BEXDA!

Şeyhmus Ozzengîn

13.04.2021, Sal | 06:13 [ Güncellenme: 13.04.2021, Sal | 06:20 ]

BEXDA!
Nêrîn Belav bike

Berî niha bi 943 salan, li Bexda yek hat kujtin. Bi kujtinek ne mirovane. Bi rojan ezab kişand di bin têrîjên tavê de. Qirka wî ji bêavê zûha, şilfî tazî, li ser bizmaran dirêjkirî; laşê wî dinav xwînê de, bi xezeba serdestû melikên Bexdayê hat kujtin. Hat qetil kirin. Gelê Bexdayê her roj heta êvarê dihatin temaşa vê xezebê, vê barbarîyê. Kujtî Halac î Mansûr bû.

Ji bona ku Halac î Mansûr, hinek din zêde êşê hîs bike û bikişîne, celad laşê wî bizmar dikir. Perçe perçe goşt û xwîn tevlihev diniqûtî ji birînên Halac î Mansûr! Lê ewî, di nav vê êş û xezebê de li derdora xwe çavê xwe digerand û rûwê wî dibişirî. Bi qasî misqalekê kîn û nefret ji rûwê wî dîyar nedibû.

Serdestên Bexda, li ser navê ol û parastina postê xwe, çi anîn serê Halac î Mansûr?

Berî bi 943 salan li ser navê xwedê, serdestên Bexda, ev maf di xwe de didîtin, ku li ser navê xwedê vê karesata nemirovane bikin hacek ji xwe re. Îro jî DAÎŞ û Şieyên ku li Bexda serdestin, wek serdestên serdemê, li ser navê xwedê ji bona zilma li ser kurdan, xwe wezîfedar dibînin. Ji roja ku îslamê hukmê xwe îlan kirîye û heta niha, ewên ku li ser navê îslamê biryaran didin û postê xwe diparêzin, her ev wahşet meşandine. Li kuçên bajaran gel birçî, tazî û cahîl, bi van cînayetan Halîfeyên îslamê qanûn û yasa ji xwe re çêkirine û postên xwe parastine.

Ma qanûn û yasa çi ne? Qanûn û yasa wek xelekên wê zincîrê ne ku mirov ji xwe re çêdikin û xwe pê girê didin.

Sûcê Halac î Mansûr çi bû, ku wê demê serdestên Bexda ev anîn serê wî?

Rêya ku we daye ber xwe heger ne ji bona ku hûn bigîhêjin hedefa xwe be, çima hûn wê rêyê didin ber xwe? Divê armanca hilbijarütina rê, her gihîştina armancê be.

Serdestên her serdemê ji felsefê tirsîyane. Ji ber ku, felsefe dipirse û her li bersîvê digere. Qeneeta xwe bi yek rastîyê nayne. Felsefevan her li rastîyê digere. Di her qonaxê de pirsa xwe dike û bi dû bersîva wê pirsê de diçe. Ev jî li hesabê serdestan nehatîye. Her li henber vê pirsê hatine xezebê û bi zilmê xwestine pêşîya wê bigirin. Ji xwe re civatên bêpirs û îteatkar çêkirine.

Halac î Mansûr, rojek di dersê de tilîya xwe bilind dike û dibêje; “ Ez têgihîştim ku hezkirina xwedayî çi ye, ez afirînera rasteqîn im!” Bi dû vê hevokê re, hevoka kurt û gilover anî ser zimanê xwe; “ez heq im, ez heq im”. Vê ezbera dersê ji kokê de hildiweşand. Dersxane tevlihev dibe û di nav qîreqîra şagirtan de Halac î Mansûr xwe davêje dervê dersxanê. Mamostê wî bi dûde gotinekê dibêje; “ku tu bi van xeberan bidomîne, rojekê tu ê di sêdarê de bêt dalqandin!” Halac î Mansûr, wê wextê nexwest ku bawer bike, yê xwedîyê vê gotinê mamostê wî ye!

Piştî vê gotinê navê Halac î Mansûr Li Bexda bela dibe. Di felsefa Halac î mansûr de heskirin û bawermendîya xwedayî, tiştekî di navbera xwedan û mirov de ye. Ev wek ewînek bêpa a di navbera xwedan û mirov deye. Mafê ti kesî tineye ku li ser navê xwedan civatan îdare bike û hikmê cezayan bide. Serdestên demê û halîfe nikarin di navbera xwedan û mirovan de bibin xwedî post û par. Ev jî Bexda û textê melikên Bexda dihejand û li hesabê wan nedihat.

Li kuçe û bazarên Bexda dubendîyek derketibû holê. Yên ku wek serkêşekî gelêrî li Halac î Mansûr dinêrin û dibûn terefgirên Halac û yên ku ev wek sîyasetek nû, ku mudahaleyî sîstema avakirî dibe didîtin. Roj bi roj ev dubendî geş dibû û poltê serkirdeyên Bexda dixist bin metirsîyê.

Ew felsefa ku li derdorê Firat û Dîcle, li derdorê çemê Îndusê û çîyayên Zagros zînde bûn, bi rêya Halac î Mansûr, carek din geş dibûn. Dibû ruhê bayekî zîz û di bejna hecacokên herêmê de bihêz û zînde dibûn. Bawermendî û felsefe carnan bi baskê hechecîkan re dihat û li herêmê bi hukmê serdestan re dibû bazê ser laşê mirovan û bi vê xwe xwedî dikir. Halac î Mansûr neşter li vê dixist. Ev jî li hesabê serdastan nedihat. Li Bexda biryara kujtina Halac î Mansûr nêzîk dikir.

Berî ku mirovatî nebe êsîrê xwedayekî, bi hezaran xweda hebûn li derdorê çemê Îndûsê. Bereketa çemê Îndûsê û bereketa erdê hêza xwe dida xwedayan jî. Wek çemê Firat û Dîcle ku hêza xwe ji Zagrosan digirt û xwe berdida ser dilê deşta Neynowa. Mirov mesûd bûn û ji xwedayên xwe hez dikirin. Li ser navê xwedayên wan xwîna mirovan nediherikî û li ser hukmê xweda biryara kujtina mirovan nedidan.

Halac î Mansûr di nav bereketa deşta ku bi Çemê Îndûsê li Arhatekî rast hat jê pirsî; “dinya yeke çima bi hezaran xwedayên we hene?”

Arhat bersîva Halac î Mansûr dide û dibêje:

“Tu li welatê me nû ye. Tê fêrî têgihîştina me bibe. Li vî çemî li vê erda bibereket binêr û hûr hûr li ser raweste. Tê hêza xwezayê û xwedayan bi hev re di nava ahengekê de bibîne. Tê bibîne ku hin yeke û hin jî bi hezarane, bi hev re hene û hevûdû xwedî dikin. Yê ku çêdike û yê ku hildiweşîne jî ev hêze. Piranîya xwedayan bi ahenga di navbera wan de derdikeve ber me. Lê ev ne tenê yek ji wan e. Ev Maya, yanî ya li ber çav e.”

Dema li Bexda, Halac î Mansûr di nav êş û eleman de li ber mirinê bû ev hevokên jor, ku Arhatê Îndî jê re digot, dihatin bîra wî. Roja ku li Bexda, serdestan biryara kujtina Halac î Mansûr dan, biryara kujtina felsefê û ilim jî bi hev re dan. Ew roj û ev roje Bexda ne felsefe û ne jî ilim nedîtîye. Bexda her kolê serdesta ye. Her xwîn rijîyaye ji biryarên Bexda. Ji roja kujtina Halac î Mansûr û virde ev 943 sale Bexda zilmê temsîl dike.

12.04.2021

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:08:58

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x