Weke hûn xwendevanên hêja jî dizanin ku min gotibû: Ez ê bi çend nivîsan rewşa bakurê Kurdistanê ya civakî û siyasî ji bona we vebêjim. Loma min gotibû ku ev ê bi çend nivîsan bê şirovekiriinê da ku em xwe, partiyên xwe û civaka xwe ya nû binasin. Helbet xwe nasîn jî ji zanînê tê. Loma min xwest berê vê bi we bidim zanîn da ku em bikaribin bi hevre li ser rewşa civak û partiyên siyasî bibin xwedî zanîn û helwestekê.
Ji ber vê divê em hinekî bi sebir bin û ecele nekin da ku ez bi rehetî bikaribin tiştên min dîtine û bûme şahîdê wan binivîsînim û rêya çareseriyê ji bona we bêjim…
Kêm zêde rewşa hemî gundan hema bêjin weke ya Xozberiyê ye. Gundên bakurê Kurdistanê hema hema bê av, elektirîk û telefonên destan nemane. Di her malekê de televizyonek heye û her yek ji wan li gor xwe ji bona mesela kurdî şolî bikin kar û xebatên dikin.
Em ji gundê Xozberiyê bi xemgînî derketin û me berê xwe bi kêfxweşî da Dêrika Çiyayê Mazî. Minê dayika xwe ya 97 salî û Dêrika ciwantiya min lê derbas bû bû bidîta. Ji ber vê kêfxweş bûm, lê min nizanîbû ku ez ê bi dilreşî ji wir jî biqetim.
Em li dayika min bûne mêvan me destên wê yên bimbarek ramûsan. Ew hê di xaniyê kalkê bavê min de, yê ji me re meye de dijî. Xanî bi dîrek û mircaqan e û ser wî hê ax e. Ji bilî sê axurên bi serhev û dirêj du oda û hêwaneke wê xweş heye.
Em weke salên dema ciwantiya min, hemî li wê Hêwana raxistî rûniştin bi hatine çend dostan jî em kêfxweş bûn ku ew jî dît in. Ez li kêleka diya xwe rûniştim û wê dîsa wan tiliiyên xwe yên nûranî di nava porê min de bir û anî û got:
-Lawo Bûbê yê min, kurê min, ew tade, zor û zehmetiyên we dîtibûn. Wan êşkence û lêdanên hatin serê we. Rojên we yên di wê zîndanê de tev hewante çûn. Got û çend hêsirên wê jî hatin xwarê.
Min yek ser fêm kir ku dayika min ya 97 salî dixwazî çi bêje!!! Ji ber ku wê bi rojan heta bi salan li ber wê zîndanê ji bona dîtina herdu kurên xwe, gelek zor û zehmetî dîti bû. Loma ji bona ew zêde bi bernekeve, min destê wê ramûsan û got:
-Dayê meraq neke tu tişteke belesebeb di avê de nare. Wê roja me jî bê. Weke wê ji vê gotina min bawer nekir serê xwe di wirde û virde bir û anî. Keserek kişand û bê deng ma…
Helbet gotina dayika min bi qasî okyanûsê mezin, fireh û kûr bû. Êdî wan zarokên Heremiya ku di dema me de qet bi tirkî nizanîbûn, êdî ew bi kurdî nizanin. Ji Heremiya (mehelek ango navçeyek Dêrikê ye) gelek ciwanan zanko jî qedandinin û bûne xwedê karên baş. Lê ji wan yek jî di malên xwe de bi kurdî qise nakin.
Piştî gera Dêrikê û dîtina çend nas û dostan. Zîyarete çend malên nasan min dît ku li Dêrikî û Heremiya kurdî qediya ye. Tirkî di her malê de bûye zimanê sereke. Tenê çend salmezinên mane bi hevre kurdî qise dikin. Ew û nebiyên xwe jî êdî ji hev fêm nakin.
Dema min ev rewşa dît bêtir li ser wê gotina dayika xwe rawestiyam û min fêm kir ku wê dayika 97 salî rewşa me kurdan baş fêm kirî ye loma dixwaze bêje: ”Ked û zehmetiyên we di avê de çû. Mesela we û azadiya kurdistanê êdî ji we dûr ketiye lawo…”
Di dema me de li Dêrikê tirkî axaftin şermeke mezin bû. Tirkî tenê li dibistan, Mehkeme û li qereqolên polîs û leşkeran hebû ango dihate axaftinê. Bi rastî vê rewşa Dêrikê ya niştecihên wê û tirkî axaftina wan ya rojane, kar û barên wan î bi tirkî dide zanîn ku projeya dewletê ya li serdestê pkk bi serketiye. Ji ber ku milet dema tirkî qise dikin, weke didin zanîn ku heta ew bi vî zimanê qise bikin wê êdî tu zor û zehmetî li wan ne be. Dixwazin bêjin: Em û tirk êdî bran in. Ji ber ku her roj bratiya gelan di televizyonên pkk de guhdarî dikin.
Êdî li gund û bajaran her tişt bi zelalî tê dîtin ku mesela kurd û kurdistanê ji mejiyê xelkê ango bi taybetê di yên ciwanan de nemaye. Piraniya wan zangoyan dixwînin an qedandine. Tirkî bûye zimanê wan î sereke û tirkiye êdî bûye welatê wan.
Ez gihiştim wê baweriyê ku piştî du nivşê din wê kurd jî li ser erda xwe bibin weke Asûrê û Suryaniyan. Tenê wê bi tirkî bêjin em kurd in û ne tiştekî din…
Di nivîsa bê de ez rewşa Diyarbekirê ji bona we binivîsînim. Min seredana hemî partiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, kiriye. Gelek zana û jêhatiyên xwe hê jî weke serok û rêberên miletê kurd dibînin, dîtine û li gel hev axifîne. Ez ê vê jî ji bona we binivîsînim.
Lê divê hûn hinekî bi sebir bin. Heta asas û bingeha tiştan neyê zanîn mirov nikare çareseriyekê jê re bibîne… Nivîsa bê em ê li Diyarbekirê bin.
Wê nivîs bidome…
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.