Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!

Rojhilatê Kurdistanê bi tena serê xwe nikare gavên hîn mezintir bavêje. Konjektor ne di lehê wan de ye. Cîhan baldarî şerê di navbera Rûsîya û Ukraynayê de ye.

Şeyhmus Ozzengîn

15.10.2022, Cts | 10:52

Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!
Nêrîn Belav bike

Li Rojhilatê Kurdistanê û dîktatorîya Îslamî a Îranê girtin,kujtin, birîndarkirin û wendakirina ciwanan pir dibe. Ev çar hefteye berxwedan didome. Di vê demê de bi dehan zarok û ciwan bi destê asayîşa dîktatorîya îslamî hatine kujtin û wenda kirin.

Ciwan, jin di ênîyên berxwedanan de bi dirûşmên dij dîktatorîya îslamî doza azadîya xwe dikin û çalakîyan didomînin. Ji zarokên sefa navîn bigire heta xwendevanên unîversîtan li ser lingin, di çalakîyan dene. Dîktatorên îslamîst yên Îranê, bi çekan êrîşî ser girseyên çalakvanan dikin, gula li ser wan direşînin. Yên ku tên birîndarkirin û tên desteserkirin, di navendên asayîşê de tên kujtin, tên wenda kirin. Di çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê û îranê de rûwê van cangorîyan bûne sembola berxwedana li dij dîktatorîya Îslamî a Îranê. Rûwê Jîna Emînî bûye ala azadîyê, ala berxwedanê.

Keça Kurd ku 22 salî bû, bû ala berxwedanê a li dij dîktatorîya îslamî a Îranê. Piştî keça Kurd Jîna Emînî, di rojên dahatî de bi navê Nîka Shakaramî (20) û Sarîna Îsmaîlzadeh (16) bi destê asayîşa Îranê, li navenda asayîşê hatin kujtin. Asayîşa dîktatorîya îslamî a Îranê asaqan li malbatên van cangorîyan dikin, ku rastîyê veşêrin û nebêjin bi destê asayîşê hatine kujtin.

Înternet hatîye girtin û medya civakî astengkirîye. Dengê çalatvanan pir kêm derdikeve. Li pir bajaran hayê kesekî ji yên din tineye. Bi hezaran ciwan wendane. Malbatên wan çendîn rojin agahîyan ji wan nagirin.

Rojhilatê Kurdistanê bi tena serê xwe nikare gavên hîn mezintir bavêje. Konjektor ne di lehê wan de ye. Cîhan baldarî şerê di navbera Rûsîya û Ukraynayê de ye. Li herêma Belûcîstanê jî rewş ne ewle ye. Kujtin û revandin, wenda kirin pir e. Berxwedanên Îranê bê serkêşî ye. Li henber dîktatorîya Îslamî û sîstemê serhildanek xwezayî dimeşe. Durûşmên tên avêtin, doza hilweşandina sîstemê dikin, lê hêza ku van daxwazan bihone xuya nake. A rast jî ewe ku wê ev xwepêndan bidomin.

Têt îdîakirin ku hêza bezirganên Îranê li pişt xwepêşanderan e. Lê ev nehatîye piştrast kirin. Li Îranê tebaka burjiwazîyê bezirganîyê pir xurt e. Di sala 1979an de dema Ayettullah Homeynî hat Îranê û dest danî ser îktîdarê, bi hêz û piştgirîya vê tebaqê, Humeynî biser ket. TUDEH a komunîst jî bi hemû hêza xwe rê da ku molayên Îran sîstema xwe ava bikin. Têt îdia kirin Bezirganên Îranê xwe ji piştgirîya sîstemê kişandîne û li pişt çalakvanan e. Lê ev ne dîyare. Ji ber ku nehatîye piştrastkirin. A rast ewe ku çalakî di warekî xwezayî dene û serkêşîyek honandî tine ye, an jî halê hazir xuya nake.

Hêzên çepgir û lîberalên Îranê û yên lîberalên Îslamî jî hatine pelçiqandin. Ji ber xetayên berê yên dema Humeynî, bawerîya ciwanan jî bi wan nayê. Li dervê welat dengê wan pir zeîf derdikeve.

Rewşa rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî li dervê welat pir xerabe. Bingehek birêk û pêkkirî tineye. Girseya Kurd û Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê, li pir welatan di bin baskê dîyaspora Farisan de dimeşe. Bi tena serê xwe ji herçar perçeyên Kurdistanê çalakî û dîplomasîyek bingehîn nehatîye honandin. Di bin ala Kurdistanê de honandina dîyaspora Kurd hate astengkirin û vê jî valhîyek mezin derdixe ber me. Ew piştgirîya di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de li holê tineye. Hatîye fetisandin.

Bi gelemperî rewşa dîyaspora Kurd pir xerabe. Nikare barê çalakîyên mezin û bingehîn hilgire ser xwe. Bê sazî ye. Ne organîzekirîye. Tiştên ku hene, bi mejûyekî teng, di warê xweparastinê dene. Nikarin xwe bigihînin raya giştî, medya û dengên mezin, piştgirîyek xurt bihonin û derxin holê. Tenê bahsa bûyeran dibe. Bûyer tên şermezarkirin. Lê ji vê bipêştir tiştek dernakeve holê. Pir komel jî îdîa dikin ku hene û liser lingin. Mixabin ev îdîa ne raste. Rewş li holê ye.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakîyên bi herçar perçên Kurdistanê re, direvin û xwe bêtir nêzî muhalefeta Îranê dikin. Di warê li dij sîstema dîktatorîya îslamî, honandina raperînek seranserê Îran de, ez dikarim wan fêhm bikim. Lê di warê pirsa Kurd û Kurdistanê de ev helwest ne raste. Ji ber ku di dema hatina Humeynî a Îranê de jî ev xete hat kirin û paşîyê li rastê man û bûn qurbanên van xeteyan. Xuyaye ku rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji vê dîrokê û ji ktujtina nemir Qasimlo û Şerefkendî ders negirtine.

Divê tevgera Kurd bi giştî ji bin bandora opozîsyonên dewletên dagirkar derkeve. Serbixwe û dozdarê doza Kurd û Kurdistanê be. Nabe ku em enerjîya xwe ji bona reorganîze kirina (sererastkirina) dewletên dagirkar û sîstemên wan xerc bikin. Doza Kurd, dozek netewîye. Li dij dewletên dagirkar, doza miletekî û doza axê (a welatekî) ye. Kurd, divê di vê dozê de zelal bin.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

2322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:59:21

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x