên we, da ku ziyanê bigihînin we û rêgir bin, ku hûn bigihin armancên xwe yên rewa.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser dabeşkirina dîrokî a statûya ser Kurdistanê jî mikur tê ku;

„..bêguman rola kolonyalîzmê di vê dabeşbûnê de hebû. Rola nakokiyên Îngilîz û Fransiyan di dîrokê de hebû. Lewma gelek sedemên cûda li pişt vê dabeşbûnê hene. Di sedsala borî de jî Kurd li ser çar welatan hatin dabeşkirin: Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê.“

Prof. Dr. Michael Gunter, yek ji wan kesên li dijî dema pêkanîna referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû û pê bawer bû ku; „referandûm pêk were, wê Kurd qezencên xwe yên didest de jî wenda bikin. Lê piştî sê salan, di derheqa wê pêvajokê de dîyar dike ku:

„Di Cotmeha 2017an de, ez heta hefteyekê ditirsiyam, ku bi temamî dawî li Herêma Kurdistanê were, lê we dubare xwe rêk xist û vegeriyan xala ku hûn berê gihiştibûnê” û tekez dike ku „Herêma Kurdistanê pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve avêtine.”

Prof. Dr. Michael Gunter, van tesbîtên xwe didomîne û tekez dike ku; „Kurd li hember Bexdayê ji bo daxwazkirina mafên xwe radiweste û Pêwîstiya vê jî bi serkirdeyên dewletmedar heye, ku bi nerîna min li ba kurdan jî ev kadro hene.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser rewşa herêma Kurdistanê pêşnîyarên xwe, di asta parastina statûya destûra İraq de tîne ziman û dibêje; „Xwe wek welatiyên dilsoz ên Iraqê bibînin, lê di heman demê de bergiriyê li mafên xwe bikin!“ Dîyar dike ku:

„Ji ber şert û mercên dîrokî, niha bakurê Iraqê dewleteke nîv serbixwe ye. Ev jî ji Kurdan re destkefteke mezin e. Eger Iraq hilweşe, Kurdistana Iraqê dibe dewleteke serbixwe. Lê divê hûn bi awayekî bên dîtin, ku hevahengiyê bi Iraqê re dikin.(!)

Prof. Dr. Michael Gunter, di warê sîyasî û stratejîk de têkilî, hemahengî û hêvîyên kurdan û Emerîka bi hawayekî eşkere tîne ziman û dibêje;

„..dibe ku Amerîka hevrêya Kurdan a herî baş be, lê ne hevrêyeke temam e. Amerîka serxwebûna Kurdan naxwaze. Amerîka herêmeke federal a Kurdî di nav Iraqa yekgirtî de dixwaze. Bi wateya dabînkirina mafên Kurdan wek herêmeke nîv serbixwe. Pêwîst e hûn fêm bikin ku, Amerîka piştgiriya serxwebûna we nake, lê piştgiriya we dike ji bo bidestxistina mafên ku di destûra 2005an de hatine bicihkirin.“(!)

Hosteyên honandina sîyaseta dewletbûnê û dijwarîya çareserkirina pirsgirêka pirsa Kurd û Kurdistanê, dema rûbirûyî hev tên, cûre cûre rê û rêbaz jî derdikevin ber me. Yek ji van rêbazên demkî jî Prof. Dr. Michael Gunter pêşnîyar dike:

„Serxwebûna gundekî Kurdîstanê, dibe dewleteke biçûk. Niha baştirîn rewş ku Kurd tê de ne, Kurdên Herêma Kurdistanê ne. Çimkî ewqasî mezin e ku bibe dewleteke nîv serbixwe ya federal di nav Iraqê de. Eger Iraq jî wek dewlet şikestinê bîne û hilweşe, hûn di statûyeke sûper de ne, da ku serxwebûnê bi dest bixin. Lê nabe hûn bi kelecan li benda hilweşîna Iraqê bin.“(!)

Prof. Dr. Michael Gunter, yek ji parêzerê statûya heyî a li gor esasên destûra İraq e. Di vê çerçoweyê de, parastina statûya Herêma Kurdistanê û Kurdistanek hevgirtî û destxurt li henber Bexda, ji bona pêşeroja kurdan wek baştir rê dibîne. Ji bona wê jî li ser rewşa herêmê pêşnîyarên xwe bidawî tîne:

„Ez dîsa şîretê li we dikim nefta xwe hemûyî radestî Bexdayê nekin. Heger hûn radest bikin, ev dê bibe gaveke çewt ji bo berjêrbûna Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke xerab ve.. Divê hûn li gor destûrê daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. Li gor madeya 112an a Destûra Iraqê, benda duyem, hûn dikarin bêjin mafê we ye hûn dest deynin ser wê petrola ku li wan zeviyên petrolê tê berhemanîn ku piştî 2005an hatine kolandin. Tu dizanî eger niha Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne, dê bibe yek ji deh dewletên mezin ên berhemhênerên petrolê li cîhanê. Divê hûn di statûyeke baş de bin li hember Bexdayê, sade bin, lê di danûstandinan de serhişk bin.“

Bi hêvîya ku rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û Kurdistanê li ser van nerînan rawestin û pirsgirêkên xwe, bi rê û rêbazên netewî, Kurdistanî çareser bikin.

23.08.2020

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1936 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:27

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x