Rûsîya û Meramên Dîktatorî!

Di virde Serokê Rûsîya Pûtîn, helwesta xwe a li henber demokrasîya lîberal û modela sîyasî a Ewrûpa dîyar dike. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, hin ji hêla siyasî, hin ji hêla aborî û hin jî ji hêla îdeolojî û çandî dinirxîne û eşkere dike ku „ev helwesta sîyasî a Ewrûpa ji nirx û pirensîbên rûsan dûr“ e.

Şeyhmus Ozzengîn

28.02.2022, Pts | 18:39

Rûsîya û Meramên Dîktatorî!
Nêrîn Belav bike

Serokê Rûsîya Pûtîn, Li ser navê Rûsîya, meram û hedefên xwe îlan kir û dest bi dagirkarîya Ukrayna kir. Di nîyeta dagirkarîya Ukrayna û îlankirina şer de Pûtîn, dixwaze ku Rûsîya li dîroka xwe a kolonyalîst vegere û carek din wan welatên ku ji Rûsîya veqetîyane û bûne xwedî dewlet, dîsa vegerîne bin nîrê Rûsîya, ku hukumdarîya Rûsîya îlan bike.

Helbet demokrasî û modernîta Ewrûpa, şaristanîya Ewrûpa, rê nade vê sîyaseta şerxwaz û dagirkar a Rûsîya. Di xwestinên xwe de û di armancên xwe de serokê Rûsîya Pûtîn, zelale. Vekirî dibêje:

"Helwesta me ya li hember şaristanîya Rojava ya bêexlaq armanca me ye!"

Di virde Serokê Rûsîya Pûtîn, helwesta xwe a li henber demokrasîya lîberal û modela sîyasî a Ewrûpa dîyar dike. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, hin ji hêla siyasî, hin ji hêla aborî û hin jî ji hêla îdeolojî û çandî dinirxîne û eşkere dike ku ev helwesta sîyasî a Ewrûpa ji nirx û pirensîbên rûsan dûr“ e.

Li gor serokê Rûsîyayê Pûtîn, nirx û pirensîbên Rûsan ewe ku, carek din wan welatên ku di sala 1991 an de ji Sovyet Rûsîya vegetîyane û bûne dewlet, (hinek ji wan bûne endamên NATO, hinek ji wan bûne endamên Yekitîya Ewrûpa-YE); azadîya wan welatan bipaşde bigire û wan welatan carek din dagir bike û têxe bin nîrê xwe.

Di van daxûyanîyên serokê Rûsîyayê de derdikeve ber me, ku dagirkarîya Ukrayna, ne tenê pirsgirêkên aborî û endamtîya NATO, an jî Rûsên ku li Ukrayna ne. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, seranserê xaka „Dîktatorîya Yekitîya Sovyet rûsyaya ya berê wek xaka xwe“ dibîne û doza Împaratorîya Yekitîya Sovyetê dike. Rûsîyayê, di sala 2008 an de xaka Abhazya û Osetya dagirkir. Di sala 2014an de herêma Kirimê ji Ukrayna veqetand û bi xwe ve girêda. Yanî dagirkir. Berî ku dest bi dagirkirina Ukrayna bike, li ser axa Ukrayna du dewletên serbixwe îlan kir. Ev yek bi yek, armanc û hedefên serokê Rûsîyayê Pûtîn eşkere dike. Ji ber van armancên xwe Rûsîya xwe amadeyî şerekî navnetewî dike. Di vî şerî de ya gelên Rûsîyayê wê pêşî li Pûtîn bigirin, an jî wê Rûsîya têkeve nav têkçûnek mezin.

Piştî hilweşandina Sîstema dîktatorîya Yekitîya Sovyetê, bi dehan netew azad bûn û dewletên xwe yên netewî ava kirin. Dawî li „şerê sar“ hat. Nirx û helwestên îdeolojîk jikestin xwerin û ew hêz û partîyên çep, komunîst, ku wek ofîsên karên îstîhbaratî yên Rûsîyayê dixebitîn, yek bi yek têk çûn. Rûsîyayê, bi rêka van partî û rêxistinan xebatên sîxurî û xurtkirina ajansa îstîhbarata xwe jî birêve dibir. Bi hilweşandina vê sîstemê re, Rûsîya hikûmdarîya xwe jî a li ser van rêxistin û partîyan-welatan wenda kir. Niha dîsa dixwaze wê hikûmdarîyê bidest bixe.

Gelo ev mumkûne?

Yekitîya Ewrûya, Birîtanya, Japonya û Emerîka ev stratejîya serokê Rûsîya Pûtîn rast nirxandin. Cara yekem di qada navdewletî de hemahengîyek bi vî rengî xurt û hevgirtî derxistin henber daxwaz, şervanî û dagirkarîya Rûsîyayê: Pakêtek berfireh a sezayan pejirandin. Saha hawayî ji belafirên Rûsîya re girtin. Di Konseya Ewrûpa de emdantîya Rûsîya bidawî anîn. Sîstema bankê, firotina gaz û neftê ket bin bandorek xerab û dewletên endamê NATO ketin dewrê. Bi çek û alîkarîya lojîstîk xwedî li Ukrayna derketin. Ev jî têt maneya ku, wê şer dirêj bibe. Dirêjbûna şer, hesabê Rûsîya û Pûtîn ser û bin kir. Ev şer, li ser axa Ukrayna, ku dirêj bibe, dikare Rûsîya derbek mezin bixwe û têk here.

Rûsîya, ji pêvajoka salên 1990î û virde di hewlên xwe de ne serkeftîye. Piştî hilweşandina sîstema dîktatorî a yekitîya Sovyetê, Rûsîyayê xwest ku di cîhana sermîyandarî de cîhê xwe bigire û vê modela cîhanê kopî bike. Di van salan de armancek Rûsîya jî ew bû ku bibe endamê Rêxistina Aborî ya Cîhanê. Di wan salan de daxwaza endamtîya NATO jî bi şiklekî veşartî wek ajenda li ber destê Kiremlînê bû.

Lê Rûsîya metodek mafyawarî ji xwe re hilbijart. Bi vê rêka ne meşrû xwestin Rûsîyayê bihêz bikin. Vê helwestê jî Rûsîya ji Ewrûpa dûrxist. Berê wê da Çîn û rasmalîyek olîgarşîk derxist holê. Rûsîyayê, ji dêlva sîstemek a rasmalîyek medenî,lîberal, rêka mafyatîyê û gendelîyê da ber xwe.

Pûtîn, yekî ku lingekî wî di nav tevgera mafîya Rûsî de, şagirdê dezgeha sîxûrîyê a KGBê bû. Bi nav Vladimir Pûtîn e. Bi hatina ser hikûm re rêxistinên civakî ji Rûsîyayê qewrand û dîktatorîya xwe saz kir. Raya giştî ya Rûsîyayê bi metodên mafyayî dîzayn kir. Niha jî bi dagirkarîya xwe a li ser Ukrayna û bi helwesta xwînrijandina xwe, bi metodên mafyayî li Rûsîyayê xwe meşrû dike û yên ku li henber van kiryaran derdikevin bi „mohra xîyanetê“ sucdar dike. Cîhanê bi karanîna Çeka Atomê tehdît dike.

Rûsîya hatîye dorpêçkirin, şensê wê ku vî şerî qezenc bike nemaye.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:04:18

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x