Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!

Pirsa Kurdistanê, girêkek qûzulqurtê ye. Kî bixwaze daqurtîn e, wê di qirika wan de bimîne!

Şeyhmus Ozzengîn

22.09.2021, Çar | 12:22

Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Berî bi çend rojan Sekreterê Giştî yê CHP daxuyanîyek da. Berî ku em li ser armanca daxûyanîyê rawestin, ji hêla teknîkî de em li daxûyanî binêrin.

Ev îşaret dike ku li pişt perdê hinek dan û stendin dimeşin. Hinek hêz, kes û derdorên dewleta tirk di xebatekê de ne, ku li ser navê kurdan HDP bikin piştgirê CHPê, ku îtîdarê biguherin. Ev zelal xuya dike.

Di nav refên hêzên Kurdistanî de jî êrîşên ku hatin ser Kurdperweran û ji nûve xwestin ku berê têkoşîna Rizgarîya Miletê Kurd bidin „kemalizmê, çepitîya tirkan û demokratîk kirina dewleta tirkan, biratîya gelan“ ev armanc bû.

Di vir de gotinek min tenê heye:

Divê Kurd, aqlê dîrokê, dersên dîrokî derxin ber zanistîya mejû û binirxînin. Doza Kurdistanê ji CHP, ji HDP û ji hemû taqim û berjewendîyên wan mezintir e. Quweta ti Îktîdaran û partîyan, kesan tine, ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Pirsa Kurd û Kurdistanê, pirsgirêkek navdewletîye û bi garantîya beşdarbûna hêzên navdewletî û bi beşdarbûna mejûyê dewleta tirk ve têt çareser kirin. Bê vê konsersûsê, ev pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêka Kurdîstanê sîyasîye û tekabûlî doza axê dike. Mafekî rewa, yê miletê Kurd, li ser axa xwe doza xwedî lê derketina erkên desthilatdarîyê ye.

Ezê dîsa vegerim ser gotina Kemal Kiliçdaroğlu. Çi gotîye K. Kiliçdaroğlu?

„Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatab bigre.
Erdogan ev kir. Dewletê jî Îmralî muxatap wergirt. Îmralî ne organeke rewa ye. Organa rewa kî ye? Em dikarin HDPê wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê bi HDPê heye û hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirs çareser bibe, bi organeke rewa ra çareser dibe. Em dikarin bi HDPê ra çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e, HDP li parlamentoyê be…”

Wek teknîkî, di asta parlementoya tirkan de îşaretkirina, „Ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye.“(!) Wek karekî teknokratî raste. Edres parlemento ye, lê ku li welatekî wek Tirkîye parlemento desthilatdar be û xwedî erk be. Ya din jî HDP bi devê xwe dibêje „ez ne partîyek Kurd im“. Wê çawa partîyek ku ne a kurdan be, kurdan temsîl bike? AK Partî jî bi qasî HDP ji kurdan dengan distîne. Gelo ev partîya sîstema dewletê, li vî aqilê ku dibêje „ji kurdan dengan digire“ çima nabe erkdar? Qezda min ewe ku, bi dengan kesek, hêzek li ser kurdan nabe erkdar.

Di vir de pirsek min heye.

Gelo Parlemento û îktîdar di warê çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de xwedî erk in? Ez bi xwe jî bersîvê bidim: Na, ti cari ne parlemento, ne Dadgeha Destûrê, wek erk, ew hêz bi wan re çênebûye. Xwedîyê biryarê mejûyê dewletê bi xwe ye. Ew mejû jî di kûraya avakirina dewleta tirk de bicîh bûyî ye û ev aqlê dewletê bi xwe ye.

Hêla din sîyasîye û armancek hesabên guhertina îktîdarê li ser Kurdan têt meşandin. Di virde jî CHP dixwaze HDP û beşek ji kurdan ji xwe re bikar bîne. Xuyaye ku beşek mezin ji kurdan jî ji bona vê amade ne.

Her piştî pêvajoka sertbûna dewletê, dewlet ji bona balansa civakî, gavek xapandinê davêje holê, karesatên xwe bi kurdan dide jibîr kirin û xwe jî nû dike û dimeşe. Kurd divê vê stratejîya dewleta tirk derxin astek zanistê û jê dersan bigirin. Ma ne bese, ev 100 sale li ser me eynî lîstik dimeşe, eynî savar her germ dibe, germ dibe û têt ber me?

Di germaya heman daxûyanîya serokê CHPê K. Kilaçdaroglu de çima Sezayî Temellî ecele bersîv da?

Got.

„Muxatabê çareserkirina pirsgireka Kurd HDP nîne. HDP, aktorê ku ji bo çareserkirina vê pirsê rêya sîyaseta demokratîk vekirîye û hêsankirîye ye.

Lê divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.“

Ez pêşî eşkere bêjim ku, ticarî îradeya HDPê, ku bi tena serê xwe biryarê bigire û bi rêka xwe de bimeşe çênebûye. Îrade ya HDPê li Îmralî, li kêleka dewletê rûniştîye. Bê biryara dewletê, ne parlemento û ne jî CHP û HDP dikarin tiştekî bikin. Di vir de Sezayî Temellî rast dibêje; Ji ber ku ew jî wek qayûm ji terefê dewletê de erkdar kirî ye.

„..divê bê zanîn, ku navnîşana çareserkirina demokratîk û muxatabê eslî jî tenê Îmrali ye.“(!)

Lê ezê dewleta tirk jî lê zêde bikim; nete nê muxatabê eslî jî „Îmralî“ (îradeyê HDP û PKK Abdullah Öcalan)“ divêdewleta tirk“ jî bihata nivîsandin. Yanî divê bêt zanîn ku „navnîşana çareserkirina demokratîk û muhatab(ên)ê eslî Îmralî“ û dewleta tirk e(!)

Aklê dewleta tirk, di kûraya dîroka 100 salî de li ser „çareserkirina pirsa kurd“, di yek armancê de meşîyaye: Bi êrîşan, bi darê zorê, bi qatlîam û jenosîd, bi asîmîlasyonê, bi hilweşandina balansa civata Kurd (dejenerasyonê) re, li ser kedîkirin (entegre kirin)a kurdan meşîyaye! Ji gotina „çareserkirina pirsa Kurd“(!) ev dewlet tenê van metodan fêhm dike û van metodan dimeşîne. Her hewla ku daye ber xwe jî, xistîye xizmeta van armancan.

Çawa piştî tecrûba 100 salî, emê hêvî bikin ku wê pirsa Kurd, di parlemento ya tirkan de, dewleta tirk bi serê xwe çareser bike?

Heger Kurd bi vê bawer bikin, tê wateya Kurd miletek ku bê hafiza dîrokî tevdigere! An jî kurdan biryar daye û berê xwe dane asîmîlebûnê. Dejenerasyonbûnê û bi dewleta tirk re di warekî teslîmbûnê de entegre bibin û pirs jî çareser dibe! Dema ku em bêjin na, li Bakurê Kurdistanê hîn cewherek zînde, li ser ling heye, wê wextê divê ev cewher lingê xwe li erdê bixe û bêje na!

21.09.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1875 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:20:38

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x