Li gor min rexne ew tişte ku desthilatî, kes, rêxistin, partî dem û dezgehên ser rêya şaş in, ya jî kêmaniyên wan hene, tê kirin ku ew xwe, helwesta xwe , nerîn û dîtinên xwe rast bikin.
Çi dema rexneyeke tê kirin, divê mirov bifikire ku ew ji bona çi ye û ji bona kê ye. Mixabin hin rexne jî bê ku nav bê dayîn tê kirin ku ew desthilat, kes, rêxistin partî, dem û dezgeh bi xwe dizanin ku ew ji bona wan e. Lê xwe kerr dikin, deng ji xwe dernaxin û dibêjin; ”Ew bê nave, kî dizane ji bona kê ye”. Her çiqasî xwediyê rexnê û yên rexne li wan tê kirin dizanin, lê ji ber nav tune ye deng nake û heta hinên din vê li ser xwe digirin loma dikevin parastinê.
Ez bi xwe di vê dema me de ne li gel rexnên weha me. Ji ber êdî her tişt zelal e, vekikrî kî/ê çi dikin diyar e. Madem weha ye çima mirov kê rexne dike raste rast navê wan nade da ku kesên din li xwe negire.
Ji ber ku niha kêm zêde, teva kêmanî û hêjayiyên xwe hemî rêxistinên me weke hev in. Li gor vê jî rexnegir dixwaze kê rexne bike an şaşiyên wan bêje da ku xwe rast bikin, divê nav bide. Dîsa li gor min rexneyên bê nav êdî tu qîmeta xwe tune ye.
Hin rexne jî henin mirov nikare ji wan re bêje rexne. Tenê ji bona kêmkirin û xerabiyan in. Loma jî divê me re êdî vana nexe nava katagoriya rexnan. Ji ber ku ji başîyê bêtir xerabiyê tîne, ji bona tiştên xerab bêjin, bêtir tiştên heyî jî têk dibin. Ev jî gelekî xerab e ku di jiyana neteweyekî de hebe.
Çûreyeke rexnên din jî weke rexne hene ku ez qet nabêjim ew rexne ye. Ew tiştên baş nabînin, her tişt li ber çavên wan xerab e. Ji ber ku di şevreşa jiyanê de dijîn, nikarin ronahiyê jî bibînin. Rexnên wan jî li gor wan in…
Li gor vê divê herkes bikaribin rexneyên xwe yên çêker bikin. Ji ber şaşî û kêmaniyên wan, kes, partî û ew dezgeha rexne lê tê kirin jî divê xwe aciz neke, kêfxweş bibe. Wê bi saya rexneyên çêker kêmaniya xwe rast bike.
Ya herî girîng ew e ku divê rexne di wextê xwe û di cihê xwe de bê kirin. Kesên vê nekin hûn bizanibin ew bi xwe jî ne zelal û rast e.
Rewşenbîrên gel, çi dema kêmaniyek li derekê dît, heq û mafê wî/ê heye rexne bike, lê weke ûsil û qaydê divê rexne xwe bike. Bûyerek, şaşiyeke ku pênc sal di serre derbas bû be û tû ji nûde wê rexne bike aha ev nabe rexne, dibe niyeta xerab e.
Em gelek rewşenbîrên Kurdistana delal û ez bi xwe jî di nav de, em carna kêmaniyên hinan rexne dikin, kêmaniyan wan dibêjin ango dinivîsînin. Ji dêlva ku sipasiya xwe bike, êrîşê me re dikin. Bi gotinên nexweş dihêlin ku êdî mirov nema dikare silavê jî bidê.
Niha rewşa bakurê kurdistanê gelekî xerab e. Di nava vê xerabiyê de gelek şaşiyên xerab jî têne kirin. Heger mirov li hemberê vê bêdeng bimîne, mirov jî dibe gunehkarê wan şaşiyan.
Ji ber vê rewşa aloz, hin canik û camêr dibêjin; ”Rewş xerab e,divê em rexnên xwe niha nekin”. Li gor min ev jî şaş e. Her dema ku şaşî bû û te rexne nekir an bal nekişand, ew şaşî ew kêmanî herku here dê mezintir û berbi xeterê de here. Di dîroka me kurdan de mînakên wehe pir in
Ez baş dizanim û agahdarim ku niha Li Barkurê Kurdistanê siyaset bû ye agir. Welatparêzin îro di nava wî agirîde siyasetê dikin, tu garantiya wan ya jiyanê tuneye ango nemaye. Loma divê em bi hemî hêza xwe ji wan re bibin alîkar. Kî/ê çi demê bê girtin û kuştin êdî ne diyar e. Rewş gelekî xerab e. Dewlet nemaye, çeteyên tenê berê wan berbi kurdan ve ne, niha li ser kar û hikum in. Di vê rewşê de pêwîst e em jî li gor vê tevbigerin û bikaribin ji siyasetmedarên xwe re û ji hevre bibin alîkar.
Piştî ku me weke rewşenbîrên gelê xwe erqê xwe anî cih, dû re em dikarin bêjn; Îro pêwîstiya gel û rêxistinên me ji ya her carê bêtir heye ku bi hevre kar bikin. Divê em jî çi bi nivîsên xwe çi bi gotinên xwe, barê wan sivik bikin da ku bikaribin bi hevre li ser asasê xete neteweyî eniyekê damezrînin. Niha nakin lê heta bikin divê em jî li ser vê rawestin, nivîs û gotinên xwe li gor vê bihûnin bê ku mirov zêde rêxistin û dostên xwe biêşîne…
Tu ji kîjan rêxistin û partiyê doza yekitiyê dike, bersîva wan jî hema hema wek hev in. ”Ez heme lê yên din nayê”. Madem hûn hemî hene, madem propaganda we li ser vê ye de kerem bikin ya pêk bînin ya jî kî nake ango naxwaze eniyek, tevgereke hevkariyek pêk bê wê bi nav bikin. Binav bikin da ku xelk, em jî bizanibin kî nê ê vê naxwazin.
Ya ez meraq dikim ew e ku kî naxwazin çima eşkere nabin. Me ev êş ji salên 70-80 û heta îro dîtiye, kîşandiye lê yên vê naxwazin mixabin heta niha eşkere jî nebû ne. Ez gihiştim wê baweriyê ku heta ev eşkere nebe, wê li bakurê kurdistanê tu eni, cephe, hevkarî û tevkariyên ji dil nebe. Ji bîr nekin ku Ergenekona Kurdan hê xurt e û li ser karê xwe ye ku hêzeke kurdan xurt dernekev e…
Îro ev ango cepheyek, hevkarî û tevkariyek li bakurê Kurdistanê ji nan û avê ferztir e. Ji ber ku rewş herku dihare xerabtir dibe. Dinav vê xerabûnê de wê roj bê, hûnê jî yek bi yek ji holê rabin, tune bibin. Loma divê em ji nû de 12 îlona 1980ê bi bîr bînin. Di hemî munaqeşe û gengeşiyên me yên wê demê de, me hemiyan digot; ”dengê potînên leşkeran tê” lê em nebûn xwedî helwestek hevbeş li hemberê wê. Hat û em hemî ji hev bela-wela kirin. Em xistin ya jî ketin çi rewşê hûn hemî ji min baştir in.
Loma divê hemî welatparêzin bakurê kurdistanê li hemberî 12 îloneke dudan ji niha de bibin xwedî helwest. Yên bê helwest wê têk herin û piştî 30-50 salên din em ê ji nûde destbi karê rêxistiniyê weke ya niha bikin…
Kurdno ji bîr nekin 25 meha îlona 2017 ya tê bibe dewlet ya jî tê tune bi be…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.