Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!

Xwepêşandanên li İraq berdewamin. Ev xwepêşandan, ji Başûrê Kurdistan re tehdîdên mezin jî bi xwe re tîne. Hesabên li pişt van xwepêşanderan (her çiqa sebeb gendelî û tinebûna xizmetguzarî û sîstema dibin bandora İran be jî) veşartîne û hedefên wan ne zelalin. Ev jî ewlekarîya Başûrê Kurdistan dixe bin bandorek xerab.

Şeyhmus Ozzengîn

25.11.2019, Pts | 08:49

Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!
Nêrîn Belav bike

Bi gelemperî Kurdistan, di orta xetek ji agirê şer de ye. Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Îran, li hêlekê İraq û li hêla din jî Sûrîyê.

Miletê Kurd, di navbera agirê çar dewletan de rûbirûyî êrîşan tê, xwînê dirijîne û di bin tehdîda jenosîd, koçberî û qetlîaman de ye.

Qeyranên sîyasî, herêmê dihejîne û bi xwe re tehdîdek mezin derdixe holê. Ku hêzên sîyasî li her beşê Kurdistan, helwestek stratejîk û hevpar dernexin holê, li Kurdistan, li ser destkevtinên kurdan wê bandora van qeyranan rewşek neyênî derxîne ber me.

Xwepêşandanên li İraq berdewamin. Ev xwepêşandan, ji Başûrê Kurdistan re tehdîdên mezin jî bi xwe re tîne. Hesabên li pişt van xwepêşanderan (her çiqa sebeb gendelî û tinebûna xizmetguzarî û sîstema dibin bandora İran be jî) veşartîne û hedefên wan ne zelalin. Ev jî ewlekarîya Başûrê Kurdistan dixe bin bandorek xerab.

İraq, piştî hilweşandina sîstema dîktator a Saddam Huseyîn, ket pêvajokek nû. Bi alîkarîya Emerîka û NY makezagonek nû hat amade kirin. Di bingeha vê makezagonê de iraq ji sê beşan li ser esasê du miletan, dest bi avakirinê bû. Du miletên bingehîn Kurd û Ereb bûn. Statûya Başûrê Kurdistan, statûyek navdewletîye.

Di vê pêvajokê de İraq raserî êrîşên terorê bû. Ji dêlva avakirina bingeha dewletek federal, li angora makezagonê gav nehatin avêtin û sîstema dewletê nehat damezirandin. Bingeh ji hêzên mezhebî re ava bû û hin ji hêla civakî de û hin ji hêla leşkerî de hêzên mezhebî û sazîyên wan xurt bûn. Xizmetguzarî, di vî warî de ket xizmeta van hêzan û dahatên İraq jî talan bûn. İran di vir de rolekî mezin lîst. Piştî ku Emerîka hêzên xwe ji İraq vekişand, bandora İran li ser İraq zêdetir bû. İran, bi rêya van hêzên mezhebî, nîjadperest û gendelî-çekdarî, ev sîstem xwedî kir û bihêz kir ku rehet kontrol bike. Vê jî derfetek da DAÎŞ jî ku, bêt honandin û rehet tevbigere.

Vê rewşê, hin pirsgirêkên di navbera Başûrê Kurdistan û hikumeta federal de, her ku çû mezin kir û bû sebebê ji ber tinebûna xizmetguzarîyê, qeyran û alozîyên sîyasî-aborî, li gor berjewendîyên serdestên vê sîstema ku li İraq geş bû, mezin bû. Wek dewletek federal İraq, bandora xwe wenda kir û ket destê hêzên terorê, gendelî û alozîxwazan. Ev jî bû bingeh ji bicîhbûna Îran re li İraq.

Ev xwepêşandanên ku demek dirêje li İraq berdewamin, hin makezagonê û hin jî berjewendîyên Başûrê Kurdistan tehdît dike. Li pişt vê tehdîdê İran û nîjadperestîya Ereban heye û bi fersenda van xwepêşdanan, dixwazin ku mafên kurdan yên sîyasî-makezagonî kêm bikin. Di virde Kurd, divê şîyar bin û kerta xwe a korfederalî, an jî serxwebûnê bikar bînin. Ji ber ku, bi vê şîveyê ticarî İraq li gor makezagonê rê nade, ku Kurdistan rehet di rêka xwe de bimeşe, cîhekî ewle, parastî û aborîyek xurt ava bike. Kanîya dahatên jîyana Kurdistan her di destê xwe de dihêle û jîyanê li Kurdistan tehdît dike. Ev alozîyên li İrak jî, tehdîdek ji van in.

Îran, ji damezirandina 1979 a \"Dewleta İslamî\" de, navê wê bi terora İslamî re li cîhanê deng veda û her ku çû di herêmê de bi serkêşî ya tevgera Şîe û fundamantalîzmê ve hat nasîn. Destpêkê li ser welatên Rojavayê Asya, wek Afganîstan, Pakistan têna xwe û bandora xwe zêdekir. Paşîyê dest dirêjî Rojhilata Naverast kir. İro wek dewlet, serê terora Îslamî a Şîe dikişîne. Navê Îran bi navê terora Îslamî re têt munaqeşê û her ku diçe tehdîda Îran li Herêma Naverast zêde dibe.

Di herêmê de li ser Kurdistan û İraq, dewleta herî xwedî bibandorên neyênî Îran e û her ku diçe vî rolê xwe jî mezin dike. Niha li Îran jî xwepêşandanên girseyî-cemahirî destpê kirîye. Ev çendîn carin li İran serhildanên girseyî destpê dikin. Lê dîktatorîya Îslamî bi şidetê, kujtin, girtin û zîndankirinê bersîva van xwepêşenderan dide.

Sîstema dîktatorî ya Îslamî, ji ber honandina şaxên terora şîe li seranserê Rojhilata Naverast, bûye sebebê xîzanîyek girseyî li Îran. Îran bi Milîyaran dolar ji bona avakirina sentralên atomî û ji bona geşkirina terorê li Rojhilata Naverast xerc dike. Ev jî aborîya Îran xistîye bin qeyranek mezin û niha 1 Dolarê Emerîkî, gihîştîye asta 15 hezar Tumenê Îranî. Bi vê re bandora dorpêça Aborî a Emerîka û astengên navnetevî yên ser Îran jî, bandora ser aborîya Îran mezintir dike. Ev jî rê dide ku sîstema dîktatorîya Îslamî a Îran, xeletîyên mezin bike ku ev, wê li gor berjewendîyên kurdan bin li herêmê.

Qeyranên Sûrîye jî ji kurdan re ketine astek metirsîdar. Peymanên ku di navbera İran, Rûsîya-Sûrîye û Tirkîye de hatine damezirandin, di herêmê de ênîyek dijraberî doza Kurd e. Ev jî cesaretê dide Tirkîye ku hîn bêtir êrîş û bandora xwe li ser kurdan zêde bike.

Dewleta Tirk, li seranserê Kurdistan, bi şîveyek eşkere dijminatîya miletê Kurd dike. Mafê mudaxaleya her beşê Kurdistan û tevgerên Kurd ji xwe re dibîne. Kurdan digire, dikuje û hepis dike. Bajar û bajarokên Kurdistan bombe dike. Bandorek metirsîdar derdixe holê. Ji seranserê Rojavayê Kurdistan heta Şengal, xetek terorî ava kirîye û seranserê axa Rojavayê Kurdistan girtîye destê xwe. Bi demografîya Kurdistan dilîze û kurdan ji welatê wan derdixe û hêzên terorê li ser axa kurdan bicîh dike.

Siyaseta Kurd a desthilatdar li Rojavayê Kurdistan, sîyasetek yekalî û ji berjewendîyên kurdan dûr e. Desthilatdarên Rojavayê kurdistan, bûn sebebê ku Kurd axa xwe li Rojavayê Kurdistan wenda bikin. Mehacirî kampan bibin û di bin êrîşên dewleta dagirker a Tirkîyê û hêzên terorê yên ku bi Tirkîyê re têkildar de raserî kujtin, jenosîd û koçberîyê bibin.

Di virde, Emerîka jî hêzên Kurd yên desthilatdar ji bona berjewendîyên xwe yên herêmî, di warê hêzên wekaleta şer de bikaranîn. Tenê piştgirîyek leşkerî, li Rojavayê Kurdistan desthilatdarîya hêza Kurd, wek şîrketek ewlekarîyê bikar anî, ku ji armancên netewî dûrxist. Eger li vî beşê Kurdistan, kurdan di nav xwe de ênîyek netewî ava bikira, îro ev rewşa malxerab, ku kurdên Rojavayê Kurdistan ketinê, pêk nedihat. Sebeba vê yek jê jî sîyaseta PKK a ji berjewendîyên Kurd û Kurdistanî dûr û partîzanî ye. PKK her ku cîh lê teng bûye mijara „kongra Netewî“(!) anîye rojevê. Lê ev daxwaza PKK, ji berjewendîyên Kurd û Kurdistan dûr, li ser esasên berjewendîyên rêxistinî ne. Her beşê Kurdistan ku di nav xwe de nikaribe yekitîyek sîyasî li ser esasên Kurd û Kurdistan avabike, nikare bingeha „Kongre ya Netewî“ jî ava bike. PKK bi zanistî, vê tîne rojevê, ku xeletîyên xwe yên stratejîk veşêre û dîqatê bikişîne ser rojewek din. Îro Rojavayê Kurdistan derfetek zêrîn, xist bin bandorek metirsîdar û sebebê vê jî PKK ye.

Miletê Kurd di herçar perçên Kurdistan de mileteke û hest, dîrok û helwesta kurdan di warekî netewî de ye. Yekitîya netewî a vî miletî heye. Ji vî miletî re xwestina „yekitîya netewî“ û anîna vê mijarê a rojevê xeteyek stratejîke. Divê em ne „yekitîya netewî“, yekitîya sîyasî bînin rojevê, ku her hêzên sîyasî yên beşê Kurdistan, di nav xwe de, di warê stratejîyek netewî de, yekitîya siyasî ava bikin, ku helwestek hevpar derkeve holê. Encaq e wem dikarin bahsa stratejîyek navendî bikin.

Li her beşê Kurdistan, hêzên sîyasî, bê ku di nav xwe de helwestek netewî û stratejîk ava bike, parastina „Kongra Netewî“, xwestinek provakatîfe û divê Kurd li henber vê hişîyar bin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2676 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:42

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x