Pêwîst nake û ne hewceye ku mirov tim behsa zilm û zordariya dijmin bike Ne lazim ku mirov tim bêje agir berra mala me dane, xelkê me koçber kirine.
Ya din divê em weke kurd hinekî li xwe vegerin, xwe bibînin, dost û dijminan ji hev veqetînin. Divê em bibînin ku berjewendî di ser her tiştekî re ye. Bizanibin ku em jî weke xelkê vê cîhanê berjewendiyên xwe û ya gelê xwe biparêzin.
Hûn bawer bikin em kurd hê jî negihiştine wê qonaxa ku em berjewendiya welatê xwe di ser her tiştekî xwe re bigiriin. Hê em nebûna neteweyî ku bikarin weha bifikirin. Hê em şexsî ne, rêxistinîne, hizbî ne û weha difikirin.
Serok berpirs û kesayetiyên me, heta serok û rêvebirên rêxistinên xwe tenê bin, nikarin an naxwazin nivîsekê li ser rastiya tevgera xwe û rewşa welêt bivîsînin û pêk bînin. Xwezî her serok û berpirsekî di dema serokatiya xwe de nivîsên ku pêwîstiya gel jê hebû û rast binivîsandina, heger wê zerar daba wan û partiyî jî. LÊ ev nekirin û nakin…
Hezar mixabin îro partî û rêxisitnên me ketina şûna eşîret û axayên me yên zemanê berê ku yekîtiya xwe pêk neanîn û bûne xwarina dagirkeran. Hezar mixabin ku îro jî ew partî û rêxistinên me weke demên axatiyê dikin û difikirin loma nabin yek.
Îro hê jî ew fikira eşîrtî û axatiyê berdewam e. Ji ber ku serokên partiyên me neteweyî nafikirin. Piraniya wan karên xwe li ser berjewendiya sexsî û rêxistiniyê, dikin. Li gor vê jî mirîdan peyde dikin ku ew mirîd nahêlin serok û rêvebirên partiyan, li rastiya xwe, ya rêxistin û partiya xwe hay bibin. Ev jî ji ber ku piraniya serok û rêvebirên me, mixabin hê jî nebûne neteweyî û nikarin neteweyî bifikirin û li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin.
Gotinên wan xweş in, nivîsên wan delal in. Lê biryar û kiryarên wan hê jî weke serokeşîr an jî axayekî demên berê ye. Heger ne weha ba, dagirkeran welat wêran kirin û li ber têkçûnê ye, ziman nema, avahî nehiştin, yên zîrek û jêhatî, ya didin girtin ya jî dikujin. Heger hin bikaribin ji ber vê tofanê xwe xilas bikin, ew jî hilma xwe li ewropa vedikin. Ji xwe li ewropa jî em ketine çi rewşê herkes pê dizanin.
Heger rêber û serokên partiyên me di demên xwe de bikarîbana li ser asasê rastiyê û bi fikra neteweyî tevgera xwe fireh, endamên xwe zêde kiribana, aha wê demê wê serketin jî bibe ya wan û me. Lê vê nakin loma jî bi sernakevin. Bi hebûna xwe ya 40-50 salan bi paçan serê xwe mezin dikin lê hê jî li bakurê Kurdistanê nebûne xwediyê muxtarekî…40-50 salin her behsa yekîtiyê dikin lê hê jî bi yek rêxistineke din re yekîtiyeke pêk neanîne. Eksê wê her ku dihare bêtir ew bi xwe jî perçe dibe.
Temenê piraniya wan serok û rêberên partiyên xwe bi ser 60- 70 salan ketiye, hê jî mudaxeleyî hemî karên siyasî ya partiya xwe dikin. Rê nadin ciwanan û naxwazin ciwan çalak bibin. Lê vê jî dikin sûcê ciwanan.
Carekê divê em bi aqilekî zelal, bi hilmeke fireh li rewşa hemî rêber û serokên partiyên bakurê kurdistanê binerên; binerin û bibînin ku keç an kurekî wan hê nebûna endamê partiya wan bi xwe. Dema te ji xwe de dest pênekir, helbet law û keçên xelkê jî nayên ba te. Suc ne ê ciwanan e, suçê wan serok û rêvebirên ku zarokên xwe naxin nav partiyê, nakin endam û her gazinan dikin û dibêjin ciwan tune ne.
Heger em li tevgara Barzaniyan binêrin em ê bi zelalî bibînin ku wan hemî zarokên xwe jî weke xwe perwerde kirine û hemî zarokên wan di temenekî zarokatî ya xwe de çek hiilgiritne û li gel pêşmêrgeyên qehreman wan jî ji bona tekoşîna azadiya gelê xwe şer kirine. Niiha jî ji bona avahî, pêşve birin, ji bona serxwebûna kurdistanê di nav tevgerê de ne. Sekin li wan tune ye. Lê li bakurê kurdistanê zehmet e ku tu kec an kurekî rêberekî di nava partiya wî de bibîne.
Serok berpirs û kesayetiyên me, heta serok û rêvebirên rêxistinên xwe bin, nikarin an naxwazin nivîsekê li ser rastiya tevgera xwe û rewşa welêt bivîsînin û pêk bînin. Xwezî her serok û berpirsekî di dema serokatiya xwe de nivîsên ku pêwîstiya gel jê heba û rast binivîsandina, heger wê zerar jî bida wî û partiyî jî. LÊ vê nakin. Piştî ji serokatiyê dûr dikevin, baş xweş û rast dinivîsînin lê êdî fêda xwe tune ye.
Hezar mixabin îro partî û rêxistinên me ketina şûna eşîret û axayên me yên berê ku yekîtiya xwe pêk neanîn û bûne xwarina dagirkeran. Hezar mixabin ku îro jî ew partî û rêxistinên me weke demên axatiyê dikin û difikirin loma nabin yek.
Îro hê jî ew fikira eşîrtî û axatiyê berdewam e, lê bi awayekî modern. Ji ber ku serokên partiyên me neteweyî nafikirin. Piraniya wan karên xwe li ser berjewendiya sexsî û rêxistiniye, dikin. Li gor vê jî mirîdan peyde dikin ku ew mirîd nahêlin serok û rêvebirên wan, li rastiya xwe, ya rêxistin û partiya xwe hay bibin. Ev jî ji ber ku piraniya serok û rêvebirên me, mixabin hê jî nebûne neteweyî û nikarin neteweyî bifikirin û li gor berjewendiya gelê xwe tevbigerin.
Gotinên wan xweş in. Lê biryar û kiryarên wan reş in. Ji ber ku hê jî weke serokeşîr an jî axayekî demên berê ne. Heger ne weha ba, bi destên dagirkeran û hevalbendên wan, welat li ber têkçûnê ye, ziman nema, avahî nehiştin, yên zîrek û jêhatî ya didin girtin ya jî dikujin. Heger hin bikaribin ji ber vê tofanê xwe xilas bikin, ew jî hilma xwe li ewropa vedikin. Ji xwe li ewropa jî em ketine çi rewşê herkes pê dizanin.
Heger rêber û serokên partiyên me di demên xwe de bikarîbana li ser asasê rastiyê tevgera xwe fireh, endamên xwe zêde bikirana, aha wê demê wê serketin jî bibe ya wan û me. Lê vê nakin loma jî bi sernakevin. Bi hebûna xwe ya 40-50 salan bi paçan serê xwe mezin dikin lê hê jî li bakurê Kurdistanê nebûne xwediyê muxtarekî…
Temenê piraniya wan serok û rêberên partiyên xwe bûn, bi ser 70 salan ketiye, hê jî mudaxeleyî hemî karên siyasî ya partiya xwe dikin. Rê nadin ciwanan û naxwazin ciwan çalak bibin. Lê vê jî dikin sûcê ciwanan.
Ji ber ciwan xort in, xwîngerm in, serê wan bi fikrên nûjen tije ye. Loma sal mezin naxwazin ew di partiyan de çalak bibin. Ji ber ku dema ciwan di partiyê de çalak bibe, wê cihê salmezinan nemîne. Tirsa wan ev e. Yanî her şexsî fikrîne û wê bi vê fikrê bijîn heta li jiyanê bin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.