Ahmet Guneştekin!

Bibe Kurdê xwe, nebe pergala destê dijmin!

Şeyhmus Ozzengîn

20.10.2021, Çar | 17:18

Ahmet Guneştekin!
Nêrîn Belav bike

Huner karek pîroz e. Min di jîyana xwe de her qîmet daye hunerê. Ji ber ku di jîyana civakî de huner, cîhekî girîng digire. Huner ji me kurdan re lazim e. Ji ber yên ku bixwazin civatê bihonin, di nav hest û ramanên civatê de, hest û ramanên estetîk bicîh bikin, ew bi wêje û hunerê re eleqeder dibin. Jîngeha sîyasetê pir sert e, yên ku bi bandora xwe wê nerm jî dike hunere.

Her hunermend, divê pêşî bibe hunermendê miletê xwe. Dûrê dikare hewlên derbaskirina navsînoran heq bike û bibe rûmeta miletê xwe, di qada navnetewî de. Herger, bê ku bibe hunermendê miletê xwe, di xizmeta dijmin û neyaran keve, ew, wê zerarê bide miletê xwe.

Ahmet Guneştekin, yek ji wan kesa ye. Berî ku bibe Kurd, berî ku bibe kurdê xwe, berî ku bibe hunermendê miletê xwe, hewla derbaskirina sînoran daye xwe. Keftar, gur û wawîk li dora xwe kom kirîye û anîye Amûdê. Bûye gula destê kujerên miletê me, bûye gula destê kemalîstan û li ser tabûtên me destê xwe dirêjî wan kemalîstên (wek Ekrem İmamoglu, Meral Akşener, Muhittin Bocek ) ku li orta Amedê posterê Kemal Atatürkê dest bi xwîn dîyarîyî HDP kirin, îmza xwe avêt bin kujtina 17 hezar kurdan û pirtûkên kurdî, zimanê Kurdî qedexe kirin

Ji kurdan re huner lazim e. Ji kurdan re hafiza lazime. Ji kurdan re hunerdmendên bi hêz jî lazimin. Lê ew hunermendê ku ji nav kurdan derkeve û dibe desmala destê govendkêşên tirkayetîyê li Kurdistanê, ew zerarê dide Kurd û Kurdistanê. Bihêzbûna wî zerarê dide Kurd û Kurdistanê. Cîhê wî di hêwana kurdan de tine ye.

Di kuçên Amedê de, di seranserê Kurdistanê de, di navbera hafiza dewletê û hafiza miletê Kurd e şerekî dijwar heye. Ev şer, şerê di navbera dagirkaran û Kurdistanê de ye. Yek dixwaze zû bi zû hafiza kurdan bide jibîr kirin, yek jî şerê xwe bi her pergalî dimeşîhe ku hafiza xwe zînde bihêle.

Ahmet Guneştekin, di vî şerî de li cem dewletê cîh girtîye. Dema em li yên ku li kêleka Ahmet Guneştekin cîh girtine dinêrin:

1-Ekrem îmamoglu çeleng şandibû pêşengehê. Ekrem İmamoğlu: Li ser pişta kurdan bû serokê Şahredarîya Stenbolê. Dema hat Amedê, posterê Mustefa Kemal ê dest bi xwîn dîyarîyî HDP kir. Bi vî rengî mesaj da kurdan. Ekrem îmamogulu hafiza dewletê temsîl dike.

2-Meral Akşener Çeleng şandibû pêşengehê: Kurd divê hafiza xwe nû bikin. Meral Akşener yek ji wan kujerê 17 hezar kurdan e. Meral Akşener, yek ji wan kesane ku dijminê Kurd, zimanê Kurdî û Kurdistanê ye. Hafiza dewletê temsîl dike.

3-Muhittin Bocek, serokê Şahredarîya Antalya, çeleng şandîye Pêşengehê. Muhittin Bocek, ew kesê ku di fuara pirtûkan a Antalya de pirtûkên Kurdî qedexe kiribû. Muhittin Bocek, aklê dewletê temsîl dike.

4-Di pêşengehê de li gel Ahmed Guneştekin aklê dewletê, hafiza dewletê cîh girtibû.

Li gor van esasan dema em li Ahmet Guneştekîn, li yên ku piştgirî dane vê pêşengehê û armancên wan dinêrin, em pir rehet dikarin bêjin ku, ev projeyek dewletê ye. Yek ji lingê projeya dewletê a entegrasyonê ye. Yek ji lingê êrîşkarîya dewletê a ser kurdan e û Ahmet Guneştekin bûye pergalek ji van projeyan re.

20.10.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2031 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:46:42

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x