Hûn ya rastî bixwzin divê her kurd vê pirsê berê ji xwe bike. Dûre li dîroka xwe binêre û vegere rewşa niha ya her çar perçên Kurdistanê.
Divê em bizanibin li vê cihanê rêya her tiştan li ser berjewendiyê ye. Damezrandina dewletên nû, berfirehkirina karê demokrasiyê. Xebatên ji bona mirovantiyê hemî xwe li dor berjewendiyê dicivîne.
Lê me kurdan ji roja welatê me perçekirine û heta niha ev hê jî fêm nekirine. Û ne bawerim fêm jî bikin. Ji ber ku roja ev bê fêm kirin aha wê gavê dê kurd jî bibin xwedî dewleta xwe.
Em carekê bi hişmendî û li baweriya neteweyî li dîroka xwe binêrin, em ê bibînin ku hemî firsetên ketine destên kurdan wan bi xwe têk birine.
Li kîjan perçî, çi xebat an tekoşînên ji bona azadiya welat hatiye dayîn miheqeq hin kurdên din li dij wê serî rakirine. Li ba dijmin cihê xwe girtine û li brayên xwe ê doza serxwebûna kurdistanê kirine, xistine.
Xalek din ya girîng jî ev e. Çi dema xaçperestan xwestina kurdistanekê ji bona kurdan çê bikin. Kurdan gotine ew kafirin û li dij wan hatine ango derketine.
Selahaddin Eyyubî yê mezinekî kurdan bû, di ber ola îslamê de hemî xaçperest kir dijminê kurdan. Cih û warên ji xaçperestan stend da erebên dijminê kurdan.
Dema fransayê sûrê kir bindestê xwe, wê demê li wir ji bona kurdan hin dibistan û komele vekiribûn, lê kurdan bi tifingên xwe yên borna, ango çapiliyên pênc derb li Fransiya didan. Digotin: ”Ew kafirin”.. Piştî vê rewşê Fransa jî dest ji alîkariya kurdan kişand.
Di qirkirina Ermeniyan de Osmaniyan kurd bi kar anîn, gelek komkujî bi destê kurdan kirin û digotin: ”Kî kafirekî bikuje wê here bihuştê û 70 horî dibe para wî. Kafirên we kuştin jinên wan li xwe mar bikin. Malê wan bibin helal e.” Helbet kurdên nezan jî dîsa di ber vî dînê ereban de ew malwêranî kirin û ermenê kirin dijminê gelê xwe.
Dema dewleta Cihûyan hate damezrandin, hemî misilmanan gotin ev dewleteke sîyonîst e û dijminê ola îslamê ye divê herkesên xwe misilman dizanin li dijî wê derkevin. Kurd wê demê, ji ber mesela olî ji tirk, ereb û farisan bêtir bûne dijminê Îsraîlê ku qet zerara wê ji kurdan re çê nebû bû, eksê wê dostên kurdan ê di rojhilata navîn tenha ew in.
Piştî kurd bûne sosyalîst vê carê jî li ser xeta sosyalîzmê kurdan dijminatiya xwe li hember îsraîlê domandin û bi rêya wê bûne dijminê Îsraîla dostê kurdan.
Bi Sosyalîstbûna xwe kurdan hemî mezinên cihanê nasîn, lê mixabin Mele Mistefayê gavekê ji wan dûr, nedinasîn bi zanetî nedixwest nav û tekoşîna wî bê zanîn. Ji bona mirov vê hemî fêm bike divê mirov bi dehan pirtûkan bixwîne û binivîsîne. Tenê ji bona carekê jî be bila kurd dîroka xwe bixwînin, wê rastiya xwe jî fêr bibin. Loma ez dirêj nekim û vegerim roja îro.
Li başûrê Kurdistanê ji destpêka serîhildana kurdan û heta roja 16.10.2016 hin kurdan ji bona azadiya welatê xwe kar, xizmet û tekoşîn dan. Bi vê yekê dixwestin Kurdistaneke serbixwe damezrînin û kurdan bikin xwedî dewleteke kurdî. Lê hinan jî her li gel dijmin li hember brayê xwe ji bona ola îslamê, sosyalîzmê û berjewendiyên şexsî şerê brayê xwe kirin, kirine û hê jî dikin.
Helbet vana dibe sedem ku êdî gelên cîhanê jî bi alîkariya me kurdan ve ranebin û li gor min ev heqê wan e jî. Ji ber ku ew jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji bona vê jî li aramî û rehetiya gelan digerin da ku bikaribin bi rehetî û bê astengî sererd û binerdê wan bixwin. Lê kurdan ev jî fêm nekirin.
Bala xwe bidinê, piştî serîhildana 1991ê li başûrê kurdistanê, kurdan roj bi roj gavên berbi serxwebûnê diavêtin. Lê gelekî mixabin ji wê rojê û heta roja wê xencera jahrî ku li pişta Barzaniyan dan, problemên nava xwe hal nekirin. Yek artêşa leşkerî, danemezrandin, seranserê kurdistanê bi yek îdareyê bi rêve nebirin. Ûhwd.
Ev rewş ji teref Emerîka, ewropa ve pir xweş dihat zanîn, lê mixabin kurdan ev hê jî nizanîbûn. Li gor hevdîtinan bawerî anîbûn ku kurd yek deng e. Loma jî referandûma ji bona kurdistaneke serbixwe pêk hat. Li gor min rast bû, lê hê jî kurdan ango Barzaniyan dijminên nava xwe nasnekiribûn. Çi bû?
Tiştê hate serê gelê me pir vekirî û bi eşkereyê bû. Kurdên li ser xeta dijmin ku tehamula brayê xwe nedikirin, bi xencera jahrî li pişta brayê xwe da û kurdistan radestî dijminê xwe kirin. Yanî dijminê xwe qesasê bra, bav û mirovên xwe di ser brayê xwe ê kurd re girtin.
Ma niha li bakurê Kurdistanê jî rewş ne weha ye. Yek partî tehamula partiyeke din dikin, NA. Di nava xwe de eniyek neteweyî pêk anîne NA. Hemî li hev in û li gor berjewendiya gelê xwe bi hevre kar dikin NA. Loma jî sibê partiyek bi serkeve û bakurê Kurdistanê azad bike(!), hinên din wê li gel dijmin cihê xwe bigirin û li dij wê şer bikin. Berê eşîran ev dikirin. Niha jî rêxistinên me ku bûne eşîrên modern dê vê bikin û dikin. Mînak; Başûrê Kurdistanê ye…
Ji ber ku heta kurd nebin neteweyî, li gor xeta netewî tevnegerin, wê wendakirin her bibe para wan. Ji bona xeta netewî jî divê eniyek neteweyî hebe. Serokekî destnîşan bikin da ku tevaya kurdên bakurê Kurdistanê temsîl bike..Ya na rewşa başûrê Kurdistanê li ber çavan e.
Binêrin YNK bi salan ji bona azadiya Kurdistanê li serê çiyayên Kurdistanê şerê tekoşîna gelê xwe didan. Talî çi bû? Tehamula Barzaniyan nekirin ku dewleta kurdî ragihîne. Loma jî ji bona Barzanî bi sernekevin wan şervanana, kesên bi salan li serê çiyan şer dikirin, hemî hêjayî kirin qurbana berjewendiya şexsî.
Ma li bakurê Kurdistanê jî rewş hê jî ne ev e. Heger ne ji ber berjewendiyên hêzbî û şexsî ba, niha li bakurê Kurdistanê hêzeke neteweyî pêk hatiba. Ji dêlve bibin yek her roj perçe dibin. Vê perçebûna xwe jî weke serketinekê qebûl dikin.
Ji bona li her çar perçên kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet, divê rêxistineke dîktator û neteweyî hebe. Heta rêxistineke weha nexuliqe wê li tu perçan azadî, serxwebûn û dewleta kurdî nebe.
Li cîhanê binêrin tu milet bi rêya demokrasiyê nebûne dewlet û nabin jî. Divê kurd êdî vê fêm bikin. Ez nivîsa xwe bi gotara John Bennettê casûsê Îngilîzan diqedînim. Hêvîdarim ev ji kurdan re bibe weke rêyeke nû da ku hêza neteweyî û dîktator damezrînin. Serokekî bikaribe xelkê li hev ragire zûtirîn wextê destnîşan bikin.
”Ingilizan jî dixwestin dewleteke kurdî ava bibe. Ji ber vê jî me hevdîtin li gel grûbên kurdan kir, lê ji destpêkê de me fêm kir ku ev îş nare serî. Hemî grûb bi hev ketibûn. Ji bona serokatiya dewletê me kesek peyde nekir! Em li ser navê kê disekînin yên din hema li dij derdiketin.
Di nava Ermeniyan de nelihevkirin tune bû. Ji ber vê me ji bona damezrandina Ermenistanê hema biryar da û me ji mecbûrî dev ji avakirina dewleta kurdî berda! Kurd nikarin dewleta xwe ava bikin” Casûsê Îngilîz John Bennett
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.